'Heya tecrîd hebe tendûrîstî û ewlekariya Serok Apo di talokê de ye'

“Şewata li Imralî pêk hatiye sedem çi dibe bila bibe, gelê me teqez destûr nade ku rejîma Tirkiyê xwe bi awayekî hesan ji berpirsyartiya vê rewşê xelas bike. Ev şewat jî pêwiste wek geşkirina agirê şer û komplo li dijî gelê Kurd were famkirin.”

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Rêwar Awdanan şewata li girava Imraliyê şîrove kir.

Rêwar Awdanan got rewşa şewatê ya li Imralî derxiste holê ku asteke çawa ya tecrîda girankirî li ser Rêber Apo heye.

Awdanan derbarê şewata li Imraliyê wiha axivî:

Şewata li Imraliyê ne tiştekî jirêzê ye. Her bûyereke derbarê Rêber Apo û rewşa tedûrîstî, ewlekarî û jiyana wî eleqedar dikin bi tu awayî ne tesadûfî ye. Ji ber ku Serok Apo serokê gelê Kurd e, bi komploya herî mezin ya sedsalê hate girtin û li Imralî hate zîndanîkirin. Her şêwaz, nêzîkatî û bûyereke ku di derbara wî de diqewime, bi hesabekî ye. Her bûyerek li Imralî diqewime wateyekî xwe yê sîyasî heye û her bûyerek nikare asayî were dîtin. Bi taybet ev rewş tam di salvegera mitabeqeta Dolmabahçê de çêbû. Niha kes nizane li Imralî çi rû dide lê belê ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin. Şewata li Imralî, bi agirê xistina can û jiyana gelê Kurd e.

Serok Apo nûnertiya nasnameya siyasî ya gelê Kurd dike. Her tişta ku bi jiyan, tendûristî û ewlekariya Rêber Apo ve girêdayî ji aliya gelê Kurd û tevgera azadiya gelê Kurdîstan ve bi hasasiyetekî herî pêş tê şopandin. Dewleta Tirkiye berpirsyara bûyera li Îmraliyê ye. Şewatek li cihekî weke Imralî dema rû dide, tiştekî hesan nîne ku dewleta Tirk bi daxuyaniyeke seranser û ji cîdiyetê dûr bide, û mijarekî wusa jî asayî nîşan bide. Her wiha nêzîkatî û daxuyanîyên ti baweweriyê nadin.''

'HETA KU AGAHÎ JI CIHÊ CIH NEYÊN STANDIN DAXUYANÎ ME QANIH NAKIN'

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Rêwar Awdanan bi domdarî bal kişande ser têkiliya gelê Kurd a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û wiha pê de çû:

''Peyvêndiya gelê Kurd û gelên azadîxwaz a bi Rêber Apo re têkîliyeke hizrî, manevî û pir bi nirx û hêjaye. Ji ber vî rewşa siyasî, civakî, û ruhî ya gelê Kurd bi rewşa Serok Apo vehatiye grêdan. Berdewamiya tecrîd û îşkenceya li ser Rêber Apo û metirsiya ku li ser tedirûstiya wî tê wateya tecrîd, îşkence û metirsiya li ser hebûnê gelê Kurd. Heya tecrîd hebe tedûristî û ewlekariya Rêber Apo di metirsîyê de ye. Xwiyaye ku di giravê de şewata derketiye li ser tecrîda girankirî fikar, guman û metirsî zêde kiriye. Ji xwe tecrîd bi serê xwe tiştekî metirsîdar çêdike. Ji ber vî şewata li girava Imralî tam di demeke wiha de ku gelê me tekoşînê xwe ji bo şikandina tecrîdê geş kiribû, derket pêş. Û ev rewş di asta herî jor de gelê me xistiye nava fikaran.

Heya ku di derbarê Rêber Apo de agahiyên di cih de neyên standin, bi tu awayî gotinên tên kirin têrê nakin û mirov qanih nakin.. Ji ber vê, pêwist e demildest tecrîda heyî bi dawî bibe û divê destûr bê dayîn ku beriya hertiştî parêzer bilez biçin hevdîtina Rêber Apo. Heya ku deriyên Imralî venebin û parezerên Rêber Apo neçin gel û hevdîtin pêk neynin bi tu çavkanî û daxuyaniyan bawerî nabe. Di derbara rewşa heyî ya Rêber Apo û hevalên ku li Imralî ne, tenê agahiyên ku bi rêya hevdîtin bi parêzeran re werin îlan kirin cihê baweriyê ne. Divê hevdîtina bilez û bê ku taloq bibe bi malbat û parezeran pêk were. Derveyî vê şêwazê zanyariya ku di derheqê Rêber Apo û hevalên me de bê dayîn di milê tevgera azadiyê û gelê Kurd de tu qiymetêkî xwe nîne.

 

'ÇALAKÎ Û TÊKOŞÎNA GELÊ ME JI BO HEVDÎTIN PÊK BE PIR GIRÎNG E'

Awdanan bal kişande ser helwesta gel a piştî bihistîna bûyera şewatê ya li Imraliyê û got,''Gelê me bi bihîstina nûçeya şewata li Imralî bilez li her qadekî derketin kolanan û nerazîbûnên xwe pêşxistin. Pir giring e ku ev nerazîbûn di her qadê de berdewam û berfireh bibin. Gelê me di salvegera komploya navnetewî de careke din kîn û nefreta xwe ya li hemberî komplogeran nîşan da.Misoger e ku gelê me ji niha û pê de jî jî bi hişyariyeke mezin û bi hesasiyetekî bilind wê helwest raber bikin.

Bi rastî jî rewşa Rêber Apo di astekî wisa de ye ku cihê fikarê ye. Siyaseta tecrîd û pergala îşkence li ser Rêber Apo bi awayekî herî hovane pêk tê. Tecrîd û îşkenceya li Imralî ku ev 21 sal in berdewam e û herî dawî bi şewata li giravê derket, nîşan dide ku êdî pergela Imralî divê bi dawî bibe. Helbet giringtirîn mijar ew e ku beriya her tiştî di derkeqê tendirûstiya Rêber Apo de agahdar bibin. Tenê tiştê ku gelê Kurd û raya demokratîk qanih dike, parazerên Rêber Apo biçin Imralî, pê re hevdîtın bikin û agahiyên di derbarê tendurîstî de bigrîn û bi raya giştî re parve bikin. Ji ber vê çalakî û tekoşîna tevahiya gelê me û hemû azadixwaz ji bo pêkhatina hevdîtin gelek giring û jiyanî ye.''

Hebûn, raman, tekoşîn û berxwedana Rêber Apo bû sedem ku gelê kurd bigihîje asta heyî, pirsgirêka Kurd, ji rewşeke heremî derbikeve û cîhanî bibe. Hebûna Rêber Apo û tekoşîna wî bû sedem ku gelê Kurd li hemberî qirkirin, tinebûn û înkarkirinê bibe xwedî sekin û hêz. Ji ber vê etendirûstî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo ji bo gelê me gelekî jiyanî ye. Rêber Apo di nêrîn û dîtina gelê azadîxwaz û ya bindest de wek sembol û nirxekî mezin tê dîtin. Ji ber vê her tim çavekî wan li Imralî û rewşa Rêber Apo ye û agahiyên ku wê ji wir werbigrin. Di vê qonaxê de rejîma faşîst ya Tirkiye tecrîda Rêber Apo gihandiye asta herî zêde û ev şewat mezinbûna metirsiya li ser Rêber Apo nîşan dide. Ji ber vî tê hêvîkirin ku ji vir û şûn de çalakiyan di asta cîhanî de ji bo şikandina tecrîdê berfireh bibe.

'EV ŞEWAT GEŞKIRINA ŞER Û KOMPLOYA LI DIJÎ GELÊ KURD '

Bi berdewamî nirxandina Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Rêwar Awdanan wiha ye:

''Rejîma faşîst ya Tirkiye her tim dema ku dikeve nav tengasiyên dijwar û darbe dixwe bi rêya hedefgirtina Rêber Apo û gelê Kurd xwestiye ji tengasî û qeyran xwe xilas bike. Wisa lê hat ku Rêber Apo di Imralî de jahrkirin. Rejîma dagirker ya dewleta Tirk di qonaxa heyî de pir zêde ketiye nava tengasiyekî mezin. Wisaa lê hatiye ku di nava çiravê de bi taybetî li Îdlib û Lîbya yê de ne dikare paş ve biçe û nedikare pêş ve biçe. Di nava çiravê de, ku bixwe ava kiriye ketiye sekeratan. Ji ber vê bi listokên metirsîdar û bi avakirina rewşek şîlo dixwaze xwe ji vê tengavbûnê xelas bike. Şewata li Imralî pêk hatiye sedem çi dibe bila bibe, gelê me wê teqez destûr nade ku rejîma Tirkiyê xwe bi awayekî hesan ji berpirsyartiya vê rewşê xelas bike. Ev şewat jî pêwist e wek geşkirina agirê şer û komplo li dijî gelê Kurd were famkirin.

Lazim e rejîma Tirkiyê dest ji nêzîkatiya dijî mirovahî ya li ser Rêber Apo berde. Ji ber ku ev nêzîkatiya dij mirovî li ser Rêber Apo tu encamekî xwe nîne, kîn û nefreta gel li hember faşîzmê bilindtir dike.

Pergala îşkence û îzolasyona li Imraliyê lutkeya berdewamiya siyaseta qirkina gelê Kurd e. Bê serok, bê welat, bê ziman û bindest hiştina gelê Kurd bingeha esasî ya berdewamiya modela netew-dewletê ya Rojhilata Navîn e. Sîyaseta hegemonya û dagîrkerî di Rojhilata Navîn de bi rêya bêçareserî hiştina pirsgrêka Kurd pêk tê û sîstema sermayedariya global ev yek bi rêya berdevam kirina tecrîda li ser Rêber Apo dide meşandin. Bi vê şêwazê dixwazin Kurdan û hemû gelên Rojhilata Navîn bi dorpêça şerê cîhanî ya 3'an ferî îzolebûyînê, esaret û bêdengiyê bikin. Bi sîyaseta tecrîdkirina Rêber Apo dixwazin pêşiya pêşketina şoreşa Kurdistanê û avetina gavên azadixwaziyê di heremê de bigrin.

Rewşa tu zindaniyekî sîyasî ne weke rewşa Rêber Apo ye. Ji ber ku tu pirsgirêkek wekî pirsgirêka Kurd dijwar û aloz nîne. Tu kes wekî Rêber Apr ji bo çareserkirina vê tênekoşaye. Cîhana kapîtalîzm cîhanêkî sar, bêrih û hov e. Di nava vê cîhanê de cîhekî ji bo Kurd û Kurdîstan nîne. Di cîhana kapîtalîzmê de Kurdê azad nasnameya herî qedexekirî ye. Bi hedef girtina Rêber Apo nasnameya Kurdê azad tê hedef girtin, dilê Kurd û Kurdistanê tê hedef girtin. Rawesta li ecrîda Rêber Apo, rawesta li ser qirkirina gelê Kurd û bêhiquq hiştina gelê Kurdistanê ye. Ji ber vê binirxtirîn û pîroztirîn xebat ji bo gelê me tekoşîna li herberî tecrîd û şikandina vê ye. Erka herî lezgîn ji bo her Kurdekî/e azadîxwaz, hemû raya demokratîk û cîhanî ew e ku di derbara rewşa Imralî û şewata ku çêbûye seknekî radîkal nîşan bide. Heya şikandina tecrîda heyî û hevdîtina parêzeran bi Rêber Apo re pêwîste çalakî geş û berfireh bibin.''