Greva birçîbûnê ya Yagiz kete roja 85'an

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê di roja 85'an de tevî giraniya rewşa tenduristiyê jî bi biryar didome.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Nasir Yagiz a li Navenda Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hewlêrê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 85'an de dewam dike.

Koma 43'yan ku ji welatiyên Başûrê Kurdistanê pêk hatî grev dewr girt.

Yagiz ê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de her diçe rewaşa wî ya tenduristî û fîzîkî giran dibe, bi taybet dema sibehan dixwaze ji xew şiyar bibe heta çend saetan ji nû ve dikare rabe, nikare xwe li xwe bigire. Pîştî çend saetan û şûn de hêdî hêdî dikare tevger bike.

Ji xwe semptomên berê yên lêxistina dil, serêşî û guvaştina mîdê didomin. Yagiz hatiye reweşeke wiha ku carinan nikare avê jî vexwe. Her wiha bêxewî û serêşî lê giran dibe.

Doktor Dirê Uren a ku Nasir Yagiz kontrol dike, anîbû ziman her roja diçe rewşa wî giran dibe, ji ber ku tedawiyê qebûln naek û ev jî dibe sedem ku her gava diçe rewşa wî girantir bibe.