Girtiyên PKK û PAJK'ê: Em bi biryar in, paşde gav navêjin!

Girtiyên PKK û PAJK'ê gotin, "Dibe ku em di zindanê de girtî bin lê divê bê zanîn ku em ê ti carî radest nebin.” Girtiyan bang li her kesî kir ku berxwedanê mezin bikin.

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê Denîz Kaya di derbarê komploya navneteweyî û grevên birçîbûnê daxuyaniyek weşand.

'EM Ê BI BIRYARDARIYEKE MEZIN BIDOMÎNIN'

Daxuyanî wiha ye:

"Di demeke wiha de ya komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertiyê ku ketiye sala 21’emîn de, eşkere ye ku hemû pêkanînên faşîzane yên sîstema destpot a xwe dispêre berjewendiyên pergala olîgarşîk û destpot, bê encam mane. Komploya navneteweyî ku dewletên hegemon bûne yek û li dijî Rêbertiya me pêk anîn, di rastiya xwe de eşkere ye ku li dijî gelê Kurd, gelê Tirk û gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin. Lewma heke komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê encam girtibûya, faşîzmê wê bi rewabûna xwe ya bi zagonî bi dest xistî re, wê bi komkujî û qirkirinan li ser nasname û hebûna gelan binixumandina.

Bêguman hê gef û metirsiya li ser gelan ranebûye. Nexasim armanca sereke ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê encamgirtina komployê ye. Lewma ji bo nûkirina komployê her cure hesab û bazariyên qirêj dike. Pergala Îmraliyê, danîna xelata pereyan a li ser kadroyên pêşeng ên PKK’ê, bombekirina çiya, bajaran, hilweşandin û qirkirina niştecihên bajarên Kurdistanê, girtina siyasetmedarên Kurd û hilbijêrên wan û girtina hemû welatparêzan, ev hemû armanca wan a nûkirina komployê ne.Di vê qonaxê de Rêber APO bi sekn û berxwedaneke mezin hemû aliyên komployê deşîfre kirine û danîne holê.

Em careke din vê komploya li dijî rêberê mirovahiyê rêber APO pêk hatî şermezar û lanet dikin. Em hemû hevrêyên xwe yên bi Xalid Oral re bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi rêzdarî bibîr tînin. Em têkoşerên PKK û PAJK’ê yên ispat kirine ku em ê jiyana bê Rêbertiyê tu car nepejirînin, dibe ku em di zindanan de hatibin dîlgirtin lê belê em ti car radest nabin. Lewma heta tecrîda li ser Rêbertiya me neyê rakirin, tendirûstî û şert û mercên wî yên ewlehî û fîzîkî neyên sererastkirin, em ê çalakiyên xwe yên greva birçîbûnê bi biryardarî bidomînin.

Bi pêngava 'Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin’ çalakiya me ya greva birçîbûnê ku 8’ê Mijdarê bi pêşengiya Leyla Guven destpê kirî, 27’ê Mijdarê de bi awayekî bêdawî û dorveger dewam kirî û ji 16’ê Kanûnê heta niha bi awayekî bêdawî û bêdorveger didome. Berdêla wê çi bibe bila bibe heta tecrîd neyê rakirin wê bidome..

'EM BI BERXWEDANÊ DIKARIN JI FAŞÎZMÊ XELAS BIBIN'

Di vê qonaxa ku em gihaştinê de, armanca pêkanîna hevdîtina bi Rêbertiyê re hatibe dahûrandin jî, diyar dibe ku berxwedan serkeftinê bi xwe re tîne. Bi heman awayî berdana Leyla Guven jî bi heman armancê xwestine çalakiyê bê encam bihêlin. Lê belê em dibînin ku berxwedan dide qezenckirin. Çimkî êdî polîtîkaya durû ya desthilatdariya faşst a AKP-MHP’ê ji hêla tevger û gelê me ve deşîfre bûye; lewma derveyî berxwedanê em dizanin ku ti rêyên din tune. Em bi baweriya xeta Mazlûm Dogan a ku li zindana Amedê gotî ‘Radestî dibe xiyanetê, berxwedan dibe serkeftinê’ em li ber xwe didin. Lewma li her der û demê berxwedana li dijî faşîzmê rewa ye. Lewma em bang li dildarên demokrasî û azadiyê dikin ku li her derê li ber xwe bidin. Em bang li gelê Tirkiyeyê û cîhanê dikin ku li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin. Tecrîda ku li ser Rêbertiya me tê pêkanîn, di rastiya xwe de li ser me hemûyan tê pêkanîn. Kesên ku qêrîna berxwedana me nebihîzin, bila ji xwe û mirovahiya xwe bidarizînin. Roj roja yekbûna li dijî faşîzmê ye, roja şikandina tecrîdê ye.”