HDP li dijî tecrîda li ser Ocalan çalakiya rûniştinê kir

HDP'ê û rêxistinên civaka sivîl li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê kir.

HDP û rêxistinên civaka sîvîl, bi armanca balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê, li Parka Koşûyolû çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û rêxistina civaka sivîl, bi armanca ku balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya 139 rojin li girtîgehan ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah dewam dike, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolû ya Navçeya Rêzan a Amedê daxuyanî da çapmeniyê. 
 
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên bajêr û navçeyan ên HDP’ê, endam û rêveberên TUAY-DER’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Polîsan berî daxuyaniyê berê sibehê Bîrdariya Mafê Mirovan dorpêç kirin. Gelek maşîneyên zirxî, wesayîtên destgîrkirinê û polîs li derdora parkê hatin bicihkirin. Ketin û derketina bîrdariyê hatin girtin. Berî daxuyaniyê nasname hatin sehkirin. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn, bi awayekê du komî xistin çemberê.
 
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, ji bo daxuyaniyê, li gel ku demek dirêj bi rayedarên polîsan re hevdîtin kir jî, lê destûr nehat dayîn ku daxuyanî bê dayîn.
 
Ji ber ku destûr nehat dayîn ku daxuyanî bê dayîn, koman bertek nîşanî vê yekê dan û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Komên ku dest bi çalakiya rûniştinê kirin, bi berzkirina tilîlî û lêxistina çepikan, dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hatin avêtin. Koman bi vî awayî bertek nîşanî tecrîdê dan û xwedî çalakiya greva birçîbûnê derketin.