Hêlîn Mûrat çavkaniya hişmendiya têkoşîna jinê ye

Dûran Kalkan qala Hêlîn Mûrat kir ku di Nîsana 2017'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke hewayî de şehîd bû. Kalkan got, "Hevrê Hêlîn li ser xeta Mazlûm bû. Hevîrê hişmendî û ruhê tevgera me ya azadiyê bû."

Helîn Mûrat li gundê Harçik ê Dersimê ji dayik bû, timî guh da extiyarên gund, li bûyerên di dema komkujiya Dersimê de hatin kirin guhdarî kir û bi vî rengî mezin bû.  Tiştên ku dihate vegotin di hişê wê de bi cih dibû û dema ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, têgihiştina xwe ya li ser dema berî û piştî komkujiya Dersimê wiha digot: "Pêvajoya qutkirina Dersimê ji Kurdistanê bû sedema destpêkirina pêvajoyeke gelekî metirsîdar. Tê bîra min, gotina Kurdistanê ji bo me tenê Dersim bû. Em ewqasî ji netewetiyê, ji rastiya giştî qut bûn. Piştî komkujiya Dersimê tirseke mezin belav bûbû.

Tê zanîn ku Rêbertî ji destpêkê ve girîngî dida Dersimê. Eger Rêbertê dest lê wernedabûya, Dersim bi temamî qediya bû.

Ji bo komkujî bê ji bîrkirin, mîna li her malbatê li malbata me jî çi ji dest dihat, dihate kirin. Kes zêde li ser komkujiyê nediaxivî. Ditirsiyan ku zarok wê bikevin bin bandora wê û derkevin serê çiyê. Extiyarên li gundê jî zêde nedixwestin ku qala bîranînên xwe bikin. Lê dîsa jî têkildarî komkujiyê gelek tişt dihate bihîstin. Gotinên qefle, 38, çeka giran, mîtralyoz, tertele min ti carî ji bîr nekir."

SALÊN KU LÊGERÎNÊN WÊ YÊN AZADIYÊ GIHÎŞT TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ

Civata ku ew li nav mezin bû, ji ber ku nêzî gerîla, kevneşopiya şoreşgerî û çanda çep bû, vê yekê bandor lê kir. Meyla wê ya li ser sosyalîzm, Kurdîtî, têkoşînê di dema xwendina lîseyê de dest pê kir.

Her ku roman û pirtûkên şoreşger û analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend, bêhtir nêzî têkoşînê bû. Zext, ambargo, xizanî, şewitandina gund û daristanan, koçberkirina gel ku di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve li Kurdistanê hatin kirin, bandor li tevlîbûna Hêlîn Mûrat kir. Çalakiya Zîlan jî tevlîbûna wê ya li nava têkoşînê misoger kir. Di Îlona 1997'an de di ser Romanyayê re tevî komek ji hevalên jin tevlî nava refên têkoşînê bû.

Ji bo tevlî perwerdeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe, demekê li Atînayê ma û piştre di 29'ê Tebaxa 1998'an de derbas bû. Hîn di destpêka dewreyê de komploya navneteweyî çêbû û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket. Ew jî di sala 1999'an de hat çiyê. Dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wê firsendeke mezin bû, lê belê komploya navneteweyî rê neda ku perwerdeya wê bi dawî bibe. Ji Metîna heta Xinêre, ji Gare heta Cîlo bi taybetî li her qada Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî nava refên têkoşînê bû.

NÊZÎKATIYÊN XWE YÊN MÎNAK GELEKÎ ZÊDE BÛN

Di Nîsana 2017'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişeke hewayî de tevî yek ji pêşengên tevgera jinê Nalîn Mûş şehîd bû. Hevrêyên wê di salvegera 3'emîn a şehadeta ê de qala hezkirina wê ya li têkoşîn û çiyê kirin.

Dûran Kalkan ku tevî Hêlîn Mûrat gelek kar kir, nêzîkatiya wê ya li nirxên partiyê û taybetmendiyên milîtaniyê wiha nirxand: "Li Dersimê ji dayik bû, li wir mezin bû û tevlî nava têkoşînê bû. Yek ji milîtanên azadiyê yên jin ên mînak bû ku hêzeke mezin tevlî tevgera azadiyê ya jinê ya têkoşîna partiya me kir. Timî kêfxweş bûm ku min hevala Hêlîn nas kir, pê serbilind bûm ku pê re hevrêtî kir. Kesayeteke welê bû ku li cewhera dîrokî ya jinê ya gelê Kurd, Dersimê û Kurdistanê dikhat. Hevala Hêlîn berpirsyar bû, bi dîsîplîn bû, rêxistinbûyî û dilnizm bû. Eger bêjim ku ji aliyê helwest û pîvana di têkoşîna rêxistinî de min kesek mîna hevala Hêlîn nedît, wê ne şaş be.

Nêzîkatiyên bi mînak ên hevala Hêlîn bi rastî jî gelek bûn. Lêkolînereke bêhempa bû. Rêber Apo ji bo hevalê Mazlûm Dogan gotibû 'hevîrê hişmendiyê yê tevgera me ye'. Hevrê Hêlîn jî li ser xeta Mazlûm bû. Ew hevîrê hişmendî û têgihiştina ruhê tevgera me ya azadiyê bû. Dilsozî û nêzîkatiya wê ya li hevrêyan welê bû ku hêz dida hevrêyên xwe, nedixwar, lê dida hevrêyên xwe, li xwe nedikir lê dida hevrêyên xwe. Milîtaneke bi mînak bû ku timî ji bo hevrêyên xwe ya herî baş û bedew dixwest. Hişmendiyeke xwe ya kûr hebû.

Paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a Rêbertî baş fêhm kiribû. Ne ku ji ber kiribû, her tim fêhm dikir, dipejirand. Min bi qadî hevala Hêlîn hevrêyek nedît ku dîroka gel, partî û gerîla lêkolîn dikir. Dikarim vê eşkere bûn. Her ku me hev didît, di lênûska wê de teqez pênc, deh pirs hebûn. Mijarên ku me hemûyan ji bîr dikirin di bîra wê de bû, lêkolîn dikir. Deverên ku diçû pîroz didît, nirxên hatibûn afirandin ji bo wê gelekî hêja bûn. Di dîroka me ya têkoşînê de wê timî bi vî rengî bê bîranîn. Jinên Dersimê û jin hemû wê bi rengê Hêlîn bibin hêjayî fermandara hêja û şervana azadiyê."

'MIROVÊN LI PÊŞBERÎ XWE TIMÎ WEKE MAMOSTE DIDÎT'

Ji hevrêyên wê Sulbus Perî qala rêbaza jiyanê, sekna Hêlîn Mûrat kir: "Her tim weke zarokeke biçûk bû ku timî jiyan hîn dibû. Dema ku diçû ber darekê, diçû cem mirovekî, diçû cihekî her tim dixwest tiştekî jê hîn bibe. Mirovên li pêşberî xwe, civak û xweza timî weke mamoste didît. Xwedî jî weke şagirtekê. Lêgerîna wê timî hebû ku rastiya civakan, kesayetiyan û xwezayê fêhm bike. Kesayeteke lêkolîner bû.

Bi meraq bû, timî dixwest rastî, naveroka her tiştî fêhm bike. Meyla xwe ti carî li ser madiyatê nebû."