HDP: Desthilat senaryoyan çêdike û di nav malbatan dide

HDP'ê got AKP xwe li derewan girtiye, di nav malbatan dide û got, ''Armanc ew e ku helwesta demokratîk a li dijî qeyûman reş bikin.''

HDP'ê bi navê ''Desthilat û Emniyet bi hevkarî di nav malbatan didin'' nivîsek weşand.

Di daxuyaniyê de HDP'ê bal kişande ser dagirkeriya qeyûman û protestoyên dijî qeyûm û got,''Di demeke wiha de ku desteserkirina vînê ya bi hevkariya AKP-MHP'ê ya bi nehiqûqî û bêbingeh, desthilat û medyaya wê li dijî HDP'ê kampanyayeke dî ya reşkirinê dane destpêkirin. Hedefa desthilatê ew e ku derbê li protestoyên demokratîk ên dijî qeyûm bixin, ku ev prostesto her roj geş dibe û  her wiha dixwazin derbê li bêîtîatiya sivîl bixin.''

'DIXWAZIN SER PROTESTOYAN REŞ BIKIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Navê senaryoya nû, ew e ku ''berê malbatên ku zarokên wan naçin malê bidin ser partiya me''. Bi rûniştandina dayik û bavan a li ber partiya me ya Amedê dixwazin li ser partiya me propagandaya reş bikin. Ne tesadûfî ye ku demeke wiha protestoyên demokratîk li dijî qeyûman geş bûne, Emniyet berê malbatan dide partiya me.''

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin avahiya wan a partiyê 24 saetan bi kamera, toma, wesayitên zirxî, polîsên sivîl û resmî ve dorpêçkirî ye û got, ''Hêzên Emniyetê çi kesê ku dikeve hundir tespît dike. Ji ber van zextan endamên me yên partiyê bi zorê dikevin avahiya partiyê û derdikevin.''

'DEREWÊN WAN DERDIKEVIN MEYDANÊ'

Her wiha hate gotin, ''Beriya niha bi heftiyekê zarokê malbata ku berê wê dabûne partiya me, got, ew ji ber meseleyên malbatî ji malê reviyaye. Dîsa malbateke dî, bi daxuyaniya ku dayî, gotiye, Emniyetê ji wan re gotiye zarokên wan şandine Sûriyê. Heman malbatê di agahiyê de ya ku dayî çapemeniyê, gotiye, Emniyetê berê wan daye avahiya partiya me. Em careke dî bibêjim, aqûbeta zarokên van malbatan ne em lê hêzên Emeniyetê zanin.

Li gorî plana ku hatî danîn li ber çavê kamerayên Ajansa Anadoluyê û bi çavdêriya hêzên Emniyetê camên partiya me hatine şikandin. Hêzên Emniyetê pêşî li vê êrîşê negirtine, sûc teşwîq kirine. Armanca van bûxtanan û derewan ew e ku helwestên demokratîk ên dijî qeyûm reş bikin.''

'EM BI KOMPLOGERAN DIZANIN'

HDP'ê dawiyê got: ''Me gelek caran got, em dîsa dibêjin, HDP li navenda siyaseta demokratîk e. Ti caran ji têkoşîna aştî, demokrasiyê û serweriya hiqûqê bernedaye. Li dijî mirinê berevanî li jiyanê û mafê aştiyê kiriye, li dijî polîtîkayên şer û pevçûnê rawestiyaye. Ti caran em ji siyaseta xwe nehatine xwarê û ji niha û pê de jî em nayên xwarê. HDP berê mirovan tenê dide siyaseta demokratîk.''

Di dawiyê de hate gotin, ''Em dizanin bê ka kî vê komployê dike, van buxtanan dike. Bi derew û bûxtanan hûn nikarin têkoşîna me ya mafdar û meşrû reş bikin.''