HBDH'ê maşîna kar a qeyûm şewitand
Milîsên Bargiran Erkendî yên Komîteya Kurdistanê ya HBDH'ê maşîneyeke kar a Şaredariya Sûrê ya hatiye dagirkirin şewitand.
Milîsên Bargiran Erkendî yên Komîteya Kurdistanê ya HBDH'ê maşîneyeke kar a Şaredariya Sûrê ya hatiye dagirkirin şewitand.
Komîteya Kurdistanê ya HBDH'ê têkildarî çalakiya 4'ê Çileyê ya li Amedê, ku ji aliyê Milîsên Bargiran Erkendî yên HBDH'ê e hate lidarxistin daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Makîneya kar a bi palet ku ji aliyê nûnerê hêzên dagirker ê weke qeyûm li Şaredariya Sûrê hate danîn Abdullah Çîftçî ve bi fenê ji bo fîrmayên alîgirê xwe hate firotin û piştre bi buhayekî zêde weke kirêkirî hate nîşandan, hate şewitandin û îmhakirin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dem dema rabûna li ber faşîzmê ye û hate destnîşankirin ku rêya azadiyê rêya HBDH'ê ye ku wê bi zimanê faşîzm jê fêhm dike bersivê bide.