Guzel: Baca hate hevdan ji bo gel nehate bikaranîn

Parlamentera HDP'ê Semra Guzel diyar kir, piştî erdheja mezin a sala 1999'an a li Stenbolê dewletê ji gelek deveran baca erdhejê wergirt û got, "Carkee din eşkere bû ku ev bac ji bo gel nehatiye bikaranîn."

Piştî erdheja li Sîvrîce ya Xarpêtê ku pileya wê 6.8 bû, pereyên ku bi salan e di bin navê baca erdhejê de ji welatiyan tê stendin bûn cihê nîqaşan. Tê diyarkirin ku ji Mijdara 1999'an ve dewletê ji 34 milyar dolarî zêdetir bac ji gel stendiye. Lê belê piştî erdheja Xarpêtê gava Serokê Kizilayê Kerem Kinik li ser hesabê xwe yê medyaya civakî xwest her kes bi rêya peyaman 10 TL alîkariyê bike, baca heta niha hatibûn berhevkirin jî bûn cihên nîqaşan. 

Li gel niqaşên baca erdhejê nerêlitiyek din derket holê û Başkentgazê bi rêya Kizilayê 8 milyon dolar bexş da Weqfa Ensarê ya ku bi îstîsmara li ser zarokan re hatibû rojevê.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel têkildarî mijarê axivî.

BACA ERDHEJÊ LI KÛ DERÊ HATIYE BIKARANÎN?

Guzel anî ziman ku ji erdheja mezin a Stenbolê û vir ve dewletê ji gelek cihên cuda bac li ser navê erdehejê ji gel stand û wiha axivî: "Ji erdheja mezin a Stenbolê û vir ve erdhejek ku zirerek mezin bide pêk nehat. Herî dawî di 24’ê Çile de li Xarpêtê erdhêj pêk hat. Tê gotin ku zêdetirî 65 milyar dolar hatibû komkirin. Tu kes nizane ev bac bi kû derê ve çûye û hatiye xerçkirin. Li Xarpêtê erdhejek mezin pêk hat û zirarên mezin gihiştin xelkê me. Bi baca hatibû komkirin dikaribûn demildest ji bo Xerpêtê bibin nefesek. Lê belê ji bo ku ji bo mexdurên erdhejê nehat bikar anîn hîna ji gelê mexdure. Ez carek din bi rêya we pirs dikim ku ev bac li kû derê ye? Mafê hemû welatiyan heye ku baca dide pirs bike. Baca ku bi navê erdhejê em didin li kû derê tê bikaranîn. Li dewsa ku hikûmet bersiv bide pirsên gel, dibêje ez neçarim bibêjim ku ev bac li kû derê hatine bikaranîn. Hikûmet neçare ku bersivan van pirsa bide. Ji ber ku mirovên me ji ber xemsariya dewletê jiyana xwe ji dest dan û tên mexdûrkirin." 

'JI BO GEL NEHATIYE XERCKIRIN' 

Guzel destnîşan kir ku pereyên ku di bin navê baca erdhejê de hatine berhevkirin ji bo gel nehatine xerckirin û welatiyên qala bacê jî dikin rastî lêpirsînê tên. Di berdewama axaftina xwe de Guzel anî ziman ku hikûmet dewsa bîrînan derman bike ji bo berjewendiyên xwe li herêmê rantê dike û got, "Dema welatiyek li ser malpera civakî hikûmetê rexne dike û şîroveyek dike rastî lêpirsîn û binçavkirinan tên. Di demên wiha de pêwîstiya mirovan bi piştevaniyê heye û divê mirov piştevanî û alîkariya xwe destnîşan bike. Lê mixabin dema ev li Tirkiyeyê pêk tê, mirov tên cezakirin. Hikûmet rewşa mîna erdhejê jî li gorî berjewendiya xwe bi kar tîne û siyasetê dike.

Welatî birîndar ji binê avahiyê derdixin û berî bibin nexweşxaneyê ji bo derkevin li pêş çapmeniyê li hêviya Erdogan dimînin ku bê birîndar bibîne û poz bide raya giştî. Mînak, dema ku mirovek ji binê avahiya hatiye hilweşandin bê derxistin eger birîndar jî nebûye divê teqez wî rakin nexweşxaneyê û dibin kontrê bê girtin. Lê mixabin îro birîndar ji binê enkazê derxistin û bi wê birîndariyê li hêviya Erdogan hiştin. Sedema wê jî ew e ku li pêş çapmeniyê propagandaya xwe bike. Hikûmet birîn, travma û mirana gel dike parçeyek ji siyaseta xwe ya qirêj."

'AKP LI SER BIRÎNÊN GEL RANTÊ DIKE'

Bi domdarî Guzel anî ziman ku bi sedan xanî xera bûn, ji gelek bajaran alîkarî hatin şandin û lê alîkariya ku HDP'ê û rêxistinên Elewiyan şandin, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Guzel bilêv kir ku ya girîng piştevanî ye û got, "Alîkarî ji kû tê ne girîng e ya girîng piştevanî ye. Wezareta Karên Hundir fermana 'Alîkariya bê şandin wê bi destê AFAD'ê bê belavkirin' da. Piştî vê fermanê gelek alîkarî ji bajarên cuda hatin şandin. Lê tenê alîkariya ku bi destê HDP'ê û saziyên Elewiyan hate şandin hate astengkirin. Rêxistina HDP'ê ya Mûglayê, ji navçeya Bodrûmê bi otobusê alîkarî ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê şand.  Lê polîsan di ketina Xarpêtê de dest danîn ser pakêtên alîkariyê yên HDP'ê. Polîsan fermana Wezareta Karên Hundir a 'Alîkarî wê bi rêya AFAD'ê bên belavkirin' hincet nîşan da û destûr neda alîkariya HDP'ê bigêje mexdûran. Heta niha gelek rêxistinên HDP'ê alîkarî şandin Xarpêtê. Lê hemû alîkariya bi destê HDP'ê hat şandin tev yek bi yek hat astengkirin. Her wiha hemû alîkariyên tên şandin jî bi destê Serokê AKP’ê yê Xarpêtê tên belavkirin. Alîkariya mirovane dikin parçeyek ji siyaseta xwe ya qirêj. Bi vê yekê dixwazin bibêjin ji derveyî AKP’ê ti partî û rêxistin alîkarî nake. Berovajî vê li ser birînên gelê me rantê dike."

'BACÊ JI HEVDÛ DIDIZIN'

Parlamentera HDP’ê Semra Guzel bal kişand li ser mijara; Başkentgazê bi rêya Kizilayê 8 milyon bexş daye Weqfa Ensarê ya ku bi îstîsmara li ser zarokan hatibû rojevê û got, "Di dema erdheja Xarpêtê de Kizilayê banga alîkariyê li gel kir. Piştî erdhejê hefteyekê Başkentgazê bac bi rêya Kizilayê bexş da Weqfa Ensarê. Bacê ji hevdû didizin û direvînin.  AKP wekî şîrketekê welat bi rê ve dibe. Ji ber ku ew bacê ji hevdû direvînin û dixwazin partî û rêxistinên din jî weke wan tevbigerin. Lê em ne mecbur in alîkariya kom dikin bi rêya AFAD’ê belav bikin. Em nabin parçeyek ji diziya hikûmetê. AKP hemû tiştên tên dixwaze ji xwe re bike rêya rantê û li ser vê hebûna xwe bidomîne."

Guzel bilêv kir ku erdhej felaketekî xwezayî ye, lê divê li hemberî vê felaketê hikûmet hişyariyên xwe bike û li gorî wê tevbigere. Guzel ragihand ku li gel vê yekê hikûmetê ti hişyarî negirtîbû wiha dom kir: "Hikûmet li herêmê rê li pêş hemû felaketên xwezayê vekiriye. Avahiyên berî niha zirer dîtibûn nehatibûn kontrol kirin. Li dewsa vê dest bi çêkirina AVM kirin û li herêmê avahiyên bê ewle yên pir qatî zêde kirin. Dibe ku pêşiya felaketên xwezayê neyê girtin, lê pêşî li zerarên mezin û mirinan dikare bê girtin. Ew jî hikûmetê 20 sal e ti divî alî de tiştek nekriye."

'DI FELAKETA AŞÛTÊ DE XEMSARÎ Û SÛC HEYE'

Di dawiya axaftina xwe de Guzel bal kişand ser aşûta li Wanê pêk hatiye û got: “Belê rast e aşût jî felaketek xwezayî ye. Lê li vê herêmê her tim rû dide. Bi taybetî li herêma Miksê cihê aşûtê ye. Tevî vê yekê jî heta îro çareyek ji vê meseleyê re nehatiye dîtin. Bi salane xemsarî li vir heye. Ji meseleyê re çareserî ne hilberandin e. Li vê herêmê her sal aşût pêk tê lê tevî van rîskan jî tenê çareseriyek nehatiye lêpêşxistin. Gelek rêbaz hene ku tedbîrê aşûtê bigire. Di werza havînê de jî ew rê ji bo çûyîn û hatinê re xetereye. Bi salane rêya tunelê li wir tê vekirin. Lê belê herdemê dibe wesîleya propaxandayê û lê bi ti awayî ev tunel temam nebûye. Sedema aşûta duyemîn ku ewqas mirovên me jiyana xwe ji dest da jî şêwirmenda serokomar e. Li gel ku divê ew rê ji çûyîn û hatinê re hatiba girtin. Şêwirmenda serokomar bi wesayîtên zirxî û helikopteran diçe cihê aşûtê. Ev bi xwe felakte û cînayete. Sedema van cînayetan jî hikûmeta AKP’ê ye."