HDP’ê ji bo Mûş û Milazgirê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr da

Piştî ku îtîrazên HDP’ê yên li Mûş û Milazgirê hate redkirin, HDP’ê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr da.

Desteya Hilbijartinê ya navçe û navenda Mûşê îtîraza HDP’ê ya ji bo 2 hezar û 500 dengên hatine betal kirin, red kir.

Li bajêr li gorî encamên ne fermî Tifaqa Cûmhûr 15 hezar û 919 deng, HDP’ê jî 15 hezar û 381 deng wergirtibû. Lê HDP’ê ji bo encamên 103 sindoqan û 2 hezar û 500 dengên hatine betal kirin îtîraz kir. Desteya Hilbijartinê ya Navçe û Navendê li hev civiya û îtîraz red kir. HDP’ê jî  li Desteya Hilbijartinê îtîraz kir.

MILAZGIR

Li navçeya Milazgirê li gorî encamên ne fermî HDP’ê 3 hezar û 638, AKP’ê jî 3 hezar 3u 641 deng wergirt. Li navçeyê 9 hezar û 591 kesan deng da û 432 deng hatin betalkirin. HDP ku bi 3 dengan hilbijartin winda kir ji bo dengên hatine betalkirin îtîraz kir û îtiraza HDP’ê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ve hate redkirin. HDP’ê jî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr îtîraz kir û li benda biryarê ye.