Hewîce bi temamî hate rizgarkirin

Fermandarê Heşdî Şebî ragihand ku wan tevahiya navçeya Hewîce ya Kerkûkê rizgar kirine.

Fermandarê Heşdî Şebî ragihand ku wan tevahiya navçeya Hewîce ya Kerkûkê rizgar kirine. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin;

 "Em mizginiyê didin gelê Iraqê,  navçeya dawiyê ya di destê DAIŞ'ê de mayî bi temamî hate rizgarkirin."

Navçeya Hewîce ji sedî 33'yê parêzgeha Kerkûkê pêk tîne. Ji Tîrmeha sala 2014'an ve di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye. Di 21'ê Îlonê de ji aliyê arêşa Iraqê ve operasyona rizgarkirina navçeyê hatibû destpêkirin.