Greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz di roja 106’an de ye

Li Hewlêrê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Nasir Yagiz di roja 106’an de dewam dike. Çalakiya bi koma nû a 53’an hate dewrgirtin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Nasir Yagiz a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Nûnertiya HDP’ê hatibû destpêkirin, di roja 106’an de ye. Her wiha greva bidorveger jî bi koma 53’an jî dewam dike.

HER DIÇE ÇALAKÎ MEZIN Û BELAV DIBE

Di merasîma dewirgirtinê de Nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Abid Îke daxuyaniyek da. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê 106 roj li pey xwe hişt. Îke got: “Çalakiya greva birçîbûnê her roja diçe ya li dijî faşîzm û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin mezin û berbelav bibe.”

DI 8’Ê ADAR Û NEWROZÊ DE ÇALAKIYÊ MEZINTIR BIKIN

Îke bal kişand ser asta mezinbûna grevê û wiha bilêv kir: “Bi destpêkirina meha Adarê re li gelek girtîgehên Tirkiyeye û Kurdistanê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dest bi grevê kirine. Ev çalakî her diçe mezin û berbelav dibe. Pêşerojê dibe ev hejar xwe bi hezaran kesî bide. Çi dibe bila bibe wê çalakiya grevên birçîbûnê û çalakiyên li dijî tecrîda Rêberê me bidomin. Ev hejmar wê di serî de li Kurdistan, derveyî welat li her derê xurt bibe û bangên daxwazên Leyla û Guven, Nasir û girtiyên zindanan bigihînin her derê. Rojên li pêşiya me 8’ê Adar dîsa Newroz tê, divê gelê me coş û hêza çalakiyê di van rojan de bigihîne lûtkeyê û bikare tecrîdê bi dawî bike.”

Nûnerê HDP’ê Abid Îke herî dawî banga beşdariyê li xelkê Başûr û her kesê kir ku tevlî çalakiyan bibin û hê zêdetir xwedî li çalakvanan derkevin