Hate îdîakirin ku leşkeran li Qereyazî êşkence li gundiyan kiriye

Diyar bû li gundê Cawûş yê navçeya Qereyazî ya Erziromê leşkeran serê sibê bi ser malan de girtin û êşkence li gundiyan kirin.

Leşkerên Tirk serê sibê li gundê Cawûş yê navçeya Qereyazî ya Erziromê bi ser mala malbata Arslan de girtin. Hate îdîakirin ku leşkeran êşkence li malbatê kiriye.

Li gorî îdîaya çavkaniyên xwecihî yên li herêmê leşkerên ku avêtin ser malan Îrfan Arslan, Şevîn Arslan û Halîs Arslan bi êşkenceyê destgîrkirin. Welatî Îrfan Arslan yê êşkence lê hatî kirin hate îdîakirin ku piştî mûdaxeleya li Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyazî bi ambûlansê sewqî Erziromê hate kirin.