'Heta esareta li Îmraliyê bê şikandin, divê çalakî dewam bikin'

Avesta diyar kir, ku komplo di her serdemê de bi konseptên nû dewam dike û got, "Niha jî bi qirkirina çandî, siyasî û civakî didome." Avesta bal kişand ser çalakiyên li dijî komloyê tên kirin û got, "Heta esaret bê şikandin, divê çalakî dewam bikin."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bû mêvanê bernameya 'Rojeva Jinê' ya Stêrk TV û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

Avesta di destpêka axaftina xwe de li ser navê hemû jinên di lêgerîna azadiyê de ne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir. Herwiha ji hemû girtiyên azadiyê, şervan û gelên azadîxwaz re silavên xwe pêşkêş kir. Avesta bal kişand ser pêngava "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" û diyar kir ku Oral, Taylan, Ozgur, Rojbîn Berwar û Felatan pêşengtiya pêngava li hember komployê kirin û di şexsê wan de hemû şehîdên li hemberî komployê sekinîn bibîr anî. Avesta wiha pêde çû:

"Dema komploya navneteweyî dest pê kir, diviyabû helwesta gelê Kurd, tevgera azadiyê çi be û çawa li hember bisekinin û Rêberê xwe biparêzin, van hevalên şehîd nîşanî me dan. Van hevalan his kirin, çawa Rêber Apo ji Rojhilata Navîn derket fêhm kirin ku komployek heye. Ji ber wê helwesteke şoreşgerî, azadîxwaz û berxwedanê danîn holê. Li dora Rêber Apo xelekeke ji agir ava kirin."

'9'Ê COTMEHÊ DESTPÊKA DESTWERDANA LI ROJHILATA NAVÎN E'

Sozdar Avesta anî ziman ku komplo milê xwe yê dîrokî, felsefî, bîrdozî, pergalî û aborî hene û da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ev hemû aliyên komployê şîrove û eşkere kiriye. Avesta diyar kir ku komplo di şexsê Ocalan de li hemberî gelê Kurd, hemû gelên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin. Sozdar Avesta ragihand, ku 9'ê Cotmehê di heman demê de destpêka destwerdana li Rojhilata Navîn e û girêdana wê ya bi roja me ya îro ve wiha nirxand:

"Hezên di komployê de pêşengtî kirin û hêzen îro di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de serkêşiyê dikin, heman hêz in. Emerîka, Îngilîstan, Îsraîl û hevalbendên wan Tirkiye weke lîstokekê di destê xwe de bikar anîn. Hêzên vê komployê birêve dibin, wê demê her wiha Tayîp Erdogan amade kirin. Erdogan, partiya wî û hikumeta wî ji 12'ê Îlona 1980'î ve hatin amade kirin, komplo çêkirin, xwestin Serok Apo wiha tesfiye bikin û Erdogan jî weke modelekî rêberê gelan deynin holê."

Sozdar Avesta anî ziman ku komplo bi çalakiyên curbe cur û çalakiyên fedayî yên li her derê Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê bi pêş ketin, hat pûçkirin. Avesta da zanîn ku di van 19 salên komployê de jinan her rolê pêşeng listiye û wiha pêde çû:

'DIVÊ EM PERGALA ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN Û DI NAVA ŞERT Û MERCÊN AZAD DE BI RÊBER APO RE BIJÎN'

"Jinan û gelê Kurd ti carî esareta Rêber qebûl nekir û qebûl nakin. Ev komplo di heman demê de di şexsê Rêber Apo de li dijî jine jî bû. Dijmin xwest deriyê azadiyê yê ji milê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê hatibû vekirin, bigire û meşa azadiyê ya jinê nîvco bihêle, tê bibe. Çalakiya herî bi wate û pîroz a li hember komlogeriyê sekn e, ev jî sekna Rêber Apo ya li Îmralî ye. 19 sal e di bin tecrîdeke giran de ye û di nava tecrîdê de jî tê tecrîdkirin. Armaca vê tecrîdê ew e ku fikir û ramanê Rêber Apo negihêje Tevgera Azadiyê û gelan, jin ji fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bipêş nexin û pê nekevin tevgerê. Çalakiya li hember vê ya herî mezin jî sekna Rêber Apo ye. Rêber Apo got 'heke armancên mirov ên mezin nebin, li dijî pergalekê derneketibe rê û bi hemû awayî ji pergalê xwe qût nekiribe nikare 2 saetan jî li cihekî wiha bijî'. Rêber Apo ne bi derfetan li Îmraliyê dijî, bi armanc, daxwaz, eşqa azadiyê û afirandina tiştên nû dijî. Bi paradîgmayeke nû, nêrîneke nû xwe derxiste derveyî pergalê û pergala modernîyeya kapîtalîst pûç kir. Bi vê nêrîna xwe ji gelan û jinan re jiyaneke cuda, alternatîf çêkir. Rêber Apo got 'li dewsa ku li derva di bin esareta pergala serdest bijîm, di vê hucrê de jiyana bi heqîqeta mirovê azad ji min re hê zêdetir bi wate ye'. Rêber Apo felsefeyek e, jiyanek e, ruhek e û rengê çalakiyê jî bi vî awayî daniye holê. Weke kadro, milîtan, gel ew erk dikeve ser milê me ku em karibin vê tecrîdê parçe bikin, pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re di şert û mercên azad de bijîn."

'LI HEMBERÎ KONSEPTA NÛ YA KOMPLOYÊ, ÇALAKIYÊN XURTIR DIVÊ'

Sozdar Avesta di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li hember komploya navneteweyî heya astekê çalakî pêk tên, lê bal kişand ser ku van çalakiyan ji bo têkçûna pergala Îmraliyê têrî nekirine. Avesta da zanîn ku her cara komplo hatiye pûçkirin, konseptên cuda yên komployê dikevin dewrê, niha jî qirkirina çandî, siyasî, civakî di vê çarçoveyê de têne lidarxistin û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Divê pêngavên li hember komployê hevdu temam bikin. Çalakî hê bêhtir girseyî û mezin bibin. Divê di çalakiyan de sînor neyên naskirin. Di serî de jin û ciwan, em dizanin ku jiyana Rêber Apo jiyana me ye, azadiya wî azadiya me ye. Divê em çalakiyên li hember konsepta nû ya komployê çalakiyên xwe zêdetir, xurtir û mezin bikin."

Sozdar Avesta anî ziman ku pergala serdest di dema komplo hate destpêkirin de di nava pêxistengiyekê de bû, vê jî herî zêde bi awayekî neyînî bandora xwe li jinê dikir. Avesta da zanîn ku projeya Gelê Kurd Abdulah Ocalan a  ji bo azadiya jinê hebû û wiha pêde çû:

'YJA STAR, YPJ Û YJŞ PARASTINA MIROVAHIYÊ DIKIN; EV BERSIVA LI DIJÎ KOMPLOYÊ YE'

"Rêber Apo got 'projeya min a ji bo azadiya jinê nîvçe ma'. Azadiya jinê azadiya civakê ye jî herwiha. Cudabûna Rêber Apo di vir de derdikeve holê. Hêzên dagirker dibêjin 'heke tu dixwaze civakeke teslîm bigre, tune bike, divê tu jinê bikuje, tune bike'. Jin jiyan e. Jin were kuştin, jiyan jî tê kuştin, civak teslîm tê girtin, îrada wê tê tunekirin. Pêwendiya azadiya civakê ya bi azadiya jinê re bi rastiya Rêber Apo re ev 45 sal in di pratîkê de îspat dibe. Jin jî li vê heqîqetê xwedî derdikevin û tevgera azadiya jinê xwe li ser vê heqîqetê mezin kir. Hemû jinên li Rojhilata Navîn ên bi fikrî derdikevin rê xwe birêxistin dikin, parastina xwe û parastina civakê dikin. Dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir bi hezaran jin dîl girtin û li sûka firotin. Lê îro Yekîneyên Jinên Şengalê bi hêza ku ji YJA-Star û YPJ’ê girt parastina xwe û parastina mirovahiyê dike. Li ku derê DAIŞ hebe diçin wir, ji bo ku jinan azad bikin. Ev bersiva ji komployê re ye. Jinan bi hemû awayî dît ku darbe li hemberî bîrdoziya rizgariya jinê, projeya azadiya jinê ye, fêm kirin ku bi pêşxistina  vê projeyê dikarin komployê pûç bikin. Bîrdoziya rizgariya jinê gerdûnî bûye, gihiştiye hemû civakan û gelek jinên enternayonal bi eşqeke mezin tevlîbûnê pêk tê. Projeya Reber Apo bûye malê jinan û jin li derdorê kom bûne, bûne yek. Divê em jin biser bixin, em ji xwe re weke deynekî dibînin ku Rêber Apo fizîkî rizgar bikin û vê hê bêhtir derengî nexin."

Sozdar Avesta di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ku pêngava 'Sonda me ye: Em ê pergala Îmraliyê bişkînin, bi Rêber Apor re azad bijîn!' û got, "Dîrokên ji bo pêngavê hatine diyarkirin sembolîk in. Di sê astên pêngavê yên hatine diyarkirin de wê çalakî hê zêdetir werin xurtkirin û navenda hemû çalakiyên jinan ên di dema pêngavê de wê parçekirina pergala Îmraliyê be." Avesta da zanîn ku heta esaret were şikandin, wê çalakî bênavber berdewam bikin.