Girtiyê nexweş Gurdal ê ku hatibû qetilkirin hat veşartin

Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, li Geverê bi girseyî hate veşartin.

Tahîr Gurdal ê 10 sal bûn li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê girtî bû, ji bo dermankirinê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Hejmara 1’an a Amedê hatibû kirin. Gurdal ê piştî kete girtîgehê bi nexweşiya penceşêra pişikê ket li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê bi awayekî kelemçekirî û di nav nivînan de dihate dermankirin. Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayê wî jiyana xwe ji dest da.  

Cenazeyê Gurdal ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, piştî duh bi şev wecibeyên olî hatin pêkanîn ber bi navçeya Gevera Colemêrgê ve hate şandin. Cenazeyê Gurdal di saetên serê sibê de li herêma “Pira Kerem Axa” ya navçeya Geverê hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Gurdal ê bi konvoya ku ji dehan wesayîtan pêk dihat, ji bo were veşartin ber bi goristana Taxa Orman ve dîsa bi rê ket. Cenazeyê Gurdal ê ewilî birin mala malbatê, pişt re bi beşdariya bi sedan kesî ve bi awayekî girseyî li goristana Taxa Orman bi duayên hatine kirin hate veşartin. Şîna Gurdal wê li Mizgefta Hz. Hamza ya li Taxa Gungorenê bê danîn.