Girtiyên nexweş tenê tên hiştin

Serokê ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş diyar kir ku girtiyên nexweş tenê tên hiştin.

Parêzer Mehmet Karataş diyar kir ku li girtîgehan desteserkirin û binpêkirina mafan zêdetir bûye û bal kişand ser vî tiştî ku mafê jiyanê jî tê binpêkirin

Karataş ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku girtîgeh bûne gulokên problemên nayên çareserkirin û got “Bi girtîgehên Tîpa F û girtîgehên ewlekariya wan zêde re, mafên mirovan ên herî sereke yên girtiyan an hate sekinandin an jî ji holê hate rakirin. Desthilatdariyên siyasî guherîn lê îdeolojiya fermî li hemberî girtiyan qet neguherî.  Qelsiya mevzûata qanûnî jî bi qestî qels tê hiştin û ev jî sedemeke herî girîng e. Dema mirov van tiştan tîne bîra xwe, dibîne ku ne mumkun e li girtîgehan mafê girtiyan neyê binpêkirin. Binpêkirina herî kûr jî di warê tendirustiyê de pêk tê. Girtiyên ku li hemberî nexweşiyê li ber xwe didin, tên wê astê ku êdî nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin û tenê dimînin.”

Karataş diyar kir ku Saziya Tipa Edlî ji saziyeke tendirustiyê zêdetir wekî saziyeke siyasî tevdigere û bi raporên ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dide girtiyan re berê girtiyan dibin mirinê. Karataş got “Li hemberî me êşkence, binpêkirina mafên mirovan, veşartîbûna jiyana taybet û binpêkirina mafê bidestxistina xizmeta tendirustiyê û pê re jî astengkirin mafê jiyanê heye.”