Hevrêtiya ku nehişt rojnivîsk nîvco bimîne

Gerîlaya YJA Starê Avjîn Ekîn, rahişt rojnivîska hevrêya xwe ya şehîd  bû û nehişt nîvco bimîne.

Bihîstin, dîtin û xwendin têrê nake ku mirov karibin qala jiyana gerîla bikin. Ji bo vê divê mirov hîs bikin û bi fêhmkirinê bijîn. Ti rastî, tenê ji tiştên me bihîstiye û hatine gotin, pêk nayê. Ji bo bê fêhmkirin divê rast werin têgihiştin. Divê mirov bijîn.

Di nava PKK'ê de navekî din ê jiyanê, hevrêtî ye. Hevrêtî; tîna rojê ye, ava diherike, axa ku her tişt di nav de ye. Wateyê dide her tiştî û jê hez dike. Her tiştî dixemilîne û bedew dike. Mîna darekê ye ku reh berdide nava axê. Di nava PKK'ê de çav ti carî li paş namîne. Ji ber ku hevrê gelekî ji hev bawer in, bi hev re dilsoz in. Tiştek nîvco namîne. Çawa ku çeka hevrê li erdê namîne, her tiştên hev ên nîvcomayî tê temamkirin.

Gerîlaya YJA Starê Avjîn Ekîn, ku sala 2014'an tevlî nava refêng erîla bû, ji bo rojnivîska hevrêya wê ya şehîd nîvco nemîne, radihêle û temam dike. Ekîn destnîşan dike, ku hevrêtiya li nava PKK'ê gelekî bandor lê kiriye û dibêje, "Hevrê Roza hevrêyeke xurt û bi îrade bû ku hez ji xwendin û nivîsandinê dikir. Hestên kûr tevlî hevrêtiyê dikir û bi vî rengî dijiya. Hevrê Roza dema şehîd bû, rojnivîska wê nîvco mabû. Min jî weke wezîfe û berpirsyariyekê rahişt rojnivîska hevrê Roza û bi dilxwazî ew temam kir."