HDP’ê li Payîzavayê namzetên xwe da nasandin

HDP’ê li Payîzavayê namzetên xwe da naskirin. Namzetê hevşaredariyê yê şaredariya bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci diyar kir ku ew ê hemû şaredariyan dîsa bistînin.

HDP’ê li Payîzavayê namzetên xwe da naskirin. Hevseroka bajêr a DBP’ê Ayla Tarhan, parlementera Wanê ya HDP’ê Mûazzez Orhan û namzetên hevşaredariyê yê şaredariya bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci û Bedîa Ozgokçe Ertan, namzetên hevşaredariya şaredariya Payîzavayê Rojbîn Akdag, Kemal Guler û gel tevlî danasînê bûn.

LEYLA GUVEN HATE SILAVKIRIN

Namzeta hevşaredariyê ya şaredariya bajarê mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan bi silavkirina Leyla Guven dest bi axaftina xwe kir û got ku, “Ew ê Payîzava destûrê nede dijminên gelê Kurd ên wekî tifaqa AKP û MHP’ê. Yên ku rêzdar Bekîr Kaya girtine, li ser sindoqê em ê bersiveke xurt bide wan.”

Namzetên hevşaredariyê yên şaredariya Payîzavayê Kemal Guler û Rojbîn Akdag jî diyar kirin ku qeyûm êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dikin û di 31’ê Adarê de ew ê gelê Payîzavayê vê ferasetê bi dawî bikin.

Namzetê hevşaredariyê yê şaredariya bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci li pêşiya avahiya bajêr a partiyê bi gel re civiya. Avci got ku “Jixwe em ê şaredariyan bistînin lê derdê me yê esasî ev e ku em peyameke xurt bidin. Em ê AKP’ê û hemû partiyên pergalê li Kurdistanê bikin partiyên tabelayan. Armanca me ya di 31’ê Adarê de ji şaredariyan wêdetir e. Em jî diyar dikin ku gelê Kurd ew ê stûyê xwe xwar neke.”