Hate xwestin ku girtiyê nexweş Firat Koç were cezakirin

Derheqê Firat Koç ê girtî ku nexweşiya şîzofreniyê lê heye û dema protestokirina qeyûmê Wanê polîsan êşkence lê kiribû, îdîaname hate temamkirin. Di îdîanameyê de hate gotin Koç li ser navê rêxistinê 'sûc' kiriye û hate xwestin ku were cezakirin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê derheqê Firat Koç ê ku bi nexweşiya şîfozreniyê ye û di çalakiyên prostetokirina qeyûmê Wanê de, dema 21'ê Tebaxa 2019'an  polîsan bi qelas û kaskan êşkence lê kiribû, îdîaname temam kir. Hate gotin Koç li gel ku ne endamê rêxistiniyê ye, li ser navê rêxistinê 'sûc' kiriye û hate xwestin ku were cezakirin.

Koç di îfadeya xwe de ya li dozgeriyê gotibû ew îdîayên derheqê wî qebûl nake.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê derheqê Koç got, li gel ku ne 'endam'ê rêxistiniyê jî, bi sedema ku li ser navê rêxistinê 'sûc' kiriye xwest ku Koç were cezakirin.

Parêzerê Koç Erhan Çiftçîler got, ''Armanc ew e ku kesên ku êşkence li Koç kirine bişofînin. Li vir ê ku mexdûr bûyî û êşkence lê hatiye kirin Firat Koç e û divê êşkencekar werin cezakirin.''