Heyva Sor a Kurdistanê: Yê cejnê bi wate dike, hevkarî û piştgirî ye
Heyva Sor a Kurdistanê peyama pîrozbahiya Cejna Qurbanê da û got: “Yê cejnê bi wate dike, hevkarî û piştgirî ye.”
Heyva Sor a Kurdistanê peyama pîrozbahiya Cejna Qurbanê da û got: “Yê cejnê bi wate dike, hevkarî û piştgirî ye.”
Heyva Sor a Kurdistanê destnîşan kir ku li gel hemû êş û azaran jî Cejna Qurbanê li Cîhana Îslamî û Gelê Kurdistanê pîroz be.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Bi salan e gelê Kurd ji ber siyasetên şer û neheqiyê, cejnê di nava xemgîmniyê de pêşwazî dike. Di nava vê rewşa kambax de, tişta ku êş û azarê mirovan kêm dike, hevkarî û piştgirî ye.
Bi vê têgehê Heyva Sor a Kurdistanê ji ber rewşên aloz, karîbû bi hezara malbatên muhtac re bibe alîkar.
Bi hêviya ku bibe wesîleya aramî û aştiyê, em Cejna Qurbanê di serî de gelê Kurdistanê, li tevahiya alema Îslamî pîroz dikin.”