Hevserokên HDP'ê yên Bazîd radestî dozgeriyê hatin kirin
Hevserokên HDP'ê yên Navçeya Bazîdê Abdullah Ekelîk û Gonul Ozturk ên doh hatin destgîrkirin, radestî dozgeriyê hatin kirin.
Hevserokên HDP'ê yên Navçeya Bazîdê Abdullah Ekelîk û Gonul Ozturk ên doh hatin destgîrkirin, radestî dozgeriyê hatin kirin.
Li navçeya Bazîd a Agiriyê, Hevserokên HDP'ê yên navçeyê Abdullah Ekelîk û Gonul Ozturk doh hatin destgîrkirin.
Piştre avêtin ser avahiya HDP'ê ya navçeyê, gelek pankart, dowîz û ewraqên fermî desteser kirin.
Hevserokên ku birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê, radestî dozgeriyê hatin kirin.
Hate ragihandin ku Ekelîk beriya hefteyekê ji ber kezebê emeliyat bûbû.