Her roja diçe rewşa tenduristî ya Yagiz xirab dibe

Her diçe rewaş tenduristiyê ya endamê Nûnertiya HDP’ê Nasir Yagiz ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 67 roj in di grevê de ye xirabtir dibe.

Berxwedana Nasir Yagiz ê ev 67 roj in li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva bêdawî û bêdorveger de ye, xirab dibe.

Çalakiya greva bêdawî-bidorveger a li Hewlêrê bi koma 34’an dom dike û greva Yagiz jî di roja 67’an de bi biryardarî dewam dike. Çalakî bi tevlîbûna gelek welatiyên ji herêmên cuda yên çar parçeyên Kurdistanê hate dewirgirtin.

Li ser rewşa dawî û tenduristiya Nasir Yagiz Nûnera HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Muzzeyen Guneş agahî da ANF’ê.

HER DIÇE TENDURISTIYA YAGIZ XIRAB DIBE, NIKARE AVÊ JÎ VEXWE

Guneş diyar kir ku rewşa Yagiz ber bi xeteriyê ve diçe û got: “Pirsgirêka xewê, mîde, ketin û hilbûna tansiyon dîsa berê li serê îltihab hebû, her diçe ew iltihab zêde dibe. Ev jî rê li ber werimîna serê wî kiriye. Her wiha di girtina vexwarinê de pir zoriyan dikişîne, êdî dilê wî ranagire û nikare vexwe. Her roja diçe ev pirsgirêk mezintir dibin û êdî nikare avê jî vexwe.”

Guneş anî ziman ji ber bêhêziyê di vexwarina vexwartekan de pir zehmetiyan dikişîne, heta ku lê neyê zorîkirin nikare avê jî bigire. Guneş bi vê yekê hişyariyên dema bê yên pêkhatina bûyerên metirsîdar da.

SERDANÊN PIŞTGIRIYÊ

Nûnera HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Muzzeyen Guneş diyar kir ku serdanê ji bo çalakiyê jî dom dikin û got: “Di nava van du rojan de Meclîsa HDP’ê ya Bakurê Kurdistan a Silêmanî, Tevgera Azadî û Ciwanên Zanîngeha Kerkûk ên YNK û Tevgera Goran serdan kirin. Her wiha ciwanên Kerkûkê anîn ziman ku ji bo piştgirîkirinê wê çalakiyek bikira lê ji ber nedana destûrê nekarîn. Lê diyarkirin ku wê pêşerojê bi çalakiyên cuda piştgiriya xwe hê xurtir bidin diyarkirin. Her wiha welatiyên Bakurê Kurdistanê tim serdan dikin her wiha du kom ji bajarê Hewlêrê jî hatin serdan kirin. Ev hêz û moralek zêdetir dan Yagiz.”

MEXMÛR

Çalakiya greva bêdawî û bidorveger a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê jî bi koma 14’an di roja 42’an de dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Fadîla Tok a di roja 37’an de destpêkir jî di roja 6’an de ye.

ŞENGAL

Greva birçîbûnê ya li Şengalê jî di roja 21’ê de endamên Şaredariya Gel a Şengalê ji endamên Çand û Hunerê ya Şengalê û Hunermendên Êzidxanê dewir girtin.

Her wiha piştgiriyên ji bo çalakiya greva birçîbunê jî berdewam dikin. Her roj bi dehan welatî û rêxistin serdana çalakvanan dikin û piştgiriya xwe tînin ziman.

Endamên Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) jî serdana çalakgeran kirin û berxwedana wan silav kirin.