'Her çalakiyeke gerîla mîna horsekî li serê dijmin dikeve'

Ji fermandarên HPG'ê Heqî Armanc bal kişand ser çalakiyên xurt ên gerîla yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku her çalakiyeke gerîla mîna horsekî li serê dijmin dikeve. Heqî Armanc diyar kir, ku çalakiyên gerîla wê hîn xurtir bibin.

Heqî Armanc yek ji Fermandarên HPG ji radyoya Dengê Welat re axivî û bal kişand ser polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Kurdistanê û berxwedana gerîla ya li Heftanîn û Bakurê Kurdistanê. Armanc dest nîşan kir ku gerîla hêza ku di vê pêvaoyê de wê serketinên dîrokî bi dest bixe û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker ji despêka salê de operasyonên qirkirnê heya niha berdewam dike. Xweya ye ku wê di  vê yekê de israr bike. Li Rojavayê Kurdistanê operasyonên siyasî û leşkerî li dijî tevahî destketiyên gelê Kurd armanca wan in. Di serî de li Efrîn, Serêkaniyê Girê Spî li ser gelê me yê wê heremê di çarçovaya revandin û bêdengkirin gelek kes hatin kuştin û êrîşên wan dewam dike. Ango dixwaze li wir her tişt bi navê Kurd û Kurdistanê tune bike û li şûna wan çeteyên hov bi cih bike. Bi vê yekê çanda Kurdewarî ji holê rake. Dem bi dem girtin û kuştin çêdibe ango Rojavayê Kurdistanê di bin êrîşê dagirkeriyê de ye.

JI HEFTANÎN HEWIL DIDIN BAŞÛR GIŞTÎ DAGIR BIKIN

Heman tişt ji bo Başûrê Kurdistanê jî wisa. Tê zanîn niha operasyona li Heftanîn tê meşandin dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe pêş bixe. li kur derê derfetek bi destkeve li Silêmanî û her derê êrîşê gel û welatparêzan dike, gel ji bo wan armanc e. Ne tenê ji bo gerîlayên azadiya Kurdistanê êrîş li ser gel jî hene dixwaze bitirsîne. Operasyona Heftanîn ji xwe di vê çarçoveyê de ye ku heremeke tampon ji Heftanîn heta Xakurkê, heta ji vê zêdetir ji Efrînê heya Qendîl bi tevahî ava bike û dagir bike. Esas gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo wan bahane ye. Erdnîgariya Kurdistanê û cihê gerîlayên Kurd lê dijîn bi îradeyekî azad bi pêşengtiya tevgera Apoyî ji bo wan astengekî mezine, ji ber wê pir alî êrîş pêşdixê ser van hereman. Di çarçoveya projeya wan ya mîsaqî milî ku Kurdistanê nav de ye, dixwazin tevahî heremê dagir bikin.

Li Heftanîn jî ji sala bûrî ku 23 Tebaxê operasyon destpê kir. Dixwest wê salê encam bigre û hemû Heftanîn dagir bike lê berxwedaniya şervanên azadiyê pêşket û nikarîbûn pilanê xwe bînin serî. Piştre pêngava duyemîn îsal dest pê kir. Gelê me vê yekê dişopîne, berxwedaneke pir mezin tê raberkirin. Rastî bi taktîkên dewlemend û vîneke xurt û bi israreke ji bo dijmin nekeve Heftanîn berxwedaneke pir dijwar heye. Ji bo wê heya niha operasyon rehet pêş neket. Bêguman hinek girên sitratejîk dijmin dagir kir, ketiyê lê her cihekî ku hat bê windahî neket wir. Hem hêzên wan ên bejahî hem hewayî li wir hevalan lêda û derbên pir giran ji destê gerîla xwarin. Raya giştî jî vê yekê dişopînê, niha jî operasyon dewam dike. Di 5'ê Îlonê de dewleta tirk daxuyanî da ku operasyona wan bi dawî bûye lê ev ne agahiyek raste. Operasyon dewam dike tersî vê dixwaze xwe bi cih bike û rêkan çêbike. Dixuyê ku daxuyanî û helwestên gelê Kurd ku hat nîşan dan. Dîsa di serî de gelê Ereb li dijî vê dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan. Ji bo vê helwestê kêm û lewaz bike pêwîstî bi daxuyaniyeke wisa dîtin. Bı kurtî ev operasyon dewam dike, heta ji bo xwe mayinde bike xebatan dikin.

Ji ber tirsa ji gerîlayên azadiya Kurdistanê dewleta tirk nikarin bikevin kuraniya bejahiya Heftanînê. Ji ber her çalakî tên li darxistin. Dibe ku ev operasyon bisekine, lê wê bixwazin cihê xwe qewîn bikin. Van êrîşan ku li Heftanîn dikin bi alîkariya xayinên Kurd li Bakurê Kurdistanê û li Başurê Kurdistanê hinek tên bikar anîn. Pêşengtî dikin, daristanan qut dikin, ev hemû bi destê wan tê kirin. Bi xwe dewleta tirk nikarîbûn bikevin Heftanîn. Bi taybet hinek kesên ku gerîla sing bi sing rastî wan hatin tên naskirin. Ji başûr jî hinek hene ku rêkên kes nizanê leşkeran dibin û tînin. Xayinên ji bakur û başurê Kurdistanê bi alîkariya wan ev operasyon hat meşandin. Ji bo Başurê Kurdistanê em dikarin di vê çarçovê de bînin ziman.

DIXWAZIN NASNAMA KURDÎTÎ LI BAKUR TUNE BIKIN

Êrîşên berfireh di esas de piranî li ser Bakurê Kurdistanê ne. Êrîşên qirkirina siyasî li ser gelê bakur li pêş e. Gelek nûnerên gel bûn hedefên saziyên dewleta tirk û hatin girtin. Dîsa tevahî civaka me rastî van êrîşan tên. Ne tenê gelê Kurd kesên demokrasîxwaz jî hedefên pilanên wan yên qirkirinê ne. Van demên dawî de êrîş li ser karkerên Kurd weke li Sakarya pêşket, rû bi rûyê êrîşên wisa hatin, ev nêzîkatiyeke li hember gelê Kurd tevahî ye. Ev rewş her kes şopand. Êrîşekî bê exlaqî pêş ket. Kurd li ku derê bibe bila bibe wê rehet jiyan neke. Ev helwesta wan e. Reng û dengê Kurdan ji bo wan armanceke ji bo êrîşê. Berê jî gelek ciwanên Kurd hatin kuştin. Ev rewşeke eşkere ye.

LI SERANSERÊ BAKUR OPERASYONÊN DAGIRKERIYÊ DIMEŞÎNIN

Dîsa operasyonên leşkerî ji serêsalê ve dewam dike, herî zêde di van demên dawî de jî zêde pêş dikevin. Bi navê 'yildirim' operasyon pêşdikeve li bakurê Kurdistanê. Destpêkê li herema Cûdî pêşket ya duyemîn li zagrosê pêşket ya siyemîn li serhedê destpê kir ya çaremîn li dêrsim ya pêncemîn li amanosê ya şeşemîn li bîngulê navbera amed û erzrumê destpêkir ya heftemîn li amedê despêkir ya heştemîn li mêrdînê despêkir ya nehemîn carekî din li amedê operasyonek despêkir ya dawî jî ya dehemîn di 8’ê Îlonê li wanê despêkir, dixweyê wê wisa dewam bike. Ev operasyon armanca xwe heye. Di serî de operasyonê dewleta tirk a bi navê yildirim destpêkir operasyonekî ne serketiye. Gelek ji wan encam negirtin û rastî çalakiyan hatin û darbe xwarin. Van operasyonên ku pir probogandayê wê dikin û weke amûrekî bikar tînin ev operasyon vala derketin. Em jî dizanin ku ji xwe di çapemeniya wan de diteyisê ev operasyon çend aliyên xwe heye. Pêwîstî dibînin rojevek were çêkirin ji ber wê operasyon dane destpêkirin. Li bakur jî dem bi dem qadekî dikin hedef ango ser vê yekê propogandayê vê dikin ji xwe her çend roj berpirsên wan derdikevin û bîlanço didin weke reklamekî pêşdixin. Ev operasyon weke amurekî propoganda pêş dixin. Dixwazin civaka me ya bakur jî çav tirsandî bike.

Di halê hazir de nexweşiya korona dike hincet û nahêle gel derkeve derve, zextê li civaka bakurê Kurdistanê dike. Ev operasyon bi armancekî bêguman dixwaze derbê li gerîlayên azadiya Kurdistanê bixe, gerîla tune bike di vê warî de hewildanên wan heye. Lê encamên van operasyonan çiye giştî gelê me dizanê di çapemeniyê de tê çapkirin û dîtin. Êrîşê xwezaya Kurdistanê û şewtandin pir tê kirin. Bi taybet di van operasyonê xwe de ji destpêka salê heya zivistanê despêkirin, wek yekemîn eyaletên me gelê me yê dêrsim û botanê zêdetir rastî êrîşan û qirkirina xwezayê hatin. Di van herdû qadan ku didîroka tekoşîna azadiya Kurdistanê de derketine pêş heta beriya wê jî di dîroka gelê Kurde cihekî wan yê pir girîng heye. Ji bo vê van herdû qadan xistine hedef ne tesadufe. Kevneşopiyekî welatparêzî û berxwedaniyê û serî netewandinê heye li van qadan. Esas armanc dikin vê yekê tûne bikin.

DÊRSIM Û BOTAN NAVENDÊN PÎROZ YÊN KURDISTANÊ NE

Dêrsim di dîroka gelê Kurdistanê de tim cihekî wisa xweser û aramiyê  jiyan kiriye. Heya sala 1938 ev rewş wisa bû. Bi qirkirna sala 1938 û şunda her tim zext heye li ser dêrsimê. Her çiqas gelê vir koç bike û gelek êrîşên qirker pêkanîn lê heta niha li ser wê xakê jiyan kirin û qîmetek dane xaka dêrsimê heye, gelê me di vê de israr dikê. Lê di van demên dawî de, bendav çêkirin dîsa daristan birîn, rê çêkirin, baregeh çêkirin, em dizanin ku herî zêde li wir dixwezin tevahî xwezaya dêrsimê qirbikin. Heta bezkoviyê li wir pîroz tê dîtin li ser wan jî qirkirin heye. Gelê me yê elewî yê dêrsimê hewildan wan ji holê rakin. Yê tê fêmkirin li ser tevahî pîrozbahiyên gelê me êrîş hene. Bi vê yekê dixwazê dîroka dêrsimê yê berxwedêr tûne bikê. Him li wir him li botanê bike cihekî leşkerî, li ser wir serwer be, bixe dorpêçê. Gelê me jî pêwîste bizanê ev ne tiştên tesadufin.

Heman tişt ji bo Botanê jî derbasdare. Em dizanin ku Botan di dîroka tekoşîna gelê Kurdistan de pêşengtiyekî mezin kiriye. Her tim bûye navendekî yê berxwedaniyê li hemû parçeyên Kurdistanê. erdnîgariya xwe bi hemû aliyên Kurdistanê bi hevre girêdide. Li kur berxwedaniykî çêbûye, botan destek daye û malovanî kiriye. Bi gelê xwe yê welatparêz û erdnîgariya xwe  yê dewlemed bûye navendekî. Di dîroka tekoşîna azadiyê yê pkk jî bi rastî malovaniykî wisa kir. ji bo wê ew di armancên êrîşên wan ya sereke ye. her avekî botanê çend bendav ser çêkirine. Rêkan çêdikin û dixazin hereman ji hev qut bikin, baregehan çêdikin, daristanan dibirin, qirdikin, dişewitînin. Ev şewtandinên bi taybet li ser cudî, gabar û besta bi zanebûne. Dixwazin bi tevahî qir bikin. Zilma li ser gelê me yê Botanê, desavêtina li ser keçê Kurd li Şirnexê ev ya ne tesadufin. Vana hemû mirov komî ser hev bikê pir alî qirkirinek li ser gelê botanê heye, li ser erdnîgariya botanê heye. Di Botanê de li ser cûdî zêdetir disekinin. Cûdî di Botanê de cihekî herî pîroze. Tenê ne ji bo Botanê ji bo tevahî herema rojhilata navîn wisa ye. wek cihê ku keştiyê nuh lê rawestiya ye tê zanîn. Heta cihê sefîne jêra tê gotin li wir jî dewleta tirk bi cih dibe û dixweze baregehên xwe çêbike û pîrozbahiya wir tûne bikê û ji holê rakê. Ne tenê sefîne gelek cihên cûdî hemû erdnîgariya wê her derê şopekî ye dîrokê heye, axekî pîroze.

Bi hezar salan gel li wir jiyan kiriye, baweriya xwe pê anîne. Hemû di hedefên êrîşên wan de ne. Em dibînin ku di her alî de bi rastî jî êrîşên pir berfereh li ser pîroziyên cûdî heye. Daristanê wê di demê dawî de bi destê kesên xwefiroş tên birîn. Ev têrê nakê, cihên din jî ber çavê her kesî dişewitîne. Ev ne tiştekî ji rêzê ye. gelê me yê botanê pêwîste vê bizanê ku di vê demê de dewleta tirk bi alîkariya xayinên derdûrê xwe erdnîgarî û gelê Botanê di qirkirinê re derbas dike. Me berê pir car hişyarî kiribû ku pêwîste gelê me di vî warî de xwedî helweste be. Van xayinên ku bi dijmin re hevkariyê dike li tevahî bakurê Kurdistanî û bi taybet li Dêrsim û Botanê pêwîste wan qebûl neke. Ev hevkariya bi dewleta tirk re di vê demê de sucekî ku tu car mirovahî û dîrok napejrînê. Kesên hevkariya dijmin dikin, baregehan çêdikin û daristanan dibirin bi taybet li cudî û heftanîn, gelek çete û kontrayên rol dileyizin û polîtîka dijmin ya qirkirinê jibo 4 qiroşan hevkarî dikin ev wê newên efû kirin. Em wan nasdikin. Navê wan li gel me heye. Em dizanin kî çidikê, ev wê bên hedef kirin.

BILA BIZANIBIN KU WÊ CEZA XWE BIXWIN

Gelê me bila bizanibê wê hesab ji wan xayinan wê were pirsîn. Ew pereyên ku dixwin wê di qirka wan de bimîne. Ji nîva rê zivrandin ji bo wan xwedî feyde ye. Gelê me jî li hemberî wan pêwîste hişyar be. Gelê me zorî dijî, ev jî polîtîkayeke dijmine. Gelê me birçî dihêle piştre weke karekî wan dixe nav van karan. Bi salan li ser cûdî bi navê komirê û bi navên cuda de hewil didin cûdî hilweşînin. Tê gotin ku gel feqîr in û mecbûr in. Ti mecbûriyekî nîne mirov darekî bibire. Ti mecbûriyekî nîne ku bin çiyayekî vala bike û xwezayê tevlîhev bikê. Em ê bi birçîbûnê bimrin lê em napejrînin ku em erdnîgariya xwe yê wek bihuştê hilweşînin. Çi mafekî wisa ji kesekî re nîne. Yê vê yeke dikê bi zanebûn dike û hevkariya dijmin dikê ev jî sucê xwe girane.

Ji bo vê  rewşa heyî pêwîste helwest bê girtin. Herî rast çiyê li dijî van qirkirina çandî, xwezayî û fîzîkî li ser gelê me pêwîste helwest hebe. Hemû ciwanên Kurd xwedî helwest bin. Her kes ji alî xwe ve rola xwe bilîze. Ciwanên Botanê pêwîste rolê xwe bilîzin. Pêwîst nake gerîla hebe, ew bi xwe xwedî danehevin. Bi salan êş kişandine. Bav û kalên wan di şer de derbas bûne. Dikarin helwest bigrin. Eger ciwanên Botanê rola xwe bilîzin dikarin li hember her tiştî, li hember xweza qirkirinê pêşî bigrin. Ew bi xwe dikarin vê bikin, bila bi xwe bawer bin. Çi derfetê wan hebe dikarin bikar bînin. Ya girîng ev erkekî ne tenê yê gerîla ya, yê tevahî kesên welatparêz e. Dîsa li gever, li amed , li garzan ,li mêrdînê û li serhedê her der tê şewtandin û talan kirin. Pêwîste li dijî wê seknandinek çêbibe. Bê gûman wê gerîlayên azadiya Kurdistanê di nav hewildanan be. Lê belê tenê bi gerîla nabe. Civaka me bi giştî jî pêwîste xwedî helwest be û xwe berpirsyar bibînê. Bê gûman dijmin wê êrîş bike. Armanca xwe tûne kirine gelê me ye. Êriş dike ser çand, jiyan û hebûna gelê Kurd. Lê ya girîng sekna me û berxwedanî di çi astê da ye ew girînge. Gelê me li Şirnexê jî li hember destdirêjahiya leşkerekî dijî keçekî Kurd helwest girt, ev nêzîkbûnekî pîroze û bi rûmete. Li her derê pêwîste hişyariyek wisa hebe.

HER ÇALAKIYEKE GERÎLA MÎNA HORSEKÎ LI SERÊ DIJMIN DIKEVE

Gerîlayên azadiya Kurdistanê jî rol li ser milê me hene. Hevalên me jî em bawer dikin ku li gor vê di nav tevgerê dE ne. Çalakiyên hevalan pêk tên, em bawerin ku ev çalakî zêdetir werin pêkanîn. Her çalakiyekî li Bakurê Kurdistanê pêk tê mîna horsekî li ser serê dijmin dikeve. Bandorê li tevahî aliyên Kurdistanê dike. Li ser hemû êrîşên dijmin ser tevgera me, serokatiya me û gelê me bandor dike. Rêber APO di êşkenceyê de ye, di tecrîdê de. Gelê me rastî êrîşên hovane tê. Ji ber wê gerîlayên azadiya Kurdistanê li bakur xwedî rol in di vê derbarê de. Her tîmekî gerîla bi serê xwe hêzeke. Xwedî insiyatîfe, xwedî baweriyê, dijminê xwe nas dike, lewazî û xurtiyên dijmin çiye nas dike. Di vê çarçovê de tê xwestin ku hîn zêdetir çalakî aktîf bibin. Hêza pêşeng ji bo rûxandin, şikandin û hilweşandina rejîma faşîst-qirker a ku li ser mirovahiyê xwedî tehlukeyê gerîla ye. Kadroyên tevgera azadiya Kurdistanê ye. Gelê me yê welatparêz ê ku serî natewîne. Ev pêşengin. Ji bo vê, erkê me dîrokî ye û pêwîste her kesek di vê demê de xwedî rol be û bikaribê pêşengtiyekî rast bikê. Em ji her kesî vê yekê hêvî dikin.

DEWLETA TIRK DIRIZE

Wekî din dewleta tirk di nav tengasiyek pir mezin da ye. Him li derve di nav aloziyekî pir ciddî de ye, li heremê jî di nav Tirkieyyê de jî pir zor û zehmetî dikişîne, dirize. Civaka Tirkiyeyê û Kurdistanê di alî ehlaqî û civakî de di astekî herî jor rastî her cure polîtîkayan tê. Tecawiz tê kirin û pir pêşketî. Dîsa kuştina jinê derketiye astekî mezin. Dizî her roj tê kirin. Van polîtîkayan rewşekî dewleta tirk ya ku jiyan dike raber dike û ne normale. Dîsa li alî aborî de civaka Tirkiyeyê û Kurdistanê birçî maye, nikare xwe xwedî bike. Di her alî de aloziyên mezin hene. Van hemû di nav civakê de tên jiyîn. Nakokiyên pir cidî û muxalefetek heye. Tenê li ser yek tiştî tên gel hev ew jî mijara Kurda ne. wek din nav xwe de bi nakokin. Van hemû lewaziya dewleta tirk nîşan dide. Desthilatdariya AKP-MHP û Ergenekon, faşîzme ku dimeşînin lewaziya wan nîşan dide. Heger di dewletekî de ewqas rizandin hebe ew ber bi hilweşandinê diçe. Di dîrokê de hatiye dîtin, di hemû diktatoriyan de hatiye dîtin. Êrîşê derve dike, hundir dike, êrîşê her derê dike. Êrîş dike ta ku xwe xurt bide nîşan dan lê ev ji hemû tirs û xofa di dilê wan de tê jiyan kirin nîşan dide. Ev rejîm ber bi dawî ve diçe. Dîroka mirovahiyê de ev pir hatine dîtin. Îro rastiya rejîma diktatoriya Erdogan jî tê dîtin ku êdî her ku diçê rewşa wan xirab dibe. Dijmin weke ku di şerê xwe yê taybet dimeşînê ne wisa ye. Heya niha bi şerê taybet temenê xwe dirêj kir. Rêbazên cuda cuda bikar tînê. Lê rastî ew e ku ber bi têkçûnê ye. Gihîştina wê astê ji berxwedanê gerîlayên azadiya Kurdistanê tê. Gelê Kurd di nav berxwedaniyekî de ye. Têk birina vê rejîmê jî wê bi tekoşînekî xurt pêk were. Dîsa her kes erkên xwe pêk bînê. Wê çaxê wê bêguman faşîzma dewlet Tirk têk biçe.