Hevserokên DBP'î yên Wanê 'ji ber meşê' ketin ber lêpirsînê

Dadgeriya Tirk, têkildarî çalakiya ku li Wanê ji bo yekîtiya neteweyî hate lidarxistin dest bi lêpirsînê kir û ji bo îfadeyê bidin bang li Hevserokên DBP'ê yên Wanê Gulderen Varli û Çetîn Ûyar kir.

Di 8'ê Çileyê de ji bo yekîtiya neteweyî li Wanê meşeke girseyî hatibû lidarxistin û tevî Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk, Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP'ê bi hezaran kes tevlî bûbûn.

Têkildarî vê meşê ku bi dirûşma "Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye" hate lidarxistin, dadgeriya Tirk dest bi lêpirsînê kir.

Di çarçoveya lêpirsînê de bang li Hevserokên DBP'ê yên Wanê Gulderen Varli û Çetîn Ûyar kir ku îfadeyê bidin.