Greva li Silêmaniyê bi koma 58’an didome

Greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a li Silêmaniyê li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin ji aliyê koma 58’an ve hate dewrgirtin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Komeleya Karkerên Mezopotamya ku li Silêmanî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 114’an de dewam dike. Koma 58’an çalakî dewir girtin.

Li ser navê koma 58'an Hemdullah Aktaş axivî û got: "Em ê vê çalakiyê berdewam bikin û daxwaza me ji gelê Kurd li her çar parçên Kurdistanê ew e ku beşdarî çalakiyên li dijî tecrîda li ser Ocalan bibin û piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê."