Gundê ku deng dayî HDP'ê, cerdevanan êrîşî gel kir

Li gundê Ezdinan yê navçeya Elbax a Wanê sedî 80 deng ji bo HDP’ê derketin. Cerdevanan xwe li vê rewşê negirtin û êrîşî gel kirin. Di êrîşê de kesek bi giranî birîndar bû.

Piştî encamên hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li tevahiya Wanê HDP bi serket, polîs, leşker û cerdevanan êrîşî gel dikin.

Li gundê Ezdinan  yê Elbaxê hilbijêran sedî 80 deng da HDP’ê. Piştî vê cerdevanan êrîşî gel kirin û kesek bi giranî birîndar bû. Cerdevanan pêşiya welatiyê bi navê Ozcan Akbûlak girtin û qûndaxa çekê Akbûlak birîndar kir. Akbûlak rakirin nexweşxaneyê û piştî tedawiyê metirsiya li ser jiyana wî nema.

Akbûlak têkildarî êrîşa cerdevanan agahî da û wiha got; “Şevê dî dema ku me serkeftina HDP'ê pîroz dikir cerdevanan pêşiya me girtin. Cerdevanên bi navê Îsmaîl, Arîf, Emîn Aslantaş bi dîpçikên çekê li min xistin. Cerdevanan bi gotina ‘Bijî Erdogan’ ez derb kirin û piştre gule berdan û reviyan. Têkildarî bûyerê min giliyê wan kir. Encamên hilbijartinê ranegirtin. Çi dikin bila bikin em ê piştgiryê bidin HDP’ê û desteka me wê bidome”.