Gundên Bradostê hatin bombekirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Bradostê yên Başûrê Kurdistanê barandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Bradostê yên navçeya Sîdekanê ya Hewlêrê barandin.

Bomberdûman şeva Duşemê li gundên Çiyadol û Xelîfan û Çiyayê Kewerte û Xakurkê hate kirin. Der barê encama bomberdûmanê de agahî nehate wergirtin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Pêncşemê jî bombe li gundê Girî yê herêma Balayanê ya Dihokê barandibûn.

Dewleta Tirk bi rêk û pêk bombeyan li qadên sivîlan dibarîne. Ji ber êrîşan gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û çavkaniyên debarê yên gundiyan bi taybetî dibin hedef.

Ji ber bomberdûmanê Koçer nikarin biçin zozanan. Koçer nerazîbûnê nîşan didin ku li herêmên baregehên Tirk lê ne nahêlin ku sewalên xwe biçêrînin.

Herêma Bradostê ya navçeya Sîdekanê ya Hewlêrê qadeke berfireh a çiyayî û zozanan e.

Gundiyên li herêmê her sal diçin zozanan û demeke dirêj lê dimînin. Ji ber bomberdûmana dewleta Tirk salên dawî nikarin biçin zozanan.

Li gorî RojNewsê rêjeya koçerên li herêma Bradostê diçin zozanan daketiye 20 ji sedî. Koçer ji ber bomberdûmana dewleta Tirk neçar dimînin ku herêmê biguherînin û deverên ewletir debara xwe bikin.

Hin gundiyên ji RojNewsê re axivîn diyar kirin ku ew nikarin sewalên xwe li zozanên Xakurkê, Çiyayê Kitkin, Bêrkim, Şekif û Lolanê biçêrînin.