Heyeta Bakur li Silêmaniyê bi rewşenbîran re civiya

Heyeta ji Bakurê Kurdistanê berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê ji bo yekîtiya netewî bi rewşenbîran re civiya.

Heyeta Partiyên Kurd ên ji Bakur ên ji bo xebatên yekîtiya netewî li gel rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û gelê Başûr re bicive, li Silêmaniyê eleqeyek mezin raberî wan hatin kirin. Hevdîtina duyemîn a heyeta ji partiyên Bakurê Kurdistanê pêk tên piştî hevdîtina li Hewlêr a li gel reşenbîran vê carê jî li Silêmaniyê bi rewşenbîran re li salona konferansê ya Otela Dawa civiyan. Di civînê de gelek rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û nûnerên partiyên siyasî û kesên siyasetmedar amade bûn. Di destpêkê de Hevseroka Nûnertiya ya HDP’ê ya Hewlêrê Mûzeyen Guneş axivî û li ser hevdîtinê agahî parve kir.

‘DIVÊ HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ TEVLÎ BIBIN’

Di axaftinên li ser navê heyetê hate kirin, bal kişandin ser girîngî û zehmetiyên yekîtiya netewî.

Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk jî got: “Mijara yekîtiyê rewşeke ku hemû partî û beşên civakê tevlî bibin e.”

Kesên tevlî civînê bûne di axaftinên xwe de bal kişandin ser zoriyên yekîtiya netewî û di mijara bê ka wê çawa pêk bînin pêşniyar hatin kirin.

BAL KIŞANDIN SER ÊRÎŞÊN QIRKER

Ji axaftvanan Zimanzan û Siyasetmedar Mihemed Emîn Pencewînî got: “Yekîtiya netewî ji bo Kurdan tişteke ku nebe nabe ye.” Pencewînî bal kişand ser êrîşên qirker ên li gelemperiya Kurdistanê û diyar kir ku pêşketinên li Bakur bandorê li hemû parçeyên din ên Kurdistanê dike.

‘XEYALA ERDOGAN QIRKIRINA KURDAN E’

Ji Tevgera Parlementerê berê yê Tevgera Goran Serdar Abdullah anî ziman ku xeyalên Erdogan ên 2023’an qirkirina Kurdan e, ji bo vê jî li dijî vê yekane dermanê Kurdan yekîtî ye.

Parlementerê berê yê Goran Peyman Îzeddîn jî bal kişand ser parçebûna li Başûr û diyar kir ku divê yekîtî ji vir destpê bike.

Parlementerê berê yê Yekgirtû ya Îslamî û endamê KNK’ê Ebûbekir Helednî, daxwaz kir ku divê PDK, YNK û PKK di mijara yekîtiya netewî de erka xwe bi cih bîne.