Hevşaredarê Gundikê Melê hat binçavkirin
Hevşaredarê bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê Abdullah Tûnç û 2 kes hatin binçavirin.
Hevşaredarê bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê Abdullah Tûnç û 2 kes hatin binçavirin.
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser Şaredariya Bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê û avahiyên HDP û DBP'ê.
Leşkerên Tirk piştî lêgerînê, Hevşaredarê Gundikê Melê Abdullah Tûnç, Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Bajarok Sadûn Sezer û xwediyê avahiyên ku rêxistinên DBP û HDP'ê de ne Mehmet Îşçen binçav kirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Jendermeyan a li Gundikê Melê.