Hevşaredara Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan: Dayik bi biryarin çalakiya xwe bidomînin

Îlhan: Dayik ji bo şikandina dorpêç û bi dawîkirina ambargoya der hiqûqî û mirovî ya li ser wergehê, 7 roj in bi coş, kelecan, vîn û helwesteke zelal li ber xwe didin. Tevî hemû astengiyan dayik bi biryarin çalakiya xwe heta encam bigirin bidomîne.

Hevşaredara Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan a ji roja yekem ve cih li gel Dayikan Aştiyê digire û piştevaniya wan dike, li ser çalakiya dayikan nirxandinên girîng kir: Arzû Îlhan got: “Helwesta dayikan, helwesteke bi rûmet, xwedî vîndarî, watedar û nirxedar e. Lewre bedelên ji ber vê ambargoyê pêk hatî, ji bo wargehê giran bûn.”

Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo vê helwest û nêzikatiya bêhiqûqî û ne mirovî protesto bikin, xwestin bimeşin Hewlêrê. Lê belê asayişa PDK’ê pêşî li dayikan girt û nehişt ji derketina wargehê wêdetir biçin. Lewre dayikan jî li ser rêya Mexmûr û Hewlêrê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin û çalakiya wan ketiye roja 7’an.

Hevşaredara Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan li ser çalakiya Dayikên Aştiyê bersiva pirsên me dan.

Ev bû çend roj ev çalakiya we didome? Armanca we ji vê çalakiyê çi ye?

Weke tê zanîn ev 7 roj in çalakiya Dayikên Aştiyê ya li dijî ambargo û dorpêça li ser wargehê ya ku ev 52 roj in, bi awayekî bê hiqûqî û dij mirovane tê pêkanîn, didome. Lewre di 1’ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanê de komeke Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê, xwestin bi daxwaznameyekê xwestek û dilgiraniya xwe ya li dijî vê ambargoya dij mirovî, zerer û ziyana ku wargehê ji ber vê ambargo-dorpêçê dîtî, bi şandeyekê bi dezgehên pêwendîdar re hevdîtinê çêbikin û di derbarê rewşa heyî de bibin xwedî agahî. Lê belê dema ku dayik gihaştin benda asayîşa PDK’ê ku 10 km nêzî wargehê ye, em hatin rawestandin û di encama hemû hewldan û nîqaşan de, berpirsyarên asayîşa PDK’ê daxwazên me ji nedîtî ve hatin, xwestin rageşiyê derxin. Destwerdan û êrîş li dayikan kirin, derb kirin. Dayikan jî bertek nîşanî vê êrîşkariyê da û bi biryardariya ku heta encamekê ji vê rêgiriya bê hiqûqî û helwesta dij mirovane ya li dijî wargehê negirin, wê li ber benda asyîşa PDK’ê çalakiya rûniştinê pêk bînin û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Piştî çalakiya rûniştinê destpê kirî, bi qaymeqamê navçeya Mexmûr re hevdîtinek hate çêkirin ku em bikarin di derbarê mijarê de xwe bigihînin cihê pêwendîdar. Lê belê tevî di hevdîtinê de soz dan ku wê ji bo me bi aliyên pêwendîdar re têkiliyê deynin û rewşê ragihînin jî, ev bû 7 roj in çalakiya me berdewam e, lê heta niha bi çi şêwazî ne hevdîtinek, ne jî hewldaneke ji bo çareserkirina pirsgirêkê nehatiye kirin.

Ev bû nêzî du meh in wargeh di bin dorpêç û ambargoyeke giran a dij mirovî û bêhiqûqî de ye, niha li wargehê rewş çiye. Ji ber vê ambargoyê pirsgirêkên çawa rû dane, mexdûriyeta şêniyên wargehê di çi astê de ye?

Rewşa wargehê ya ku ev 52 roj in di bin ambargo û dorpêçê de dijî, bêguman rewşeke metirsîdar li ser wargehê çêdike. Lewre me bi vê çalakiyê xwest ku rewşa heyî hîn zêdetir rewşa metirsîdar derbas neke, çalakiyeke wiha da destpêkirin. Lewre weke raya giştî dizane, ji 18’ê Tîrmehê ve bi ti awayî rê li ber çûn û hatina wargehê nehatiye vekirin. Pêwîstiyên wargehê yên xwarin û vexwarin, tenduristî, perwerde, ewlekarî hwd bi çi şêwazî nehatine pêşwazîkirin û pêkanîn. Bi destpêkirina rêgirtin û ambargoya li ser wargehê re êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker jî li ser wargehê pêk hatin. Bi van êrîşan re metirsiya li ser wargehê ya mirovî, pirsgirêka ewlehî jî lê zêde bû û bi xwe re metirsiyên mezintir anîn. Di nava van 52 rojan de bêguman bedelên giran hatin dayîn ku mirov canê xwe ji dest bidin. Ji pêwîstiyên xwarin-vexwarin û hatin-çûyînê zêdetir, pirsgirêkên tendirûstî yên rû dayîn û bedelên giyanî yên me dayîn, gelê wargehê diêşîne û jiyana wan bêtir dixe nav metirsiyê. Heta niha du (2) zarokên hêj ji dayik nebûyî, ji ber rêgirya PDK’ê ya li ser wargehê, di zikê diya xwe de jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kesên ku nexweşiya wan a xeternake, ji bo ku destûra çûyîna wan a nexweşxanê nayê dayîn, nexweşiya wan gihiştiye asteke xedar. Mînak, du (2) nexweşên gurçikê hene ku divê her du rojan carek bikevin makîneya diyalîzê lê belê ji ber rêgiriya 53 roj in didome, nekarîne biçin nexweşxanê. Çend caran piştî ku qayemeqam û bijîşk ketine navberê, ev nexweş çûbin kontrolê jî lê belê vê rêgiriyê zerereke cidî daye tenduristiya wan ku bi rêkûpêkî tedawiya wan nehatiye kirin.

Her wiha bi vê ambargo û dorpêçê re bi sedan welatiyên wargehê yên Hewlêr hwd dixebitîn ji kar hatin derxistin. Bi sedan karker nekarîne biçin ser karê xwe, lewre ji kar hatine derxistin û ziyaneke mezin a madî gihaştiye şêniyên wargehê. Dîsa di aliyê pîskolojîk de jî bandoreke gelek mezin a neyînî çêkir. Lewre 52 roj in gelê wargehê di zindaneke serverkirî de ye û ji hemû mafên xwe yên mirovane bêpar hatiye hiştin, ji hemû metirsiyan re jî vekiriye. Ev ambargoya ku nêzî du mehan e didome, fikara ku dibe metirsiyên mezintir jî li ser wargehê pêk bên, çêdike. Lewma em baş dizanin ku balafirên dewleta Tirk bi hêsanî dikarin bên û wargehê bomberdûman bikin. Heta guman û fikarên ku bi şêwazên cêwaz metirsiyê li ser wargehê çêbikin derdixe holê. Tevahiya van bûyer û rûdanan di encama vê ambargo û dorpêçê de pêk hatine. Lewre mexdûriyeteke gel a tenduristî, civakî, aborî, perwerdehî, ewlehî hwd pêk hatiye. Ji van jî wêdetir di encama vê ambargoya 52 rojan de, me du (2) zarokên ku hêj çavên xwe li jiyanê venekirî winda kirin. Bêguman ev bûyerên biêş, bûyerên ku divê wijdana mirovahiyê biêşînin û bûyerên ku metirsiyên li ser wargehê hîn mezintir dikin.

Gelê wargehê çawa debara xwe dike? Pirgirêkên xwe yên tenduristiyê çawa çareser dike. Em dizanin ku heta niya du dayikan ji ber rêgiriya PDK’ê zaroka wan ji ber wan çûye, mirine, dayikek jî li ber seytereyê zaroka xwe aniye dinê?

Di mijara aboriyê de, weke me gotî vê ambargoyê derb li aboriyê wargehê jî daye. Gelê wargehê hewl dide bi derfetên kêm û tasarûfên cur bi cur debara xwe ya rojane bike, pêwîstiyên xwe yên rojane pêk bîne. Di her hêlê de zehmetî hebin jî, heta niha herî zêde ji aliyê tenduristiyê ve gelê wargehê tengasî kêşaye, dikêşe. Lewre weke me gotî niha bi dehan nexweşên giran ên weke nexweşên şekir, nexweşên gurçik, nexweşên dil, nexweşên mejî û nexweşiyên ku her tim divê di bin kontrola bijîşkan de bin û tedawiya wan bê kirin, hene. Ji bo derfeta wan niha nehatiye hiştin, nexweşiyên wan girantir bûne. Ev rewş jî metirsî û dibetiya mirinan derdixe holê. Her wiha hinek kesan ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, bi nexweşiyên veneger ketine û canê xwe ji dest dane.

Mînak, di aliyê peydakirina pêwîstiyên jiyanî de pirsgirêkên mezin rû dane. Me beriya niha jî gelek caran ji raya giştî re ragihandibû; ava wargehê ya ku tê de bibpirsgirêk çêbibû, ango jêdera avê ya tê wargehê nêzî 11 km dûrî wargehê ye. Weke şaredarî, bi dehan caran me xwest biçin çavkaniya ava xwe kontrol bikin, paqijî û venêrîna wê bikin. Lê belê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve destûr nehat dayîn. Lewre me nekarî em pirsgirêka avê çareser bikin û di dabînkirina pêwîstiyên gel ên avê de bikarin çareseriyeke baştir bibînin.

Li gorî agahiyên me girtî heta niha we gelek caran ji bo bi wan re bicivin û hevdîtinê bikin serî li rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê daye. Heta niha, bi hikumeta Kurdistanê, an bi dewleta Iraqê û  ji NY’ê ti hevdîtin pêk hatine, yan jî bersivek dane we?

Ji roja destpêkê ya ambargoyê heta niha gelek caran me xwest bi aliyên pêwendîdar re bikevin pêwendiyê, rewşê nîqaş bikin, fêm bikin û çareseriyekê pêş bixin. Lê belê nêzî 2 meh in bersiva ti serlêdanên me nehatiye dayîn. Hêj sedema rewşa heyî çiye em nizanin, ango bersivek ji me re nehatiye dayîn. Heta ne bersivek ji me re hatiye dayîn, ne jî daxuyaniyeke rayedaran çêbûye ku ev ambargo ji ber çi ye, çima ev rêgirî tê kirin, pêk nehatiye. Ji roja destpêkê ve gelek hewldanên me yên fêmkirina mijarê û çareseriyê çêbûn lê belê aliyê pêwendîdar bersiv nedan van hewldanên me. Ne tenê rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê, heta niha ev rewş bi dehan caran bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re hatine parvekirin; dîsa bi hikûmeta navendî ya Iraqê re hatiye parvekirin û metirsiyên heyî bi awayên fermî û dosyayî hatine ragihandin. Her wiha bi hemû sazî, dezgeh, partî û rêxistinên sivîl ên Başûrê Kurdistanê re jî hatine parvekirin û hevdîtin hatine kirin ku destwerdana vê rewşê bê kirin ku dawî li vê bêhiqûqiyê bê. Heta bi partiyên hevparê hikûmeta Başûrê Kurdistanê re hevdîtin hatin kirin û rewş hat ragihandin ku bikaribin destwerdana vê rewşa dij mirovane bikin. Dîsa hem bi rêya nameyan, hem jî bi rêya şandeyan, rewşa wargehê ji sazî, dezgeh, partî û rêxistinên dewletên Ewropayê re hatiye ragihandin û parvekirin. Lê belê heta niha ji ti aliyan bersivek nehatiye. Dîsa ji aliyê pêwendîdar ku rêgiriyê dike û ambargoyê pêk tîne jî heta niha ti bersiv nehatiye dayîn.

Di hevdîtin û parvekirinên ji tevahiya van sazî û rêxistinan re tenê bersiva, ‘Em rewşa heyî dişopînin. Hewldanên me hene’ hatiye dayîn. Lê em ji bîr nekin ku ev du (2) meh in, civakek, wargeheke di bin ewlehiya NY’ê de di bin ambargo, dorpêç û tecrîdeke girankirî de ye û bi êrîşên dij mirovane re rû bi rû dimîne.

Ji bo wê jî ne ji hêzên xwecihî, ne yên navneteweyî yên mafê mirovan û ne jî hêzên pêwendîdar ên weke dewleta Iraqê, hikûmeta Kurdistanê û NY’ê ji bo çareseriya pirsgirêkê bersiveke têrker nehatiye dayîn.

Hûn ji destpêkê ve bi Dayikan Aştiyê re ne, li gorî çavdêriyên we bi vê çalakiyê divê helwest û hewldana dayikan a çareseriyê çawa bê nirxandin? Heta kengê wê ev çalakî bê domandin?

Em ji roja destpê heta niha bi Dayikên Aştiyê yên çalakiya rûniştinê dane destpêkirin re ne. Ev helwestda dayikan, helwesteke bi rûmet, xwedî vîndarî, watedar û nirxedar e. Lewre bedelên ji ber vê ambargoyê pêk hatî, ji bo wargehê giran bûn. Nexasim jî windakirina pitikên hêj ji dayik nebûyî, li ser tevahiya wargehê, bi taybet jî li ser dayikan bandareke mezin çêkir. Roja destpêkê, dema me xwestî bimeşin, asyîşa PDK’ê êrîşî dayikan kir û li dijî dayikan serî li tundiyê da, dayik derb kirin. Lê belê dayik, ji ber van sedemên me gotî, bûn xwedî sekn û helwesteke watedar. Dayik bûne xwedî wê helwest û armancê ku vê tecrîda dij mirovane ku li gelê wargehê tê ferzkirin, bişkînin û bi sekna xwe ya bi rûmet bibin sedem ku çareseriyek pêş bikeve. Lewre 7 roj in bi coş, kelecan, vîn û helwesteke zelal ya li dijî tecrîd û dorpêça li ser wargehê, li ber xwe didin. Li dijî hemû astengî zext û pêkûtiyan çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û bi biryar in ku heta çareseriyê dev ji çalakiya xwe bernedin. Ligel ku du (2) dayik nexweşiyên xwe yên tansiyon û şekir hene jî, dayikên din xwest van her du dayikan bişînin malê ku nexweşiya wan girantir nebe. Lê belê tevî israra zêde jî, dayikan dev ji çalakiya xwe berneda. Bi kurtasî dayik bi biryar diyar dikin ku heta helwesteke erênî li beranberî vê bê hiqûqî û dij mirovatiyê bibînin û bigihin armanca xwe wê çalakiya xwe bidomînin. 

Duh şandeyeke ji parlamenterên jin ên HDP’ê pêk dihat hate serdana dayikan, naveroka vê hevdîtinê çi bû û hevdîtin çawa derbas bû?

Belê, şandeyeke ku ji parlementerên jin ên HDP’ê Êlihê Feleknas Ûca, parlementera Amedê Semra Gûzel, parlementera Şirnexê Nûran Îmîr û hevşardara Nisêbînê Parêzer Semîre Nêrgiz, di çarçoveya rêzeserdan û hevdîtinên xwe de duh ligel Nûnera HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Muzeyen Guneş destpêkê çûn serdana wargehê û piştî wê jî hatin serdana dayikên çalakiya rûniştinê pêk tînin. Şandeyê da zanîn, “Li Başûrê Kurdistanê têgihiştineke mîna ku li ser wargehê ambargo, dorpêç û rêgirî nîn be, hatiye çêkirin. Lewre berteka raya giştî û rêxistinên jinan pêş neketiye.” Nexasim seroka Parlemena Herêma Kurdistanê Rêwaz Faîk, ji şandeya jinan re gotiye ku bi ti şêweyî rêgirî û ambargo li ser wargeha Mexmûrê nîne û agahiyeke ku wargeh di dorpêçê de ye negihiştiye ber destê wan. Lê belê tişta balkêş ew e ku şandeya HDP’ê ya xwestî bê wargehê, bi qasî saetekê hat rawestandin û ketina wê ya Hewlêrê hate astengkirin. Lewre şandeyê di serdana xwe ya dayikan de piştgiriya xwe raber kir û diyar kirin ku agahiyên rayedarên hikumeta Kurdistanê dayî, ne rast in. Lewre bi çavên xwe rewşa wargehê dîtine û bûne şahidê ambargo û rêgiriyê û ew bi xwe jî bûne mexdûrê van pêkanînan. Li ser wargehê rewşeke dij mirovane tê meşandin.

Başe, di demek wiha de ku herî zêde pêwîstiya Kurdan bi yekîtiya neteweyî heyî de, li dijî dagirkeriyê pêwîstî bi helwesteke neteweyî heye; li gorî we armanca vê ambargo û dorpêçê çi ye?

Bêguman ambargoya li ser wargehê heyî, li ser rewşa giştî ya înkar û îmhakirina gelê Kurd qut û serbixwe nîne. Di vê mijarê de dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya Tayîp Erdogan, dixwazeke hêzeke bi afirandina kesayetiyeke noker, hevkar ku bi destê wan têkoşîna Kurdê azad têk bibe, nirxên Kurd û Kurdistanê ji holê rake û bixe metirsiyê, biafirîne. Lewre hemû destkeftî û hebûna Kurdê azad bûne armanca êrîşan. Lê belê em baş dizanin ku bi dehan caran ev lîstok, êrîş û komplo hatine kirin. Lê belê ya girîng ew e ku gelê Kurd li kû derê be, di bin kîjan şert û mercan de be xwedî wê feraset, bawerî û têgihiştinê ye ku li dora nirxên yekîtiya neteweyî bibe yek, li ber xwe bide û van êrîş û lîstokên qirêj vala derxe. Dikare bi her awayî rûyê rast ê vê kesayeta noker û hevkar ku aşiqê celadê xwe ye, derxe holê. Lewre em bi hêsanî dikarin bibêjin ku heke Bakurê Kurdistanê nebe wê Başûr jî nebe, heke Rojava nebe wê Rojhilat nebe; heke Kurdê azad nebe, xeyalên civaka Kurd, gelên Kurdistanê yên azadî, demokrasî û jiyana wekhev pêk neyên û jîndar nabin. Lewre heta Kurdekî azad hebe û li kû derê be, dibe hedafa êrîşên dijminan. Êrîşên li ser wargeha me jî parçeyek van polîtîka û pêkûtiyan e. Lewre em bi hêvî û bawer in ku gelê Kurd wê bikare li hemberî dorpêça li ser Kurd û Kurdistanê, ambargoya li ser wargeha Mexmûrê û dagirkeriya başûrê Kurdistanê bi giyaneke yekdestî û yekîtiyê vê dorpêç û qirkeriyê bişkîne ku em bikaribin li kurdistaneke azad bi rûmet û vîna xwe bi azad bijîn.

Niha pêwîstiya wargehê bi çi heye?

Weke beriya niha jî min bilêv kirî, ev bû nêzî du meh in ku çûn û hatina li wargehê hatiye astengkirin. Lewre pêwîstiya wargehê bi dermanên nexweşxanê, bi xurek û qût heye. Pêwîstî bi tedawîkirina nexweşan û pêwîstiyên jiyanî heye. Dîsa bi lezgînî têkûzkirina ewlehiya wargehê heye.

Bangawaziyên we ji hêzên neteweyî û navneteweyî çi ne, divê çi bê kirin?

Banga me ji hemû hêzên neteweyî ew e, çawa ku dijminên gelê Kurd bi yekpare êrîşî hebûna gelê Kurd dikin; divê gelê Kurd jî bikare bi yek dengî, bi yek rengî li hemberî hemû êrîşên li ser gelê Kurd bisekine. Çi li Bakur, çi li Başûr, çi li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê û çi jî êrîşên li ser wargeha me pêk tên bi yek dengî bi helwesta neteweyî bê nîşandan ku em bikaribin faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk bişkînin, têk bibin.

Ji raya giştî ya cîhanê û hêzên navneteweyî re jî  ku xwedî angaşta parazvanên azadî û demokrasiyê ne, bangawaziya me ew e ku li hemberî vê dagirkerî û faşîzma AKP-MHP’ê, ango qirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemînin. Nexasim jî li hemberî vê ambargo û dorpêça li ser wargeha me, bibin xwedî helwest û bikevin nav tevgerê.