Heyeta navneteweyî çûn serdana Guven

Delegasyona Aşityê ya Navneteweyî çû serdana Leyla Guven. Endamên heyetê gotin ku divê demildest tecrîda Îmralî were rakirin.

Heyeta Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ku ji Ewropayê hatibûn çûn serdana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku ev 98 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. Aktivîsta TJA Gulcîhan Şîmşek, Endama Meclîsa Dayîkên Aşitiyê Havva Taşkirina pêşwaziya heyetê kir.

‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN DAXWAZÊN GUVEN’

Heyet piştî serdanê li pêşiya mala Guven daxuyaniyek dan çapemeniyê. Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Edaletê yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jónasson li ser navê heyetê axivî û got; “Em heyeteke ku ji welatên cûda pêk tên hatine vir. Em ji bo piştgirîdayîna daxwazên Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê hatine vir. Daxwazên wê daxwazên me ne jî. Beriya niha em bi Leylayê re civiyan. Dengê Leyla hinek kêm bû, pirsgirêkên tenduristiyê hene û di daxwazên xwe de bi biryar bû. Îhtimala mirinê yan tiştek din Leyla ji çalakiya wê venagerîne. Em jî li vir bang dikin; tecrîdê rakirin daxwazan pêk bînin. Ji bûyereke neyînî hûn berpisyar in.”

‘DIVÊ HIKÛMETA TIRK BERÎ DEMEKÊ TIŞTA PÊWÎST BIKE’

Aktîvîst, ekonomîst û akademîsyena Arjantînî Beverly Ann Keene wiha got; “Em îro ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê hatine vir. Daxwazên wan daxwazên mirovî û li gorî qanûnan e. Dema ku em li tecrîdê dinêrin pêkanîneke ku ne li gorî tu qanûnan û dij mirovahiyê tê kirin. Divê ev pêkanîn berî demekê dawî bibin. Divê berî demekê hikûmeta Tirk tişta dikeve ser milê wê bike. Leylayê ragihand ku rêzdar Ocalan çawa hêz û îlhamê dide wê. Vegotinên wê ji bo me jî bû îlham. Ji bo pêkanîna van daxwazin tu astengî nîne. Îro silavên dayikên Plaze De Mayo me anîn ji Leylayê re. Leyla û çalakiya wê silav kirin.”

Heyet piştre ji mala Guven derbasî Şaxê ÎHD’ê yê Amedê bûn. Heyet li vir bi nûnerên rêxistinên civaka sivî ên bajêr re civiyan û civîn ji çapemeniyê re girtî hate kirin.

DI HEYETÊ DE KÎ HENE

Navê kesên ku di heyetê de ne wiha ne;

Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Edaletê yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jónasson, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Barhilgiriyê ya Brîtanyayê TSSA Manuel Cortes, Aktîvîst, ekonomîst û akademîsyena Arjantînî Beverly Ann Keene, Hiqûqnasê sendîkayê yê Îngilîstanê Paul Scholey, nivîskar, dîrektora fîlman û aktor Maxine Peak, Ji Zanîngeha Edînbûrgê Connor Hayes, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya UNITE ya Brîtanyayê Tony Burke."