Hacî: YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê li gorî qanûnên Iraqê ne

Hiqûqnasê ji Başûrê Kurdistanê Aram Hacî diyar kir ku YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê li gorî qanûnên Iraqê ne û got “Îddîaya PDK’ê ya ku dibêje ev hêz ne meşrû ne, berhema stratejiya Enqereyê ye da ku Iraq êrişî Şengalê bike.”

Hiqûqnasê ji Başûrê Kurdistanê û parêzvanê mafên Mirovan Aram Hacî zemîna Rêveberiya Xweser a Şengalê, YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê û îddîayên berevajî yên ku PDK li van saziyan dike ji ANF’ê re nirxand.

‘RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ XWE DISPÊRE MAKEQANÛNA IRAQÊ’

Aram Hacî diyar kir li gorî Makeqanûna Iraqê ya ku di sala 2005’an de hatiye çêkirin dewleta Iraqê dewleteke federal e û li gorî makeqanûna wê pergaleke wê ya wisa heye ku him xwe dispêre federasyonê û him jî wekî wîlayetan e û ev tişt ne navendî ne. Hacî diyar kir ku divê statuya rêveberiya xweser were naskirin û got “Eyalet û federasyon ji aliyekî ve girêdayî navendê ne û di hinek waran de jî dikarin biryarê bistînin. Ji bo pergal eyaletê mirov dikare Mûsûlê û ji bo herêma federal jî mirov dikare herêma Kurdistanê mînak nîşan bide. Li gorî vê pergalê Şengal wekî parçeyekî eyaleta Mûsûlê ye. Şengal navçeyeke eyaleta Mûsûlê ye. Di warê rêveberiyên herêmî de jî bajarokeke girêdayî Şaredariya Mûsûlê ye û di warê herêma hilbijartinê de jî di nav eyaleta Mûsûlê de xwedî cihekî xweser e. Li gorî makeqanûna hilbijartinê ya Iraqê ji bo kêmnetewe û baweriyan 90 kursî hene. Ev Êzidî, Mendelî, Mesihî û yên din in. Li 18 eyaletên Iraqê li ser navê Êzidiyan kursiyek heye.

Dema em li pergala rêveberiya wîlayetan a jî ya Başûrê Kurdistanê binihêrin, em dibînin ku hemwelatiyên wê derê di warê demokrasî, îdarî, civakî û ekonomîk de dikarin biryarên serbixwe bidin. Şengal jî li ser vê çarçoveyê xwe dispêre makeqanûna Iraqê dixwaze statuya rêveberiya xweser a Şengalê were naskirin. Dema em qala xweseriya Şengalê dikin em vî tiştî dispêrin makeqanûna Iraqê. Li gorî vê pergalê dibe ku li vir avadaniyeke xweser a aborî jî pêk were. Ji aliyê din ve Eyaleta Mûsûlê li gorî makeqanûna Iraqê dikeve çarçoveya xala 140’î. Ev jî tê wateya di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê de li ser wê lihevkirin pêk nehatiye. Di warê rêveberiya îdarî de hê jî hinek xal nehatine zelalkirin. Bi kurtasî herêmeke ku wisa ye ku hê jî nîqaş li ser wê heye. Ez dixwazim balê bikişînim ser vî tiştî mafê PDK’ê tuneye ku li ser Şengalê gotinekê bike. Divê hikumeta federal a Iraqê û Rêveberiya Xweser a Şengalê vê meseleyê nîqaş û çareser bikin”

‘YBŞ NE HÊZEKE JI DERVE YE DI NAV PERGALA PARASTINA IRAQÊ DE YE’

Aram Hacî diyar kir YBŞ û YJŞ hêzên cewherî yên Şengalê ne û got “Piştî ku Mûsûl ket, yek ji qada ku herî zêde hovîtiya DAÎŞ’ê lê pêk hat, Şengal bû. Piştî qirkirinê gelê Şengalê ji bo xweparastinê hêzên YBŞ û YJŞ’ê ava kirin. PDK her dem îddîa dike YBŞ î YJŞ girêdayî PKK’ê ye û qaşo ev ne hêzên qanûnî ne. Ev yekîne hêzên xweser ên wê herêmê ne û ji ber hovîtiyê xwe diparêzin. Ev yekîne di nav pergala parastina Iraqê de hatine naskirin. Ji ber ku di wê demê de tevî artêşa Iraqê tevgeriyane. Iraqê alîkarî daye van hêzan. Ji ber vê nayê qebûlkirin were gotin ev hêz ji derve ne.”

ASAYÎŞA ÊZÎDXANÊ JÎ MEŞRÛ Û QANÛNÎ YE

Aram Hacî diyar kir di navbera Iraq û PDK’ê de di 9’ê Cotmeha 2020’an de peymanek hatiye çêkirin û li gorî vê vê peymanê tê xwestin Asayîşa Êzîdxanê were rakirin. Hacî got “Ev asayîşên di navbera sînorên Iraqê de wekî parçeyekî rêveberiya federal a Iraqê ne. Her asayîşa di nav welat de ji bo parastina ewlehiya welat tên avakirin, parçeyekî wî welatî ne. Azayîşa Êzidxanê jî hêzeke wisa ye.

Dema ku DAÎŞ’ê Mûsûl dagir kiribû û piştî ku Mûsûl hate rizgarkirin asayîşa vir ji bo parastina gel xizmet kirine. Wan ax û welat parastine. Ji ber vê hikumeta Iraqê û rêveberiya Mûsûlê bi awayekî fermî ev hêzên asayîşê nas kirine. Avabûna van asayîşan ne ji bo xisara welat e û pirsgirêkan jî ava nake. Çawa ku YJŞ û YBŞ parçeyekî pergala parastinê ya Iraqê ne, Şengal jî dibe parçeyekî pergala federal a Iraqê. Vê peymana di navbera hikumeta Iraqê û PDK’ê jî nayê qebûlkirin. Çawa hikumetek û partiyeke siyasî dikarin tiştekî wisa fermî û meşrû, wekî ku ne meşrû be, binirxînin.”

'TAWANBARIYÊN PDK’Ê BERHEMA STRATEJIYEKE LI ENQERÊ YE’

Aram Hacî diyar kir ku îdîayên PDK'ê ya ku dibêje YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxan hêzeke biyanî, îllegal in û girêdayî PKK'ê ne, berhema stratejiyek a Enqerê ye û wiha dewam kir: “AKP bi projeya navê Ovakoyê hewl dide qadên îstîsmara aborî berfireh bike. Ya rast ew e ku çi hêz dibe bila bibe, ew berevaniya dadmend a ku di asta xwegirtin û berpirsiyariya neteweyî de pêş bixîne, weke dijminatî pênase dike û hewl dide wê weke teror nîşan bide. Armanca wan pêşxistina serdestiya li başûrê Mûsilê û pêkanîna planên xwe yên li ser herêmê ye. Têkildarî vê proje û planê, armanc dike ku çavkaniyên aborî yên alternatîf ji xwe re biafirîne, ku bi bikaranîna gaza xwezayî ya herêmê (Deşta Ambar) û çavkaniyên petrolê (Nînova) bigihêje çavkaniyên aborî yên welatên kendavê yên li ser vê xetê. Dagirkerên Osmanî bi awayekî dixwaze Iraqê weke pirekê bikar bîne.”

‘PDK XIZMETA PROJEYA AKP’Ê DIKE’

Aram Hacî diyar kir ku pêkanîna peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a di navbera PDK û Iraqê de ne girîng e û wiha domand, “Hikûmeta federal û Wezareta Navxweyî, wezaretek serpereştiya hêzên asayîşa giştî yan jî wezareta berevaniya Iraqê, di pêkanîna wê de azad in. Lê PDK vê yekê weke tifaqa ewlehiyê dibîne û hewl dide xizmeta proje û stratejiya AKP’ê bike. Armanca vê peymanê û pêkanîna wê ew e ku Rojava û Başûr ji hev cuda bikin, hewl bidin pirsgirêk û astengiyan li hemberî Yekîneyên Parastina Şengalê derbixin. Dixwazin li hemberî hemû hêzên mafdar ên li ser wan sînoran dijîn, êrîşên PDK'ê, dagirkeriya AKP-Enqerê û stratejiya wê ya leşkerî, pêk bînin. "

PDK’Ê IRAQ VEXWEND KU ÊRÎŞÊ ŞENGALÊ BIKE

Aram Hacî daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê PDK'ê Ebdullah Xaliq Telat ê ku herî dawî di nava hêzên operasyona hevpar a Iraqê de cih digire "Divê Iraq niha êrîşî Şengalê bike” nirxand û wiha got, “Ev seferberiya leşkerî ya li dijî hêzên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê hatiye pêşxistin bi giştî bi nîqaş û lihevkirinên dawî yên di navbera partî û hêzên siyasî yên Iraqê de ye. Yên ku îro kabîne û hikûmeta Iraqê bi rê ve dibin ev in. Bi van lihevkirin, destpêşxerî û nîqaşan dixwazin bi destwerdaneke leşkerî ya giran an jî bi derxistina YBŞ’ê vegerin ser postê serokwezîriyê. Her wiha PDK’ê hêzên Iraqê vexwend ku Şengalê bidin. Dixwazin bi lêdana YBŞ û Şengalê bikin biryara leşkerî ya hikûmeta federal a Iraqê. Ji ber ku bêyî artêşa Iraqê PDK’ê nikare di xistina Şengalê de ti serkeftinê bi dest bixe.”

'DIVÊ BI RÊVEBERIYÊN XWESER RE ÇARESERIYÊ BIBÎNE’

Aram Hacî bal kişand ser wê yekê ku PDK'ê ku ji ewlekariya Şengalê berpirsyar bû di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeperên parastinê bê şer hiştin û gel rastî qirkirineke mezin a DAIŞ'ê hat û got, "Hêzên parastinê yên li Şengalê wê deme avabûn û erka parastina gelê Şengalê girt ser xwe. Eger ne hêzên ku Şengal parastî, ev hêz weke hêzên ku ji dînamîkên navxweyî/herêmî pêk tên di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de bên pênasekirin, ez vê destwerdanê qanûnî nabînim. Ji ber ku li gel beşek ji hêzên Iraqî û Heşda Şeibî li dijî terorê şer kirin, piştgiriya hev kirin û roleke mezin di serkeftina hêzên Iraqî li dijî terorê de lîstin. Ji ber vê yekê ez vê êrîşa li dijî hêzên Şengalê ku piştî bidawîkirina terorê rolek girîng lîst, rewa nabînim. Eger di navbera hêzan de di warê ewlekarî û leşkerî de pirsgirêk hebin, hikûmeta federal û rêveberiya xweser a Şengalê dikarin bi hev re van pirsgirêkan nîqaş bikin û çareseriyên avaker û sivîl ji van pirsgirêkan re bibînin.”