Hevşaredarên Qersê bi personelên şaredariyê re civiyan

Hevşaredarên HDP’ê yên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen bi personelên şeredariyê re civiyan.

Hevşaredarên ku Midûrê Tîmên Agirkujiyê û Şefên Paqijiyê ziyaret kirin, li salona konferansê ya şaredariyê daxuyaniyek kurt dan.

Hevşaredar Şevîn Alaca got: “Em partiyekin ku kedê didin. Rêz ji keda her kesê re digirin. A girîng xizmeta ku em bikin.”

Ayhan Bîlgen jî ê silav da xebatkarên şaredariyê û got: “Ne nasname, ne jî reng û ne jî ola xebatkaran me têkildar dike. Tişat ku me eleqedar dike karê tê kirin an ne.”