HBDH’ê li dijî polîsên Tirk çalakiyeke bombeyî li dar xist

Milîsên Binevş Agal ên girêdayê HBDH‘ê ragihand ku wan 1‘ê Hezîranê li Amedê li dijî polîsên di nobetê de çalakiyeke bombeyî li dar xistiye.

Milîsên Binevş Agal ên girêdayê Tevgera Yekbûyî ya Gelan a Demokratîk (HBDH) da zanîn ku wan li Amedê li dijî polîsên Tirk çalakiyeke bombeyî li dar xistiye. HBDH’ê der barê çalakiyê de daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Me 1‘ê Hezîranê di saet 02.10’an de li parka wesayîtên zirxî û yên kar li dijî polîsên nobetê digirtin, dema guherîna vardiyayê bi bombeyan destan çalakî li dar xist. Nîv saet bi şûn de wesayîta bi zirx a polîsan a şandin cihê bûyerê, bi hizira ku milîsên me ne li cihê bûyerê ne dewriye kirin û cardin bûn hedefa bombeyên me yên destan.“ 

‘LI KUÇEYÊN ME WÊ NEKARIN BI HÊSANÎ TEVBIGERIN‘

HBDH’ê diyar kir ku ji ber çalakiyên wan yên bi berdewamî dijmin neçar dimîne ku tim amadeyê êrîşkirinê be û got: “Ditirsin. Hest bi ewlehiyê nakin. Wê nekarin li kuçeyên me bi rehetî bigerin. Wê bi kêfa xwe nekarin insanên me tacîz bikin. Heta ev pergala faşîst a zilmê hilweşe, kuçeyên me bi ewlehî bibin em ê li çalakiyên xwe dewam bikin!“