Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava 48 saetan de 48 caran hat bombekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di 22 û 23’ê Nîsanê de Herêmên Parastinê yên Medyayê herî kêm 48 caran bombe kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di 22 û 23’ê Nîsanê de Herêmên Parastinê yên Medyayê herî kêm 48 caran bombe kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku êrîş li ser gelek qadên li Zap û Xakûrkê hatine kirin.
Agahiyên berfireh ên têkildarî êrîşên dewleta dagirker, wiha ne:
“1. Li herêma Zapê;
23’ê Nîsanê ji saet 12.00’an heta 13.10’an artêşa Tirk a dagirker êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kiriye. Hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dane û şer çêbûye.
2. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
23’ê Nîsanê bi balafirên şer Goşînê, Girê Berbizina û ava Lolanê yên Xakurkê 3 caran hatin bombekirin.
22 û 23’ê Nîsanê Qada Geliyê Lolan, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê yên Xakurkê 45 caran bi obus, hewan, tank û çekên giran hatine bombekirin.”