Girtiyên nexweş û înfazên wan şewitandî berdin!

Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û înfazên wan hatine şewitandin li Amedê hatiye destpêkirin 200 roj in berdewam e. Di çalakiyê de banga berdana girtiyên nexweş û înfazên hatine şewitandin û piştgiriya têkoşînê hat kirin.

Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û înfazên wan hatine şewitandin li Amedê hatiye destpêkirin 200 roj in berdewam e. Bi boneya roja 200'î ya Nobeta Edaletê Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TÛHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TÛAY-DER) ya Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Rêvebiriyên Xwecihî yên HDP'ê, Baroya Amedê, Dayikên Aştiyê, Hewldana 78'an, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Kedkarên Karên Giştî (KESK), DÎK, Komeleya Wêjekarên Kurd jî di nav de gelek sazî li Parka Koşûyolûyê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Azadî ji bo girtiyên nexweş" nivîsandî hat hilgirtin. Li ser navê malbatên girtiyan Încî Guler daxuyanî xwend. Guler destnîşan kir ku armanca wan berdana girtiyên nexweş e. Încî diyar kir ku divê partiyên siyasî hemû bi wan re bin û got: "Ewilî girtiyên nexweş ên rewşa wan giran, paşê jî divê girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bihên berdan. Girtî ne bi tenê ne."

Hevseroka OHD'ê ya Şaxa Amedê Ozum Vûrgûn jî tahdeya polîsan a di Nobeda Edaletê ya Stenbolê de şermezar kir û got: "Em ê tim li cem kesên têkoşer bin. Serketin dê ya berxwedêran be."

Rêvebirê TÛAY-DER'ê Parêzer Firat Taşkin jî derbirî ku girtîgeh bûne navenda pêkanînên antî-demokratîk û got: "Ger daxwazên malbatan di roja ewil de bihatana bihîstin û bihatana qebûlkirin wê heta niha 18 darbest ji girtîgehan derneketana." Taşkin xwest demildest girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bihên berdan.

'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BIHÊN BERDAN'

Rêvebirê ÎHD a Şaxê Amedê Yûsûf Erdogan jî ragihand ku li gor daneyên Nîsana 2022'yan di girtîgehan de 657 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene û got: "ÎHD bi girtiyên nexweş re ye û wê tim ji bo wan têbikoşe.’’ 

Nûnerê TÎHV'ê Mûrat Aba jî diyar kir ku girtîgeh bûne îşkencexane û got: "Daxwazên girtiyên nexweş an pir dereng tên qebûlkirin an jî qet." Aba bal kişand ser desteyên rêveberiyê û çavdêriyê yên girtîgehan û anî ziman ku ev deste berdana girtiyan bi awayekî kêfî asteng dikin û xwest girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bihên berdan.

Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr jî wiha got: "Daxwaza me ew e ku mafê jiyanê bihê parastin, girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bihên berdan."

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî got: "Ger civak bi awayekî xurt dengê xwe bike wê girtî bihên berdan. Divê em bibin parçeyekî nobedê û dengê dayikan bilind bikin."

'BI ME RE BIN'

Herî dawî Herdem Merwanî, keça girtî Abdûllah Kirtay jî bal kişand ser hevdîtinên ku li Enqereyê bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re kirine û got, partiyên siyasî hemûyan soz dane wan ku wê bi wan re bin, lê belê sozên xwe bi cih neanîn. Merwanî ji hemû partiyên siyasî xwest ku bi wan re bin û got: "Em dikarin bi hev re vê meseleyê çareser bikin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bû.