Hevserokên DBP’ê ji bo Talebanî nameyeke sersaxiyê şandin
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Sebahat Tûncel û Mehmet Arslan ji bo Celal Talebanî nameya sersaxiyê şandin.
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Sebahat Tûncel û Mehmet Arslan ji bo Celal Talebanî nameya sersaxiyê şandin.
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Sebahat Tûncel û Mehmet Arslan ji bo Celal Talebanî nameya sersaxiyê ji Hêro Talabanî û ji Sekreteriya Giştî ya YNK’ê re şandin.
Tirkiya nameyê wisa ye:
“Ji rêzdar Hêro Talebanî û Sekreteriya Giştî ya YNK’ê re,
Wefata Celal Talebanî yê ku emrê xwe têkoşîna azadiyêya gelan û yekîtiya neteweyî, bi qasî malbata we, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û hemû Kurdên li cîhanê windahiyeke mezin e. Ji ber vê em xemgîn in.
Ji ber ku hevseroka me Sebahat Tûncel ji salekê zêdetir e di girtîgehê de ye û ez jî derketina min a derketina derveyî welat hatiye qedexekirin, me nekarî em werin ba we.
Wê têkoşîna Mam Celal bi sedan salan neyê jibîrkirin û hesreta wî ya yekîtiya neteweyî wê rojekê teqez pêk were.
Em li ber bîranîna Mam Celal kemberbest dibin û di şexsê we de ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”