Heyeta Başûr a li Efrînê ye: Yekîtî li me ferz e

Heyeta ji Başûrê Kurdistanê ku ji oldaran, endamên KNK'ê, nûnerên partiyên siyasî û Pêşmergeyên Dêrîn pêk tê, ji bo destekê bidin berxwedana serdemê hatin Efrînê.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên El Qaîdeyê ev 53 roj in bê navber dewam dikin. Gelê Kurd jî li dijî van êrîşên dagirkeriyê yekîtiya xwe li dora Efrînê ava dike. Heyetek ji Başûrê Kurdistanê ku ji oldaran, endamên KNK'ê, nûnerên partiyên siyasî û Pêşmergeyên Dêrîn pêk tê, ji bo destekê bidin berxwedana serdemê hatin Efrînê.

Hevserokê Kantona Efrînê Dr. Silêman Şêx Îsa, Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso, Hevseroka TEV-DEM'ê Asya Ebdullah, Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif û rêveberên kantonê heyeta ji başûr pêşwazî kirin. Heyetê piştî ku serdana Şehîdgeha Avesta Xabûr kir, li ber Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Efrînê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevserokê Kantona Efrînê Dr. Silêman Şêx Îsa destpêkê axivî û heyeta ji Başûrê Kurdistanê hat silav kir. Piştî axaftina Dr. Silêman Şêx Îsa bi navê heyetê endamê Dîwana KNK'ê Şikrulah Mihemed Emîn peyivî û berxwedêr û gelê Efrînê silav kir. Emîn got, "Em hatin ji bo destek û moralê bidin we. Lê belê hûn bi xwe bûn moraleke mezin ji bo me."

Emîn destnîşan kir ku gelê Kurd yek e û ti kes wê nikaribe vê parçe bike û wiha dewam kir: "Dema ku em bala xwe didin şehîdgehên xwe dibînin ku şervanên ji çar parçeyên Kurdistanê li kêleka hev razayî ne. Ev yek yekîtiyê li me ferz dike. Em ji Efrînê careke din tînin bîra dagirkeran: Gelê Kurd gelek ji we barbar û zaliman dît, lê ti carî serî netewand. Wê serî li ber we jî netewîne. Gelê Kurd bi zelalî dibîne ku rizgarî bi yekîtiyê dibe. Gefên li me tên xwarin yekîtiyê li ser me ferz dikin."