Guven: Berxwedana gelê Botanê destanwerî ye

Şehîdên berxwedana xwerêveberiyê ya di sala 2015’an de ya li Cizîrê hatin bibîranîn.

HDP û KCD'ê li navçeya Cizîr a Şirnexê bi minesebeta salvegera kesên di ‘qedexeya derketina derve’ de jiyana xwe ji dest dabûn, bernameya bîranînê li dar xist. Di bernameyê de Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozgûneş û malbat tevlî bûn. Rêveberan, bername li avahiya rêxistinê HDP'ê ya Cizîrê li dar xist. Di bîranînê de pankarta "Me li ber xwe da, me çong nedanîn bi me serbilind bin" vekirin. Bîranîn bi yek deqîyeyê rezgirtinê dest pê kir. Pişt re sînevîzyona ku kesên di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hat temaşekirin.

Piştî sînevîzyonê parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî û diyar kir ku di pêvçûnên 2015'an de dewletê tunekirina gelê Kurd ji xwe re kiribû hedef û wiha got: "Li dijî polîtîkayên şer em ê heta dawiyê tebikoşin."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Oztûrk jî bi lêv kir ku gelê Kurd li dijî zilma dewletê tu caran serê xwe netewand û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê di 14'ê kanûna 2015'an de biryarek stand. Ev biryar jî plana hilweşandinê bû. Li ser tunekirina gelê Kurd gav bi gav ev plana dan meşandin. Berxwedana xwerêveberiyê ev plan têk bir. Dema ku em îro lê dinêrin, kesên ku ev plana têkbirinê amade kirin, yek bi yek têk çûn. Pergal li ser tunekirin û tunehesibandina gelê Kurd xwe ava kiriye. Heta ku roja îro jî vê dijminahiya xwe didomîne. Erê,rast e di dîroka heta niha gelek caran komkujî pêk hatine û gelê Kurd gelek caran koçber bûye û bûye pênaber. Lê gelê Kurd ji bo jiyaneke azad tu caran dev ji têkoşînê bernedaye. Ji ber wê jî heta ku ev bîr û baweriya me hebe em ê serbikevin. Di şexsê Mehmet Tunc,Aysel Yukselan de em hemû berxwederên Cizîrê bibîrtînin. Serkeftina a gelê Kurd e, serkeftina ya Rojhilatanavîn e."

‘LI CIZÎRÊ DESTANA BERXWEDANÊ HATE NIVÎSANDIN’

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî bal kişand ser berxwedana xweser wiha got: "Li Cizîrê bi pêşengiya Mehmet Tunçan destana berxwedanê hat nivîsandin. Ez di serî de hemû şehîdên Cizîrê bi rêzdarî bi bîr tinim. Em kêfxweş in ku me ev berxwedêr nas kirine. Bi rastî jî em ji we re çi bikin têr nake. Ji ber ku gelê Kurd geleke fedakar e. Li Rojhilata Navîn tu gel weke gelê Kurd nine. Ji ber wê em li hemberî têkoşîna gelê Kurd serê xwe ditewînin. Herkes dibêje Kurd çi dixwazin?Kurd çima ser piyane? Çima zarokên Kurd hîn mezin nebûn dimirin? Çi qewimî ser vê axê? Lê me ji dinyayê re her tim gotiye û em dibêjin em Kurd in û navê axa me jî Kurdistan e. Li bajaran, kolanan,zinadanan zarokên me dibêjin em Kurd in. Di parlementoyê de hevalên me bi rojan in li ber xwe didin. Dibêjin 'Em Kurd in' Di dema pêvajoya xwerêveberinê de Li Sîlopyayê dayik rabû got ku,"Ez jin im,ez Kurd im,Ez Kurdistan im û ez nakevim" Em ew in. Em tu caran nakevin. Ji ber ku em têkoşîna mirovahiyê dimeşînin em li ber xwe didin. Dibe ku îşkence me bikin, dibe ku me bigirin biavêjin zindanan,lê ew ê vîna me teslîm negirin. Em teslîm nabin. Ew rihê me yê neteslîmbûnê wan dikuje, wan har dike û dîn dike. Niha ev diketine nav fikaran. Dibe ku canê me êşandin, dibe ku dilê me şewitandin, lê di encamê de yên ku serkeftî em in. Yê ku ketin nav fikaran ew in. Me xaniyên xwe yên hilweşiyan çêkirin, me kuçeyên xwe çêkirin û me malên xwe ava kirin û ew cangoriyên ku çûyîn jî em her tim di riya wan û xîzmeta wan de ne. Me tu caran çong nedanî. Bi berxwedanê em ê vê doza bigihîjin armancê."

‘DI ŞEXSÊ OCALAN DE LI SER TIRKIYEYÊ TECRÎD HEYE’

Guven, herî dawî bal kişand ser berxwedana Cizîrê û got: "Gelê Kurd li dijî pêkanînên dewletê tu car serê xwe netewand. Di şexsê birêz Ocalan de 22 sal in li ser Tirkiyeyê tecrît heye. Li hundir be, derve be, li ku derê be em ê li ber xwe bidin. Em bi dîroka xwe hînî berxwedanê bûn. Ji Şex Seîdan, heta Seyît Rizayan ev berxwedane didome. Ji ber wê neyarê me ketine nav fikaran. Hîn ji wan dibêjin,"Bila xaka me terik bikin" hîn ji wan dibêjin," Em hemûyan bikujin"Tiştê ku dewlet bike nemaye. Her tişt ceribandin, lê dîsa jî bi ser neketin. Ew ê mîna Demîrel, Tansû Çîller û Ecevît biçin. Ew hemû çûn, lê em mayîn. Ji ber ku em gel in. Ne pêkan e ku em li hemberî wan serê xwe bitewînin. Lewma em dibêjin berxwedana Botanê berxwedaneke bêhempa bû. Ne tenê Cizîr, li Nisebînê,Geverê, Surê gel li ber xwe da. Gel li dijî vê berxwedanê ket nav fikaran û komkujiyên weke jêrzemînên Cizîrê pêk anî. Lê hevalên me teslîm nebûn û li ber xwe dan. Li cîhanê kesê ku ev berxwedan nebihîstî nema. Em bi wan serfiraz in û em bi wan serbilind in."