Her kesê dixwaze çanda xwe biparêze divê tevlî PKK'ê bibe

Ji gerîlayên PKK'ê Şahîn Şaho got, jiyana pir rengî ya PKK'ê bandor li wî kiriye ku tevlî nava refên têkoşînê bibe.

Şahîn Şaho ciwanekî Yarsan e û sala 2011'an bi tevlîbûna li nava refên PKK'ê re dest bi lêgerîna azadiyê dike.

Şaho diyar kir, jiyana pir rengî ya PKK'ê bandor li wî kiriye ku tevlî nava refên têkoşînê bibe û got, "Rengîniya vê jiyanê ji bo tevlîbûnê gelekî bandor li min kir. Azadî jî ev bi xwe ye."

'PKK BI HEMÛ RENGÊN XWE BEDEW DIBE'

Şaho di dewama axaftina xwe de got, "Di nava rastiya PKK'ê de ne tenê afirandina civakê heye. Di heman demê de parastina civakeke polîtîk a exlaqî jî heye. Jiyaneke komunal heye, ku didome. Ez ciwanekî Yarsanî, min dît ku ew çand, exlaq û rengîniya ez di nav de mezin bûme di nava vê jiyanê de, di nava gerîla de gelekî tê parastin. Ev yek min kêfxweş dike."

Şaho destnîşan kir, ku rengînî azadiyê îfade dike û wiha dewam kir: "Bi dîtina min, ya ku vê tevgerê bedew dike rengînî ye. Di nava xwe de xweşbîn e. Di nav de Êzidî, Yarsan, Elewî, Misilman gelek derdor hene. Jiyaneke ku bi navê xweseriya demokratîk tê pênasekirin, heye. Mirovan dixe nava hestên bêhempa. Ji ber vê yekê, barê dikeve ser milê me ew e ku vê têkoşînê mezin bikin û xwedî li vê mîrateya ku ji me re hatiye hiştin, derkevin."

BANGA LI CIWANAN

Gerîla Şaho herî dawî vê bangê dike: "Ez dixwazim bang li hemû ciwanên Kurd, bi taybetî ciwanên Yarsan bikim. Divê xwedî li vê mîrateyê, li vê têkoşînê derkevin. Ji bo bi rengekî azad bijîn, çand û hemû nirxên hebûna xwe biparêzin, bila tevlî nava refên PKK'ê bibin. Rêya azadiyê bi jiyana bedewiya jiyana ku Rêbertî afirandiye dibe."