Girtî: Li hundir û derve jî wê tecrîd were şikandin!

Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê daxuyanî da û got, heta ku ''Rêbertî bibe xwedî şert û mercên bi azadî bijî û bi azadî bixebite'' wê berxwedaniya me bi moral  û biryardariyeke mezin bidome.

Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û  PAJK'ê derbarê grevên birçîbûnê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

''Pêngava berxwedanê ya ku gelê me li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêbertiya me dayî destpêkirin, ji hêla naverokê û berfirehiyê ve kûrtir dibe, dibe xwedî pêvajoyeke gihiştî'' û hate domandin, ''Hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê, li şûna ku rast nêzî daxwaza berxwedaniya domdar bibe, bi polîtîkaya şerê taybet bi mebesta ku berxwedanê û daxwazên berxwedanê tasfiye bike tevdigere. Grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ku ji 16'ê Kanûnê û vir ve dest pê kirine, heta ku 'Rêbertî bibe xwedî jiyan û xebata azad' wê bidome. Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê ya HDP'ê Leyla Guven li gel ku niha li derve ye jî, ji bo bidawîbûna tecrîdê, berdewamkirina berxwedana xwe maneyeke mezin û girîng e. Em girtiyên li zindanan ên PKK-PAJK'ê hem li derve jî bin, li hundir jî, em diyar dikin heta ku 'Rêbertî bi azadî bijî û bi azadî bixebite'' em ê berxwedaniya xwe bi moral û biryardariyeke mezin bidomînin. Em bang li hemû gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dora vê berxwedanê werin cem hev û deng derxînin.

Em li derve jî bin, li hundir jî, wê tecrîd were şikandin''