Halîse Aksoy a cenazeyê kurê wê di qutiyê de hat radestkirin jî, destgîrkirî ye

Halîse Aksoy a cenazeyê kurê wê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek ku di pevçûnê de şehîd bû û di qutiyê de radestê wê hat kirin û keça wê Mîzgîn Karataş jî hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de ku navenda wê Amed e, bi ser 21 malan de hat girtin. Gelek rojnamevan, siyasetmedar, hiqûqnas û rêveberên sendîkayan û hunermend jî di nav de, herî kêm 126 kes hatin destgîrkirin. Halîse Aksoy ku kurê wê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek şehîd bû û di qutiyekê de radestê wê hat kirin jî hat destgîrkirin.

Serê sibehê li Amedê bi ser mala Halîse Aksoy de hat girtin. Aksoy bi pişt re destgîr kir û birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Amedê. Polîsan bi hevwextî girt bi ser mala Mizgîn Karataş û hevserê wê Harûn Karataş de û ew destgîr kirin. Zarokê/a 4 salî yê/a Karataşan jî birin midûriyeta ewlehiyê. Zarok heta êvarê li midûriyeta ewlehiyê ma û bi pişt re radestê xizmên xwe hat kirin.