Heyet çûn serdana gundên Licê

Heyeta ku ji nûnerên sazî û partiyan pêk tê, gundên Licê yên ku dewletê êrîş li ser dane kirin ziyaret kirin.

Piştî ‘Qedexeya kolanan’ a li ser 18 gundên li bejahiya Lîce ya Amedê hate rakirin û şûnde, endamên Heyeta ku ji DTK, HDP, DBP û TJA’yê pêk tên gund ziyaret kirin, têkildarî bûyerên ku qewimîn agahî ji gundiyan girtin.

Heyeta ku ji DTK, HDP, DBP û TJA’yê pêk tê, çûn serdana gudên navçeya Lice ya Amedê ku “Qedexeya kolanan” li ser rabûn. Heyetê ji gundiyan agahî girtin.

Tevî ku ji aliyê Waltîtiya Amedê ve ‘Qedexeya kolanan’ li ser 18 gundan hate rakirin jî, dorpêça leşkeran didome, her wiha sewqiyata leşkerî jî tê kirin. welatiyên gund ên ku dixwazin bikevin gundan ku qedexe li ser rabûyî di bin çavdêriya jendermeyan de dikevin gund û derdikevin, ketin û têketina gund bi dibin kontrolekî zêde û kontrolkirina nasnameyan ve pêk tê. Heyeta ku çûn gundê Guldîken ê ku bi rojan bû ti agahî jê nedihate girtin û elektirîk torên peywendiyan hatibûn qûtkirin, di hevdîtinên ku bi gundiyan re hate kirin hate diyarkirin ku di dema qedexeyê de gelek caran bi ser malên wan de girtine û di malan de lêgerîn kirine.

GUNDIYAN VEGOT

Welatiya bi navê Aynûr a li gundê Guldîken dijî, diyar kir ku gelek leşker, polîs û cerdevan hatine gundê wan, li gund û derdorî wê bi cih bûne û wiha got: “Di dema qedexeyê de gelek top hatin avêtin û tevgerekî pir zêde ya helîkopter û balafiran hebû. Leşkerên ku di nava gund de tevî ku mala min lêgerîn kiribûn jî di nîvê şevê de dîsa dihatin lêgerîn dikirin. Ji ber sedemekî nayê zanîn lawira me ku bi jehrê ket tevî hemû israran jî rê neda ku veterîner bê temaşe bike ji ber vê yekê mir.” Gundiyekî din jî wiha got: “Leşker û cerdevanan malê wan ji bo pêdiviyên xwe yên xwarin û bêhnvedanê bikar tanîn. Hinek caran jî betenî dibirin.

Gundiyên li gundê Baharan dijîn jî wiha gotin: “Malên me ji aliyê leşkeran ve bi dehan car hatin lêgerîn. Leşkeran kêla gorekî ya gerîlayê HPG’ê yê li goristana gund bû şikandin. Leşkeran bang li gudiyan kirin ku madayên hişber ên li gel xwe anîbûn gef li gundiyan dikirin ku bêjin ên me ne. Wesayîtên kar ên li gel xwe anîbûn li bejahiyê çeper ji leşkeran re çêdikirin.

Gundiya diyar kir ku leşker li ser girên di navbera gundan de bi cih bûne.