Hevrêyên te ber bi Reqa ve diçin Ezîz

Hevrêyên Nadir Şêx Hesen, ango Ezîzê Ereb yan jî Heval Ezîz îro ber bi Reqa ve diçin.

Lehengên bêdeng, bê nav ên şoreşê hene, carinan di weneyekî de ku bi dîwarekî ve hatiye zeliqandin mirov wan dibîne, carinan li ser pankartekê, carinan jî di arşîva kovarekê de mirov li ser şopa wan rast tê. Pir in. Nadir Şêx Hesen, ango Eîzê Ereb an jî Heval Ezîz jî yek ji van e.

Çavê hemû dinyayê li ser Reqqayê ye ku taritiya DAIŞ’ê ew ji xwe re kiriye paytexta rejîma xwe. Di rewşeke wiha de ku tê pirsîn kî wê tevlî operasyonê bibe, wê çawa were rizgarkirin, piştre kî wê bi rê ve bibe, hêzên herêmê jî bi êrîşkariyeke agresîf, şantaj û gefê dikin yek lê QSD ya bi pêşengiya YPG’ê Qonaxa 4’an a Xezeba Firatê didomîne. Belkî jî nûçeyên şehîdbûnê yên ku li pey hev tên, kes nabîne, merasîmyên şehîdan ên li Qamişlo, Serêkaniyê, Hesekê, Girê Spî û Kobanê. Zêmar, dirûşm, sondên tolhildanê û lîlandin. Helbet çavê hemû Kurdên xwedî heysiyet, guhê wan, dilê wan li ser Reqayê ye.

Şoreşa Rojava şoreşa ji nû ve avakirinê ye, şoreşeke wiha ye ku bi êrîşa her rengî û berxwedan bêhempa di demeke kurt de pêk hatiye. Keç û kurên herî wêrek, herî fedekar û herî zana ê gelê Kurd, li Sûriyê, ki nav çolan, li ecacokê ku çav çavan nabîne, di serma û seqemê de li çi digerin? Dijmin jixwe vê pirsê dike lê carinan dost jî dipirsin. Beriya bi 35 salan jî pirsên wiha hinan dipirsîn. Ên ku li pey bersivê çûn xwe di nav Têkoşîna Azadiya Kurd de dîtin. Yek ji van jî Nadir Şêx Hesen Ereb bû, bi gotina hevrêyên wî Ezîzê Ereb.

Nadir Şêx Hesen ku dê û bavê wî herî pir ji wî hez dikirin di nav zarokên xwe de. Di nav PKK’ê de bi navê Ezîzê Ereb, bi gotina hevrêyên wî Hevalê Ezîz bang lê dikirin. Belkî jî bersiva pirsên li jorê bi nasîna vî karekterî, vî şoreşgerî mezin hinekî dîtir were fêhmkirin.

Lehengên bêdeng, bê nav ên şoreşê hene, carinan di weneyî de ku bi dîwarekî ve hatiye zeliqandin mirov wan dibîne, carinan li ser pankartekê, carinan jî di arşîva kovarekê de mirov li ser şopa wan rast tê. Pir in. Nadir Şêx Hesen, ango Eîzê Ereb an jî Heval Ezîz jî yek ji van e. Pora wî ya ber bi paş ve hatiye şikandin, camên rengîn ên berçavkên wî ku awirên wî vedişêre, çavên rengîn ên li pişt caman, ev e Ezîzê me. Dema ku mirov ji nêz ve li resim dinere ciwanekî Ereb li parkekê rûniştiye di bihara ciwantiyê de. Belkî gelek caran li vî resmî nerîbe, lê bawer dikim ku têra xwe neneriye, nas nekiriye û fêhm nekiriye.

EZÎZÊ ME RONKAHIYEK E

Lê di vê qirkeriya Rojhilat Navîn de, di çareserkirina pirsgirêkên netewî, civakî, aborî, siyasî û sincî de ku têra xwe giran bûne, Ezîz ji bo me hişmendî, ronkahî, hêza çareseriyê ye Ezîz.

Heval Ezîz, 1964’an li gundê Miremîn ê di navbera Efrîn û Ezazê de li malbeteke hejar tê dinê. Li rojhilatê gundê Mireminê Efrîn a Kurd, li bakur û başûr gelên Ereb û Tirkmen dijîn. Heval Ezîz dibistana seretatî li gund dixwîne, biaqil û zîrek e. Dêhn û bala wî li ser jiyana gund û derdorê ye. Serê xwe li ser pirsan, neheqiyan, newekheviyan diêşîne. Di nav malbatê de jî hin xizmên wan hene ku heman rapirsînê dikin. Piştî dibistana seretayî derbasî Efrînê dibe û dibistana navîn berdewam dike. Di dibistanan de her sibeh dirûşmên rejîma BAAS ên nîjatperest, şownî bi zarokan didine qêrandin. Hewl tê dayin ku her kesî bikin Ereb. Ev tişt bi piranî li wan dibistanan tê kirin ku xwendekarên wê bi piranî Kurd in. Rastiya Kurd li Efrînê tim hişê wî mijûl dike. Piştre li Helebê dibistana xwe didomîne.

ÊDÎ KOMÎNÎSTEK E

Destpêka salên 80’yî jî diçe Libyayê xebat e. Di vê pêvajoyê de di nav Partiya Komunîst de aktîf dixebite. Ji bo vê jî, ji bo biçe civînekê tê Lubnanê. Rejîma Sûriyê wî digire û êşkenceya giran lê dike. Piştî êşkence, heqaret, zilmê dev ji tirsandinê, paş ve vekişînê biqerin di têkoşîna azadî û dadmendiyê de zêdetir kûr dibe. Meraqa wî li ser Têkoşîna Rizgariya Netewî ya Filîstînê jî heye. Weke her ciwanê Ereb ê di salên 70’yî û 80’yî de dixwaze bibe gerîlayekî Filîstînî, bibe Ebû Emer.

PKK’Ê NAS DIKE

Di demeke kurt de dibîne ku dewletên Ereb di doza Filîstînê de ne jidil in û dirû ne. Di vê rewşa nakokî û rapirsînê de 1983’an li Libyayê milîtanên PKK’ê nas dike. PKK wê demê hê tevgereke xurt û mezin e. Darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê dest hatiye ser kar û ji bo vê jî Ocalan û komeke hevrêyên wî derketine Rojhilata Navîn.

Li dijî dîktatoriya leşkerî ya TC’ê, li dijî zext û êrîşan ên ku radestî û bê têkoşînî hilbijartine dereng neman. Di nav koma PKK’ê de ku hatibû Rojhilata Navîn komeke tasfiyeker diyar bûye, Ocalan ê ku di xeta berxwedanê israr kirî kirine hedef û kirine ku serê gelek kadroyan tevlîhev bibe.

Her wiha tevgera Filîstin êli Beyrûtê derbeke giran xwariye û qels bûye. Di xaçerêkeke wiha de PKK û ramanên Ocalan nas dike. Di demeke kurt de belgeyên nivîskî yên PKK’ê dixwîne, lêdikole, dipirse û piştre biryar dide ku tevlî wan bibe.

PÊŞÎ LIBYA Û PIŞTRE BEKA

Piştî vê biryarê tevlî xebatên li Libyayê dibe û piştre derbasî ‘’Qada Rêbertî’’ dibe. Tevlî perwerdehiya PKK’ê dibe, perwerdehiya xwe ya îdeoojîk, polîtîk û leşkerî li vir temam dike. Di vê pêvajoyê de êdî pê bawer e ku çareseriya pirsên Rojhilata Navîn bi Şoreşa Kurdistanê wê pêk were. Rista mêtingeriya TC ya di paşverûtiya Rojhilata Navîn de dibîne. Ji bo têkoşîna dijî faşîzma TC’ê ku parçeyekî mezin ê Kurdistanê dagir kiriye fêhm dike ku divê tevlî nav gerîla bibe.

BIRYARA WÎ ZELAL E: TEVLÎ GERÎLA DIBE

Vê rewşê bi Rêbertiya Partiyê re nîqaş dike. 1985’an tevlî nav gerîla dibe. Di refên gerîla de her çendî problema zimên hebû jî, bi dijwariyên çiyê re hevrû dibe lê ti caran gazinan nake. Heval Ezîz di şertên dijwar ên çiyê de jî dema ku ji bavê xwe re nameyê dinivîsîne dibêje, ‘’Yabo, heke te zanîbûya ku dewleta Tirk çi bi serê Kurdan tîne tu yê jî tevlî têkoşînê bibûya’’ û bang li bavê xwe dike ku ew jî tevlî têkoşînê bibe. Lêgerîna xwe û hêviya xwe dîtiye. Bi disîplîn, bihistyar û fidakar e. Hevrêyên wî jê hez dikin û hurmetê didinê. Carinan dema ku diçû nav gundên welatparêz û fêhm dikirin ku ew Ereb e bêhtir pê re eleqadar dibûn. Dibe ku bi Erebî an jî bi Kurdî neaxiftina lê zimanê resen ê gerîla, jiyana wan hîn dibûn û hev fêhm dikirin.

EW PISÛLAYA ŞOREŞÊ YE

Li Colemergê 17’ê Nîsanê bi hêzÊn TC ya dagirker re dikeve nav şerekî giran, bi rihekî fedaî şer dike û di rêya Che Guevara, Hakî û Kemalan tevlî nav karwanê şoreşgerên nemir dibe.

Çi bû ya ku Heval Ezîz, ciwanê Ereb ji çolên Sûriyê birî wan çiyayên asê yê Kurdistanê û ku mêtingeriya Tirk bi hovane zilm dikir? Wî bersiva vê dîtibû, ji têkoşîna xwe bawer kiribû û gihabûyê. Di bingeha paşverûtiya Rojhilata Navîn de înkara Kurd û Kurdistanê hebû.

Bi hişmendiya civakî û rastiya rojane tê gihaştibû ku çareseriya vê pirsê wê bi wekhevî, azadî û biratiya rastîn pêk were. Bi aqil, wêrekî, sincê şoreşgerî yê tam û hîsan tevlê bûbû. Tam weke pûsûlayên ku tim bakur nîşan didin, Heval Ezîz pûsûlaya şoreşê ye.

Piştî demeke kurt gelek ciwanên Rojava didin pey. Ji ber ku berê pûsûlayê tim li bakur e. Heval Ezîz bû sembola şoreşgeriyê, hevgirtina enternasyonal a di navbera gelan de û wêrekiyê.

ŞEHÎDÊ PÊŞÎ YÊ EREB Ê ŞOREŞÊ

Hakî Karer di nav PKK’ê de ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kirî, hem di destpêka koma pêşî ya îdeolojîk de û hem jî bi xelekiya xwe ya şoreşger a di navbera gelên Kurd û Tirk de şehîdê pêşî ye; hevalê Ezîz jî di navbera gelê Kurd û Ereb de xeleka şoreşger, yekem ciwanê Ereb e ku berê xwe dayî çiyayê Kurdistanê û şehîdê pêşî yê Ereb e. Hakî Karer û Kemal Pîr çawa ku di navbera gelê Tirk û Kurd de bûbin pir, Heval Ezîz jî di navbera Kurd û Ereban de bûye pirek. Sembola azadiya Kurdistanê û demokratîkirina Sûriyê ye.

Che Guevara ji Arjantînê derbasî Kubayê, ji wir jî çû Kongo û Bolîvya û bû nemir.

Hakî Karer ji Behra Reş gihaşte Bakurê Kurdistanê; Kemal Pîr ji Gîresûnê çû Bakurê Kurdistanê û ji wir çû Lubnanê, FilîsTînê û dawî li zindana Amedê nemir bû.

Hevalê Ezîz jî ji Efrînê ta bi Helebê, ji Helebê ta bi Lubnanê û ji wir çû Libya û piştre çû çiyayên asê yê Kurdistanê û di dilê gelê Kurd de nemir bû.

Armanca hevpar û xeyalên her çar şoreşgerên enternasyonal, bêrîkirina li dinyayeke wiha bû ku gel, ked, jin lê azad bûn. A ku kir ku ev şoreşger sînoran derbas bikin wekhevî, biratî û azadî bû.

TIŞTA KU EZÎZ LÊ DIGERIYA LI WÊ DIGERIN

Niha hevrêyÊn Ezîz li Reqa, li cografyayeke ku belkî hîç nedîtibin û nas nakin, ji bo mirovên ku qet rûyê wan nedîtine, li dijî dijminê hov ê DAIŞ’ê bi lehengî şer dikin û xakê hembêz dikin. Belê bersiva pirsê di vir de ye: Ezîz li çiyayê Kurdistanê li çi geriyabe, ciwanên Kurd jî li wê digerin. Îro di bingehê pêngava azadiyê de ku bi navê Xezaba Firatê gaveke mezin a ji bo şoreşa Sûriyê û Rojhilata Navîn tê avêtin, xwîn û keda mirovên nemir ên wiha wêrek, fidara û weke xwe Ezîz heye.