'Heta ku em qeyûman biqewirînin sekin li me nîne'

Parlamenter Pero Dundar diyar kir ku rejîma AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman dixwaze mafê hilbijartinê ji destê Kurdan bigre û got, heta qeyûm bên qewirandin wê têbikoşin.

Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê tên lidarxistin, didomin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar, têkildarî tayînkirina qeyûman axivî û da zanîn ku çalakî û bertekên li dijî qeyûman mafekî rewa ye û got, di roja îro de mijar tenê ne şaredarî ne, di bingehê xwe de mijar tunekirin û red kirina Kurdan e.

‘AKP QELSBÛNA XWE BI QEYÛMAN DIVEŞÊRE’

Dundar anî ziman ku rejîma AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman dixwaze mafê hilbijartinê ji destê Kurdan bigre û wiha axivî: “AKP bi awayek vekirî ji bo Kurdan dibêje, hûn bên hilbijartin jî em ê qeyûman tayîn bikin û îradeya we xesp bikin. AKP-MHP bi vê polîtîkaya qeyûm welatekî bê hilbijartin dixwaz e. Dixwazin rejîma yek kesî ango rejîma mêr xurt bike û li hemû derê welat belav bike. Tirkiye bi vê hişmendiyê bûye welatê darbeyan. Niha jî bi navê qeyûman darbeyek pêk hat. Li vî welatî qeyûm bûne weke kevneşopiyekê. AKP dixwaze qelsbûna xwe bi êrîş û polîtîkayên cuda veşêre. Feraseta qeyûm du sal û nîv li van deran bû. Lê belê gel di 31'ê Adarê de qeyûman qewirand. Wê gel dîsa qeyûman bişîne. Heta em qeyûman bişînin rûniştin û sekin tune ye. Dê her roj ev berxwedan mezin bibe.”

‘RÊYÊN RANTÊ YÊN AKP’Ê HATIN GIRTIN’

Dundar destnîşan kir ku di 31’ê Adarê de hemû rêyên rantê yên AKP’ê hatin girtin û wiha pêde çû: “HDP’ê bi stratejiya li Kurdistanê qeyûman bişîne û li Tirkiyeyê li AKP’ê bidin winda kirin bi awayek serketî bi serket. Bi vê stratejiyê hemû rêyên rantê ji holê rabûn. Bi taybet nelirêtiyên li Mêrdînê hatine kirin, diyariyên ji bo wezîr û serokomar hatine girtin bi belgeyan hat tespîtkirin. Armanca hatina qeyûman diziye. Gelek kadroyên xwe şîrketên xwe bi pereyên ji şaredariyan didizin xwedî dikin. Di serî de jî Stenbol tê. Yek ji sedemên tayînkirina qeyûman ev e ku ji ber Stenbol winda kiriye dixwaze tola xwe ji Kurdan hil de. Gelê Kurd jî wê îradeya xwe radestî qeyûman û rêyên rantê neke.”

‘PERGALA HEVSEROKATIYÊ XETA ME YA MOR E’

Dundar destnîşan kir ku vîna gel, pergala hevserokatiyê xeta wan a mor e û got, “Kesek nikare vîna me desteser bike. Nikare têkoşîna me bi paş ve bibe. Heta qeyûm bi paş ve nekişînin wê têkoşînê bidomînin. Eger îro em li dijî vê hişmendiyê dernekevin wê sibê wê ev feraseta yekperest a qeyûmê li her devera Tirkiyeyê belav bibe. Îktîdar ji Kurdistanê destpê kir û dixwaze hemû Tirkiyeyê têxe dibin kontrola xwe. Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek caran di van astan de derbas bûye. Berê jî hat ceribandin û cihê yên berê çûnê diyar e. Li dinyayê jî gelek mînakê vê hene. Cihê hemû dîktatoran diyar e. Kesên dest danîne ser vîna xelkê û cihê çûnê yek bi yek hene û li ber çavan e. Em ê ji bo vîna gelê xwe li ber xwe bidin.”

‘QEYÛM MUDAXELAYA LI JIYANA TAYBET E’

Dundar da xuyakirin ku wê çalakiyên xwe li her qadên jiyanê belav bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li cihê zext û zilim hebe, li wê derê berxwedan heye. Eger êrîş maf be, li hemberî êrîşê jî têkoşîn û berxwedan mafê herî rewa ye. Ez bang li her kesê dikim ku çalakiyên xwe belav dikin. Li dijî darbeyê rabin, yên qeyûm tayînê şaredariyan dikin, wê tayînê malan jî bikin. Qeyûm di heman demê de mudaxaleya li hember hemû jiyana taybete û xespkirina îradeya gelan e. Heta qeyûm bên qewirandin em ê têbikoşin.”