Girtiyên li zindanan: Êrîşî me dikin!

Ayhan Yilmaz ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de ye diyar kir ku gardiyanan êrîşî wan kirine û ewlehiya wan a can tune.

Ayhan Yilmaz ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de ye bi rêya telefonê ji malbata xwe re diyar kir ku zextên giran li ser wan tê kirin. Ayhan diyar kir ku her roj gardiyan êrîşî wan dikin û bal kişand ser vî tiştî ku ji bo ew xwe biparêzin û cihên xwe dezenfekte bikin tu derfetê wan tune. Yilmaz got ku “Ji ber êrîşên li ser me, me nexweşiya korona ji bîr kir. Ji aliyekî rîska koronayê û ji aliyê din ve jî gardiyanên girtîgehê êrîşî me dikin.  Ji ber êrîş û zextên di 3’ê Nîsanê de hate destpêkirin êrîşî gelek hevalên me hate kirin, dest danîne ser radyo û pirtûkan.”

TEVDÎR TUNE!
Yilmaz diyar kir ku li dijî koronavîrusê tu tevdîr nehatiye stendin û got ku, “Rêveberiya girtîgehê dixwaze li hewşê li ser pêyan me bihêjmere. Dema ku em îtîrazî vî tiştî dikin, dest datînin ser name û daxwaznameyên me. Mafê me yê axaftina bi telefonê tê astengkirin.  Li vê derê mafê me yê nexweşxaneyê hatiye astengkirin. Gelek hevalên me, nexweşiyên wan ên giran hene lê wan nabin nexweşxaneyê. Tevdîrên ji bo koronavîrusê kêm e û alavên paqijî û hîjyenê jî bi hinceta ‘qedexe ye’ nadin me.”