Hevşaredarên HDP'yî name ji şaredarên Ewropî re şandin

Hevşaredarên HDP'î yên qeyûm li şûna wan hatin bicihkirin, nameyek ji şaredarên Ewropî re şandin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ku bi darbeya qeyûm ji wezîfeyê hatin dûrxistin, nameyek ji şaredarên Ewropî re şandin.

'EV BIRYAR DARBEYEKE HIKUMETÊ YE'

Name di serî de şaredarên Barcelona, Parîs, London, Stockholm, Oslo, Roma, Mîlano û Venedîkê ji gelek şaredarên Ewropî re hate şandin. Di nameyê de hate gotin, li Amed, Mêrdîn û Wanê 3.8 milyon Kurd hene, sê bajarên mezin ên Kurdan e û hate destnîşankirin, ku her sê bajar kelehên HDP'ê ne.

Hin ji beşên nameyê wiha ne:

"Di hilbijartinên şaredariyan ên 31'ê Adara 2019'an de li van bajaran em bi rêjeyeke bilind a dengan bi ser ketin; li Mêrdînê 56.24 ji sedî, li Amedê 62.93 ji sedî, li Wanê 53.83 ji sedî em bi ser ketin. Di 19'ê Tebaxa 2019'an de ji wezîfeya xwe hatin dûrxistin û hikumetê qeyûm li şûna me tayîn kir. Meclîsên me yên şaredariyan bi binpêkirina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û bi binpêkirina Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropayê bi biryareke kêfî hatin betalkirin. Em vê biryarê weke darbeyeke hikumetê dibînin. Ev yek mînaka dawî ya êrîşên rejîma Erdogan e ku salên dawî li dijî demokrasiyê û bi taybetî îradeya demokratîk a gelê Kurd hatiye kirin.

'JI 102 ŞAREDARIYAN LI 95 ŞAREDARIYAN QEYÛM HATE TAYÎNKIRIN'

Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an Hevserokên me yên wê demê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên me û hevşaredarên me bi rengekî nehiqûqî hatin girtin, li 102 şaredariyên me li şûna 95 ji wan qeyûm hate tayînkirin.

Di navbera salên 2016 û 2018'an de li Şaredariyên Kurdan di dema du sal û nîvan ên qeyûm de ne tenê demokrasiya xwecihî hate astengkirin di heman demê de bi karê nelirê binesaziya şaredariyên Kurdan jî hatin têkbirin.

HEWLDANA JI BO BÊDENGKIRINA MÛXALÎFAN

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezîrê Karên Hundir de ku fermana dûrxistina me ji wezîfeyê û tayînkirina qeyûman eşkere kir, îdîa dike ku 'pêwendiya me bi terorîzmê re heye'. Çavdêrên mafên mirovan ên navneteweyî û xwecihî jî balê dikişînin ser wê yekê ku rejîma Erdogan bi qanûnên 'têkoşîna li dijî terorê' yên ku berfireh in û nediyar in çawa hewl dide rojnamevanan, entellektuelan, parêzvanên mafên mirovan an jî siyasetmedarên mûxalîf bêdeng bike.

'PROTESTOYA GEL TEHEMÛL NAKIN'

Weke ku hûn jî zanin di nava demokrasiyê de 'mafê hilbijartinê' mafekî bingehîn e. Yên hatine hilbijartin ji aliyê gel ve dikarin ji wezîfeyê bên dûrxistin. Di van rojên ku me ev name ji we re nivîsî de, desthilatdariya AKP'ê ya ku ji bikaranîna mafê protestoya demokratîk a gel tehemûl nake, bi tundî êrîşî parlamenterên me, hevşaredarên me û gel dike.

'PIŞTEVANÎ DIBE SEDEMA MORALÊ'

Em hîs dikin ku ji derveyî sînor dengê piştevaniyê tê. Hewldana rojevkirina mijarê li welatê xwe, avakirina têkiliya piştevaniyê yan jî serdana we ya li bajarên em lê hatine hilbijartin wê piştevaniyê xurt bike û me kêfxweş bike. Şert û mercên li welatê me gelekî zehmet jî bin wê têkoşîna demokrasî, edalet û aştiyê bi ser bikeve."