Hevserokên Bajêr ên HDP’ê ya Amedê hatin girtin

Hevserokên Bajêr ên HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan hatin girtin.

Hevserokên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik û Hevserokên Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya yên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê rêve dibir de, 22’ê Cotmehê di encama serdegirtinên avahiyên partiyan de hatibûn destgîrkirin, piştî 8 rojan îro sewqî edliyeyê kirin.

Hevserokên HDP’î yên bi hinceta posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi dîwarên kolanên navçeya Sûrê ve hatibûnkirin li avahiyên partiyê hatine amekirin, tên sûcdarkirin. Hevserokên Bajêr Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Hevserokên Navçeyê Sizici û Kaya jî bi daxwaza berdana bi şertê di bin kontrola edlî de sewqî dadgehê kirin.

Hevserok Alokmen û Ceylan ên ku derxistîn dadehê bi îdîaya “endambûna rêxistinê” hatin girtin. Sizici û Kaya jî bi şertê qontrula edlî hatin berdan.