Hacer Zagros: Şoreşa Rojava şoreşa tevahiya herêmê ye

Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros salvegera 5. a Şoreşa Rojava pîroz kir û got, "Êdî ev şoreş ne tenê şoreşa Kurdan e. Bûye şoreşeke herêmê." Zagros bal kişand ser keda mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di afirandina vê şoreşê de.

Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros tevlî bernameya taybet a qenala Stêrk TV bû û bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê rewşa dawî ya li Rojava nirxand.

Zagros salvegera 5. a Şoreşa Rojava silav û pîroz kir û di destpêka axaftina xwe de şehîdên 19'ê Tîrmehê, hemû şehîdên Şoreşa Rojava û têkoşîna azadiyê bi bîr anî.

Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros behsa siyasetên hêzên derve li ser Rojhilata Navîn kir û bal kişand ser nerazîbûna gelên herêmê û bihara gelan. Zagros got; "Bihara gelan, bihara ereban ya 2011’an pêk hat, hin şert û mercên xwe yên objektîf û sûbjektîf hene. Li welatên Ereban rastiyek heye, rastiyeke ku çandeke xwe yê xweser heye, ayidê wê ye, zîhniyetekî xweser ayidê wê, sîstemekî xweser ayîdiyê wê heye. Ev çand, ev zihniyet û ev sîstem 5000 hezar sal berê di nav gelên semetik de çêbûne. Ji wê demê heya niha hêzên desthilatdariyê, bi taybet jî hêzên modernîteya kapitalîzmê di sedsalên dawiyê de xwestin ji bo Rojhilata Navîn ji bo gelên Ereban kirasekî nû bidirûn, zîhniyetekî nû lê bikin, ji bo hemû neteweyan û Ereban. Zîhniyeta nû dixwestin bidirûn bi armanca ku Rojhilata Navîn, Kurdistanê, welatên Ereb, hemû pêkhateyan dagir bikin. Li ser vê bingehê xwestin li gorî xwe sîstemekê, siyasetek û zîhniyetekê ji bo wan biafirînin. Ji bo vê di sedsalên dawî de siyasetên taybet ji bo hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn ku hatiye pêkanîn jî siyaseta parçekirinê ye, siyaseta netewe-dewletê, ya ku ji derve hatiye girtin. Bi hemû hêzên dewletên moderniteya kapîtalîzmê, modela netewe-dewletê hatiye girtin. Li ser encamê şerê cîhanê yê yekemîn parvekirinên ku di navbera dewletên cîhanê  de çêbûne, di encama wê de stratejiyek wisa hatiye pêkanîn; netewe-dewlet. Ku em dizanin netewe-dewlet, hemû rejîmên ku heyî bi siyaseta derve ve girêdayî ne. Bi armanca ku vebûneke sîstemê çêbibe. Ji bo ku rê li pêşiya sermayedariya xwe vebike. Ji bo vê jî hem şerê cîhanê yê yekemîn, hem şerê cîhanê yê duyemîn di nav de hemû bi armanca dagir kirinê û parvekirinê nirxên maddî û manewî yên Rojhilata Navîn e."

'KIRASÊ WAN NE LI GORÎ ROJHILAT E'

Hevseroka Kongra Gel Zagros diyar kir, ku emrê sîstema kapîtalîst zêde dirêj nîne û got, ew kirasên wan ne li gorî Rojhilata Navîn bû. Zagros wiha dewam kir; "Rastiya Rojhilata Navîn li gorî biratiya gelan e. Rastiya Rojhilata Navîn li gorî çanda olên pîroz yên Rojhilata Navîn destpêkirin e, li ser bingeha têkoşînê ye û li dijî zilmê. Zîhniyeta yekitiya gelan biratiya gelan e. Lê belê mudaxaleyên ji derve ji bo Rojhilata Navîn yên ku çêbûne û zîhniyeta perçekirinê, zîhniyetê nakokiyê, zihniyetê dewlet, zîhniyetê dagirkirinê zîhniyetekî dijberî navbera neteweyan, navbera cînsan, navbera olan de ye. Yanî dijberiyên zîhnî, dijberiyên etnîk û nakokiyên di navbera neteweyan de ye. Vê yekê nakokiyên di navbera gelan, nakokiyên gelek mezin di nav civakê de jî bi xwe re anî. Nerazîbûnên bi xwe re anîn ev in. Bi rastî gel bi xwe dixwaze bi çanda xwe bijî. Dixwaze li gorî nirxên xwe yên madî û manewî bijî. Dixwazî bi felsefeya yekitiya gelan bijî. Dixwaze bi çanda xwe ya cewherî ya olan bijî. Bihara gelan, bertekên gelên Ereb li hemberî wê siyasetê bûn. Em hemû dizanin di Rojhilata Navîn de di encama şoreşa misilmantiyê bi xwe re sîstemek anî; sîstema umet, umeta îslamî. Ev tê wateya yekitiya gelan. Sistemên ku parçe bikin û rêve bibin, ev welatên Ereb ku xwedî ji yek çand, yek ziman, yek dîrokbûn kirine 22 welat. Ev mozaika miletê Ereb bibe 22 dewlet wê çiqas li hev bike? Û her dewletek bi aliyekî ve hatiye girêdan. Her dewletek li gorî siyasetekê, li gorî stratejiyekê bi dewletên derve re hatine girêdan. Li ser stratejiya ku di nav wan de nakokiyan de daîmî geş bikin û bi vî rengî bi xwe re girê bidin. Vê yekê bi xwe re hin encam anîn; zexteke mezin li ser gelan, di sedsala yekemîn û bi bandora bihara ereban, bi têkoşîna gelê Kurd, bi tevgera azadiyê û bi paradigmaya Rêber APO bandor kiribûn. Ji ber ku di vê xakê de gelê Kurd jî hene. Gelê Kurd jî hatiye parçekirin, Kurdistan jî bûye çar parçe. Tevgera azadiyê, têkoşîna gelê Kurd bandor kirîbû. Ji ber vê hişt ku derketineke wisa çêbibe, hişt ku bihareke wisa çêbibe. Çima bihareke wisa çêbû? Ji ber ku dixwaze vegere rastiya xwe, vegere cewhera xwe, nasnameya xwe ya bingehîn. Di Rojhilata Navîn de ev heye, wekî cesetekî, wekî laşekî, ne mumkine were parçe kirin, serî li derekî, ling li derekî, dest li derekî, mumkîn nîne. Hemî bi yek mejî, bi yek xwîn, bi yek dil dijîn. Renginiya wê, ferq û cudahiya wê ji xwe heye, ji xwe xweşik bûyîna wê, bedew bûyîna wê li wê derê ye. Em tev dizanin, bahçeyek, neteweyek, çiqasî rengin e ewqasî xweş e, ewqas dewlemend e. Ewqas balkêş dibe."

'BIHARA GELÊN ROJHILATA NAVÎN'

Zagros anî ziman ku gotina "Bihara Ereban" têrê nake,  li şûna bê gotin "Bihara Ereban" baştire ku bê gotin "Bihara gelên li Rojhilata Navîn". Zagros nirxandina xwe wiha berdewam kir; "Ji 19'ê Tirmehê heya niha ev 5 sal in, nirxên bi xwe re afirandî bû hebûn. Eger ev şoreşa Rojava her ku diçe zêdetir xwe pêş dixe, bi sîstema xwe, bi têkoşîna xwe,  bi zîhniyeta xwe, bi têkîli û itîfakên xwe, eger heya niha rixmê ewqas êrîş çêbûn, yên leşkerî ji milê hêzen derve, ji milê dewleta Tirk ve, dem dem ji milê rejimê ve jî êrîş çêbû, ji milê hêzên tarî DAIŞ ve êrîşekî herî dijwar çêbûne. A niha di van demên dawî de êrîşên dewleta Tirk jî car car çêdibin. Eger ev şoreş heya niha xwe li ser piya girtî be, xurtir li hemberî van êrîşan bertek nîşan dane, ev yek bingeha xwe ji berê digre. Ji ber ku bingeha şoreşa Rojava, xwe tenê 19’ê Tîrmehê nagre. 19’ê Tîrmehê li ser nirxekî maddî û manewî ava bû. Bingeha xwe ji nirx û mirasa têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ya 40 salan digre. Li gorî fikir û ramanên Rêber APO, li gorî fikrê neteweyî, li gorî fikrê azadiya gelê Kurd e, li gorî fikrê neteweya demokratîk û siyaseta demokratîk, ji bo hemû gelan e. Ev bi xwe bûye bingehekî xurt. Ev bingehekî rêxistinî yê xurt bû."

Zagros da xuyakirin, ku gelê Kurd ê li Rojava ne tenê 19’ê Tirmehê dest bi têkoşînê kiriye û işaret bi têkoşîna demdirêj a gelê Rojava kir. Zagros anî ser ziman ku Kurdan li hemberî desthilatdariya Baasê, li hemberî kembera ereban, li hemberî zîhniyeta şovenîst, nijad perestî jî wextê xwe de têkoşîn kiriye û ti wext xwe nedaye aliyê. 

Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros got, "Gelê Rojava ji têkoşîna azadiyê bandor bûne, ji ramanên Rêber APO, ji fikrê PKK’ê bandor bûne û têkoşîna xwe kirin e, xwe bi rêxistin kirin e. Û li ser vê bingehê bûne tevgereke pêşeng. Gelê Rojava ji ber vê yekê rewşekî amade dest bi vê şoreşê kirine."

Sedema ku Şoreşa Rojava her pêş ket ji milê Zagros ve wiha hate nirxandin; "Em nikarin bibêjin şert û merc, nakokî hemû amade bûne, hima gelê Rojava dest bi şoreşa xwe kirine, rabûne ser xwe û şoreşa xwe lidar xistiye. Ne wisa ye. Heger bi vî rengî ba, mumkîne ku bi êrişekî din ev şoreş hilweşiya. Mesela wekî ku li Tunisê çêbû, li Lîbya çêbû, li Misir çêbû. Li Misir û Tunis şert û mercên objektîf, subjektîf amade bûn, gel bi berxwedanî û serhildanekî mezin serê xwe rakir lê belê ji ber ku pêşengtî nînbû, cardin bêdeng bûyînek çêbû. Lê belê gelê Kurd ne wisa ye. Gelê Kurd di Rojavayê Kurdistanê de neteweya herî hazir di nav wê kategoriya nû, di nav wê konjoktura nû de  cihê xwe girtî ye. Ji ber bi rêxistinkirî ye. Yani serokatiya wê jî hebû. Pêşengtiyê wê jî hebû, rêxistina wê hebû, bîrdoziya wê jî hebû, siyasetekî wê hebû, di her alî de tanzîma wê hebû. Jin bi rêxistinî bûn, ciwan bi rêxistinî bûn, karker bi rêxistinî bûn, kedkar bi rêxistinî bûn, yani hemû kesimên civakî bi rêxistinî bûn. Ji bo vê jî vê yekê bandora xwe kir. Herî zêde jin bi rêxistinî bûn."

'HEMÛ NETEWEYAN XETA SÊYEMÎN PEJIRANDIN'

Zagros ragihand, ku rêxistinên heyî wekî yekitiya Star, bi navê niha kongra Star, PYD, Tev-dem hişt ku ev şoreş her ku biçe çapê xwe mezintir bike. Zagros wiha anî ser ziman, "Êdî ev şoreş ne tenê şoreşa ji bo Kurd e. Bû şoreşeke herêmê. Li gorî taybetmendiyên hemû neteweyan di nava xwe de hembêz bike, li gori zîhniyeta neteweya demokratîk hemû gelan xwe di nava vê şoreşê de dîtine, xwe di bin siha vê şoreşê de bi rêxistin kirine. 2014’an Rêveberiyên xweserî hatin îlan kirin. Ev rêveberî weke rêveberiyên hemû gelan hatine îlan kirin, avakirin. Ji bo vê jî Suryanî, Keldanî, Ermenî, Turkmen, Çeçen û hemûyan xwe li vê şoreşê girtine. Li wê derê yekitiyekî gelekî xurt di navbera gelan de çêbûye. Gelek partiyên dîtir jî. Rast e, şoreşa Rojava di bin pêşengtiya PYD û Tev-dem de hatiye lidarxistin, lê belê  paşê dema rêveberiyan xwe îlan kirine, evana yê hemû partiyên ku hebûn bû. Rixmê ku gelekî ferq û cudahî di nav fikir û nêrînên wan de hene jî, siyaseta wan, bîrdoziya wan, ji hev cuda be jî, bêguman tiştekî pir xwezayî ye. Ji ber hemû neteweyan ne mumkine bi yek fikir, bi yek siyaset, bi yek bîrdozî bin. Lê belê xetek hebû. Xeta şoreşa 19’ê Tirmehê hebû. Xeta sêyemîn hebû, xeta neteweya demokratîk hebû."

Zagros da zanîn, ku xeta sêyemîn ku weke neteweya demokratîk bilêv kir ji milê hemû neteweyan ve hatiye pejirandin û got, "Bi xeta sêyemîn sîstemekî civakî hatiye birêxistin kirin. Şoreşa Rojava tenê bi ser milê leşkerî de xwe nedaye avakirin. Xwe spartiye rêxistina gelan, lingekî wê yê civakî hebû. Ku hemû gelan xwe birêxistin kirin e, wekî komîn, meclîs, sîstemê xwe, şaredariyên xwe hene. Hemû netewan xwe birêxistin kiribûn. Ji bo vê jî bûye modelekî nû û ji bo hemû gelan bûye mertalekî pir xurt."

'ŞOREŞA ROJAVA BI SAYA RÊBER APO YE'

Zagros diyar kir, ku di şoreşa Rojava de yê ku xwediyê keda herî mezin Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e û got ku yê ku hiştibû bingehekî gelekî xurt di aliyê rêxistinî, bîrdozî, aliyê yekîtiya gelan de bê danîn, fikir û ramanên Ocalan bûne. Zagros wiha dewam kir; "Serok APO ji 2’ê Tirmeha 1979’an heya 1998’an li Rojava ma. Nêzîkî 20 sal kedekî Serok APO yê gelekî mezin hebû. Keda wî carekî din bi afirandina ruhê neteweyî, afirandina welatpareziyekî Kurd yê rast, afirandina rihê neteweyî temasî wî rasterast bi civakê re ye. Kedê herî mezin yê Serok APO li wê derê kiriye çi ye? Berî her tiştî gelê Kurd ji rewşekî ku tarîtî lê hebû, rewşekî ku rastiya xwe ya neteweyî, rastiya xwe ya civakî, ji rastiya xwe ya sîyasî dûr bû hişt ku şiyar bibe. Hişt ku carekî din di nav têkoşînê de cih bigre, xwe bi rêxistin bike, yekîtiya xwe pêş bixe. Yê ku herî zêde di encama keda Rêber APO bi bandor be, mohra xwe li şoreşa Rojava xist û wisa hate nasîn jin e. Baş tê bîramin. Ez bi xwe jî ji Rojavaye Kurdistanê me. Rixmê ku ewqas partî hebûn, ewqas hewildan hebûn, ji bo ku gelê Kurd li wê derê bandor bikin tevgeriyan lê ti partiyan nekarî wiha bandor bike. Ji derveyî Serok APO ti tevgerên din nedikarî bandor bike. Ji ber ku di rastiya Serok APO de, rastiya azadiya civakê, rastiya azadiya jinê heye."

Zagros xwe di vî milî de mînak da û wiha got; "Tevî ku di wî demî de pir hebûn jî ti partî nedikarîn me bandor bikin. Çawa ku me fikir û ramanên Serok APO bihîst, têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê me nas kiriye ev yek yekser bandora xwe li me kir. Bingeheke gelek mezin di nav gelên din, gelên Ereb, Suryanî, û hemû neteweyên ku li wir bûn bandorekî mezin lê kir. Ji ber wê jî bingehekî gelek xurt pêş ket. Bingehekî bîrdozî, bingehekî siyasî, bingehekî zihnî. Herî zêde jî di warê yekîtiya di navbera hemû olan de, hemû etnîkan de, hemû pêkhateyan de. Berî ku şoreşa 19’ê tirmehê pêşkeve, gelên Ereb tevahî ne tenê yên li Rojava, li Misirê, li Libnanê, li Libya, li Urdinê, li Suriyê,  nêzîkbûyîna wan di warê pejirandinêkî gelekî mezin ji bo Rêber APO nîşan didan, hurmetekî mezin nîşan didan, li hemberî fikir û kesayeta Rêber APO. Ev yek bû bingehekî gelekî mezin ji bo şoreşa Rojava."

'JINÊ MOHRA XWE LI ŞOREŞÊ XIST'

Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros anî ser ziman ku ji destpêkê derbasbûyîna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya Rojava û kar û xebatên xwe meşand, herî zêde yên ku li derdorê Ocalan kom bûne jin bûbû. Zagros got ku yê herî zêde Ocalan li ber wan ked jî da jin bû. Zagros got: "Ya li şoreşa Rojava mohra xwe xist jin bû." Zagros vê mijarê jî wiha nirxand; "Dema tê gotin Şoreşa Rojava, di qada navneteweyî giştî de jî wekî şoreşa jinê tê naskirin. Ev bûye nasnama wê. Di cihanê de gelek şoreş çêbûne. Di dîrokê de her şoreşekî tiştekî ku mohra xwe lê xistiye heye. Di şoreşa Rojava de jî yê ku herî zêde mohra xwe lêkir jin e. Ji xwe Rêber APO vê dibêje, “jinekî azad-civakekî azad, civakekî azad-neteweya demokratîk. Ev yek felsefeyek e. Şoreşa Rojava li ser esasê vê felsefeyê xwe bi rêxistin kiribû. Ev yek hişt ku şoreşa jinê di asta herî bilind de xwe birêxistin bike. Di qada rêxistinî de, di qada siyasî de, di qada parastina rewa de. Di qada dîplomasiyê de. Di qada navnetewî de. Dema jin bi vê zîhniyetê xwe birêxistin kir bandora xwe li netewên din jî gelekî kir. Ev îro wekî heqiqetekê jî xwe da derve."

Zagros anî ser ziman ku taburên leşkerî yên neteweyên din jî çêbûne ku ev yek di dîroka wan de cara yekê çebûye, ev yek ji bi saya pêşxistina têkoşina azadiya jin hatiye serxistin. Zagros wiha got; "Tabûrê jinên Ereban çêbûne. Bi modela xeta sêyemîn li bakurê Suriye herî zêde bi bandora şoreşa jinê çêbû. Di modelê konfederasyona demokratik ya Suriye de yê herî zêde yê li wir cih digre, yê herî zêde li hemberî DAIŞ'ê, li hemberî rejîmê, li hemberî zîhniyeta zilamtî, li hemberî zîhniyetî olperestî, nîjadperestî jin di refên herî pêş de ne. Herî zêde yên bi têkoşîna azadiya jinê re wekî îttifakek pêşxistiye, mutefikê wê gelê Ereb, jina Ereb e, jina Suryanî ye, jinên Asurî, Ermenî, Keldanî û Çeçen in. Li kêleka jinên Kurd cihê xwe digrin. Li kêleka wê rêxistinên xwe jî avakirin. Yekîneyên leşkerî yê jinên Suryanî çêbûn. Tabura jinên Ereb çêbûn, di bin siwana QSDê de, taburê jinên ereb çêbûne. Êdî ne tenê jibo Rojava, derketinekî ji bo Rojava bi giştî ye û ji bo hemû Rojhilata Navîn e. Êdî Şoreşa Jin ji nasnameya teng wekî şoreşa jinê Kurd li Rojava derketiye. Nasnameyekî navneteweyî sitandiye, nasnameyekî enternasyonal stendiye."