HDP çû serdana Tevgera Azadî

Heyeta Jinan a HDP’ê li Silêmaniyê çû serdana Tevgera Azadî. Di serdanê de hate diyarkirin ku bi pêşengiya jinên Kurd feraseta herêmê diguhere.

Heyeta Jinan a HDP’ê ya ku çûbû Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê çû serdana Tevgera Azadî. Di serdanê de parlementera HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku bi pêşengiya jinên Kurd feraseta herêmê tê guherandin. Ûca bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û diyar kir ku AKP bi paş ve gavan diavêje. Ûca got ku “Dewlet dixwaze pêşiya berxwedana li hemberî desteserkirina şaredariyan bigire. Lê têkoşîna jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bandora xwe heye. Tu tişt wê nikaribe li pêşiya berxwedana me ya azadî û demokrasiyê bisekine.”

HUSEYÎN: TÊKOŞÎNA JINAN BI SER DIKEVE

Berdevka Tevgera Azadî Tara Huseyîn jî diyar kir ku destkeftiyên li her çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya jinan tê bidestxistin û got “Ji ber vê jî em dizanin em ji bo çi têdikoşin. Em jinên Kurd têdikoşin ku herêm were guherandin, azadî û demokrasî were pêşxistin. Vê têkoşîna me bandorê li herêmê dike û wê diguherîne.”