HDP’ê li Geverê mîtîngek biheybet lidar xist

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan li Geverê bi coşeke mezin hate pêşwazî kirin û Bûldan got; “Li her cihê ku di sindoqan de bidestnexistî qeyûm tayîn kirin. Qeyûman şaredarî xiste nava deynan de.”

 Hevseroka Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û heyeta li gel piştî tura Botanê îro l, bajarê Colemêrgê bûn. Piştî bajarê Colemêrgê Pervîn Bûldan li gel Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bûcak, Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede derbasî navçeya Geverê bûn.

Bûldan û heyeta li gel bi dirûşme û govendê hatin pêşwazî kirin. Heyeta HDP’ê piştre bi konvoyê derbasî navenda navçeyê bûn. Hevdîtina HDP’ê ya bi gel re li Cadeya Cengîz Topel veguherî mîtîngê û dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e’ hate berz kirin.

Piştî ku namzetên hevşaredariya Geverê Remzya Yaşar û Îrfan Sarî gel silav kir Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan axivî.

Gel bi dirûşmeya “Gever bi te serbilind e’ Bûldan pêşwazî kir û Bûldan jî wiha bersiv da; “Em bi we serbilinb din. Em îro gelek birûmetin ku li Geverê ne.”

Bûldan wiha domand; “Bawer bikin li her cihê ku em diçin lê heman coş û heman biryardarî heye. Îro li vir jî heman biryardarî me dît. Gever li vir biryara xwe daye. Ew ê Geverî 31’ê Adarê di sindoqan de rêjeyek wiha ya dengan bidest bixe, hevşaredarên xwe hilbijêre û qeyûm ew ê li paş ve jî temaşe neke û biçe. Her demê Gever dîrok nivîsandiye, ew ê divê hilbijartinê de jî carek din hilbijartinê binivîse. Yê ku me înkar dike û îradeya me nas neke ew ê di dîroka 31’ê Adarê der dersek mezin bibînin. Herî kêm 90 ji sedî. Ji ber ku vê desthilatê tenê hejarî û bêkarî ji bo Kurdan rewa dîtiye. Vê desthilatê tu caran gelê Kurd tu caran nas nekir, îradeya wê nas nekir. Li cihê hevşaredarên we hilbijartî qeyûm tayîn kir. Parlamenterên we hilbijartî Selahattîn Demîrtaş û Abdullah Zeydan şandin Edîrneyê. Selma İrmak a ku vê navçeyê hilbijartî şandin Kandirayê. Û herî dawî Leyla Guven a ku di girtîgehê de  24’ê Hezîranê we hilbijart. Niha Leyla Guven ji bo pêşeroja vî welatî, ji bo demokraî û azadiyê 117 roj din di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.”

Bûldan wiha dirêjî da axaftinên xwe; “Tenê daxwazek ya Leyla Guven û hevalên wê yên di greva birçîbûnê de heye. Ew daxwaz jî pêkanîna qanûnên vî welatî ne. Hevalên me ji bo hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re di greva birçîbûnê de ne. Lê desthilatdariyekî ku vêya nabîne heye û rolê 3 meymûnan dileyze. Ev desthilatdarî dibe sedem ku li Tirkiyeyê her roj gel dibin tecrîdê de bin. Ji ber ku îro tecrîd li her derê Tirkiyeyê tê pêkanîn. Li girtîgehan êdî cih nemaye. Her derê Tirkiyeyê bûye girtîgeheke vekirî. Em vêya di bendên li pêşiya me de dibînin. Bûn şahid ku li ku derê bin bila bibin gel li gel HDP’ê ne û bi HDP’ê re ne.”

Bûldan qala qeyûman jî kir û got; “Li her cihê ku di sindoqan de bidestnexistin qeyûm tayîn kirin. Wan qeyûman şaredarî xiste nava deynan de. Îro tirîlyonek deynê şaredariya Geverê heye. Em ê dersa herî baş di sindoqan de bidin qeyûm. Îro Recep Bey ê ku me tune dihesibîne li her cihê diçe qala HDP’ê dike, şev di raze dibêje HDP, sibehê radibe dibêje HDP. Jİ ber ku ji siyaseta HDP’ê ditirse. Dibêjin me ji vî welatî derkevin. Xwe weke Maho Axa dibîne. Weke ku axayê vî gundî ye. Lê em li her derê ne, tu nikarî me derxînî yê ji vî welatî jî biçe AKP û Recep Tayyip Erdogan e.”

Bûldan da zanîn ku ew ê AKP’ê bikin partiya tebelayê û got; “Hemû partî qediyan û niha tenê tevî hemû astengiya HDP’ê li ser pêyan maye, em in û hûn in. Em ê ne tenê şaredariyên xwe qezenç bikin tevî AKP’ê em ê aşitiya civakê bînin vî welatî. Ji ber ku pêdiviya vî welatî bi aşitî û biratiyê heye.”

Bûldan herî dawî ev bang kir; “Tu gumanên me nîne ku hûnê vê coşa xwe di 31’ê Adarê de jî nîşan bidin. Ji bo wê jî hêviyek me ji we heye heta 31’ê Adarê her kesê qane bikin.”

Bûldan sibê ew ê li navçeyên Wan Elbak û Westanê.